=KTML_Bold=GUNDÊ BÎREREBÊ=KTML_End=
Gundê bîrerebê derdora 27 km li rojavayê Girê Sipî dikeve û 50 km li rohilatî #kobanî# dikeve.
Navê wê: Destpêkê bîrê li gundê bîr erebê hebû, ereban av ji wê bîrê dibirin ji ber vê yekê navê gund bû bîrereb tê wateya (bîra ereban). Gindê bîrerebê dibe du gundan: bîrereba biçûk û bîrereba mezin. Bîrereba mezin zêdetirî 70 malî de heye, tê de du eşîr hene ew jî eşîra asiyan û ya şedadan ne û ya biçûk jî derdora 30 malî ye, du ate tê de hene ya merhiyan û ya xişmanan piraniya wan jî li dewletên derven e.
Gundê derdora wê jî li hêla rojava de bîrhebeşe û ji hêla başûr de gundê koşkar û mecûkê ye, ji hêla rojhilat de jî gundê xirabî roviyan û babilhewa ye, ji hêla bakur de jî gundê hirî û cirne.
Gundê bîrerebê ji hêla çandiniyê ve dewlemende weke: ceh, genim, nîsk, colik û kemûn.. lê tên çandin. Gundê bîrerebê bi dewlemendiya ava xwe û bi heriya sor tê naskirin. Gundê bîrerebê gundekî welatparêz e di her serê malekê de şervanek heye. Di vê çarçoveyê de xweze û dewlemendiya çi di warê xwe yên civakî û xwemalî û çi jî di warê xweza, axa û hebûnê ve gelekî dewlemend e ku heta roja îro ew nirx parstiye.
Çandiniya daran ji nîvê salên şêstî yên sedsala borî ve heye, bi taybetî dara biharê û ji ber sedemên avhewayê ew dar zuha bûne (wêne).
Piraniya xelkê bi sedema hebûna mêrgên xwezayî bi xwedîkirina sewalan bi taybetî (pez) ve girêdayî ne, lewra em ji bo her malbatekê keriyek sewalan dibînin û xwedîkirina sewalan piştî çandiniyê duyemîn dahatê tê hesibandin.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
Lêpirsîna ji temen mezinê gund ê bi navê Eliyê hemedê Himêd û Bozanê Himêd.
[1]