=KTML_Bold=Gundê Xirab Eşq=KTML_End=
Gundê Xirab Eşiqê yek ji gundê Kobanê ye ev gund gundekî kevnare, Xirab Eşiq li başûr û hinekî li rojhilatê Kobanî dikeve bi qasî 50 km dorî Kobanê ye.
Ev nav lê hatiye kirin ji ber ku erdê gund işk bû û tiştek lê tune bûye navê wê bûye Xirab Işk ji ber vê yekê bav û kalên me navê gund kirin Xirab işk, lê piştî pir sal derbas bûn rejîma surya yê navê gund guhartine kirine Xirab Eşq. Ev gund niha bi riya MF û him jî bi şirketa Lafarge navdar e.
Ev jî wêneyek ji şirketa Lafarge e:
Weke ku bav û kalên me dibêjin şikeft û saronc tê de hene û du bîr li ser kelakê hene temenê wan nêzî hezar salî ye û him jî asarên goristanan li ser wê kelê hene, lê tu kes nizane ku dîroka van asaran çiqasa ne. Li gorî ku mezinên gund dibêjin; ev gund ku ji şeş bavan hatiye avakirin ew jî ev in: Şêx Bozan, Mele Osman, Şêx Nebî Mustefa ,Bozan, Mehmûd û Birahîm bûn.
Du ate di gunde hene, atak çavreşkanin atak jî serxweşîne û niha ji bilî wan her du ateyan gellek kes di gunda jiyan dikin yên ku di gunde jiyan dikin ji her ateyî ne. Rewşa gund niha ne wek ya berê ye, lê niha gund pir mezin bûye ji ber ku şirket, xwaringeh, alava çêkirina nan û nexweşxane hatine avavkirin ji ber vê yekê gund mezin bûy û her kes meraq dike ku li gundê Xirab Eşiqê bijî.
Gundê Xirab Eşiq gundekî ku ji aliyê çandiniyê ve dewlemende ji ber ku av lê pire û her tişt lê tê çandin weke: Ceh, genim, peqle, garis, pembû, pincar û hwd...
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=: Hevpeyvîna bi xelkên gund re.[1][2]