Destpêka Rêwîtiya #Sînema# ya Kurdî li Mezintirîn Fîlmefestîvalên Ewropayê
Fatma Edemen
Dewletan di dîrokê de sînema wekî amûreke îdeolojîk a bihêz dîtin; bi taybetî Îtalyayê, heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo çêkirina fîlman nêzîkatiyeke berfireh pejirand. Dîktatorê Îtalî Benito Mussolini giringiyeke mezin dida endustriya fîlman, lê hevalbendê wî Hitler gelek caran sînema li Almanyayê ji bo armancên propagandayî bi kar dianî.
Fîlmefestîval, dema ku di salên 1930î de li Ewropayê derketin holê, gelê Kurd bi fîlmên Zarê (Hamo Beknazarian, 1926) û Kurd-Êzidî (Krder-Ezidner, Amasi Martirosyan, 1933) ku li Komara Sovyeta Sosyalîst a Ermenîstanê hatibûn çêkirin karîbûn di sînemayê de cih bigirin. Fîlmefestîval wek fenomeneke ewropî derketin holê û ji wir belavî cîhanê bûn. Lê hevnasîna wan a bi nasnameya Kurdî re digihêje salên ewil ên sînemaya Kurdî ango sînemageriya Yılmaz Güney û her çiqas di nav hatûçûnekê de be jî Kurd di salên 2000î de ji xwe re cihekî peyda dikin. Fîlmefestîvalên navneteweyî yên li Ewropayê ji salên 1970yî û vir ve ji bo hebûna Kurdan a li ser ekranan û meşrûbûna sînemaya Kurdî giring in.
Fîlmefestîval: Salên Destpêkê
Dewletan di dîrokê de sînema wekî amûreke îdeolojîk a bihêz dîtin; bi taybetî Îtalyayê, heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo çêkirina fîlman nêzîkatiyeke berfireh pejirand. Dîktatorê Îtalî Benito Mussolini giringiyeke mezin dida endustriya fîlman, lê hevalbendê wî Hitler gelek caran sînema li Almanyayê ji bo armancên propagandayî bi kar dianî. Pabendiya Îtalyayê ji bo sînemayê bi damezrandina saziyên wekî dibistana fîlman Centro Sperimentale di Cinematografia, studyoya fîlman Cinecittà û Fîlmefestîvala Venedîkê xuyanîtir bû. Di sala 1932an de, Bienaleya Venedîkê, da ku hunerê wekî şêweyekî xweîfadekirinê bide qebûlkirin Fîlmefestîvala Venedîkê da destpêkirin. Rejîma faşîst a Mussolini, da ku netew-dewletê balatir bike û bigihêje armancên xwe, sînema wekî derfetekê dît. Lê belê, ber bi dawiya salên 1930î, Fîlmefestîvala Venedîkê ji hêla siyasî ve tûjtir bû. Ev rewş bû sedem ku welatên wek DYA, Îngilîstan û Fransa xwe ji festîvalê bikêşin. Di vê serdemê de nakokiyên îdeolojîk derketin pêş û xelat ji bo berhemên Almanyaya Nazî hatin dayîn, loma endamên juriyê yên Amerîkî û Brîtanî ji festîvalê veqetiyan.
Piştî Fîlmefestîvala Venedîkê ya sala 1938an, dîroknasê Fransî Philippe Erlanger, ku wek serokê Komeleya Çalakiyên Hunerî ya Fransî (l'Association française d'action artistique, AFAA) hatibû tayînkirin, xwest ku festîvaleke cuda ya fîlman organîze bike. Bi pêşengiya Erlanger ji bo Fîlmefestîvala Cannesê gav hatin avêtin. Cannes, ligel ku fîlmefestîvala duyemîn a Ewropayê ye, li dijî îdeolojiya Venedîkê hate avakirin. Dîroka plankirî ya Fîlmefestîvala Cannesê 1-20ê Îlona 1939an bû. Lê belê, ji ber ku artêşa Almanyayê di 1ê Îlona 1939an de êrîşî Polonyayê kir, festîvalê tam nekarî dest pê bike. Dema ku Şerê Duyemîn ê Cîhanê jî tam dest pê kir, li Fransayê 3yê Îlona 1939an de seferberiya giştî hat îlankirin û vê jî bi temamî rê li ber berdewamkirina festîvalê girt. Fîlma vekirinê, The Hunchback of Notre Dame (William Dieterle, 1939), bû tekane fîlm ku di festîvalê de hat nîşandan.
Piştî ku şer bi dawî bû, di 1946 de Cannes û di 1947 de jî Venedîk careke din hatin organîzekirin. Bi taybet li Îtalyayê ku eniya têkçûyî ya şerî bû, Fîlmefestîvala Venedîkê bi guhertinên mezin vegeriya. Bo nimûne yekem xelata piştî şerî fîlma Grevê (Siréna, Karel Steklý, 1947) bi dest xist ku aîdî Çekoslovakyayê bû ku di bloka Sovyetê de cih digirt. Ev dikare wekî yek ji sembolên giring ên vê guherînê bê dîtin.
Ji bo em fêm bikin ka serkeftina Güney û piştre ya Ghobadî di festîvalên fîlmên navneteweyî de bi dest xistî, li ser sînemaya îroyîn a Kurdî bandoreke çawa kiriye, em dikarin ji bergeha civaknasiya çandî ya civaknasê Fransî Pierre Bourdieu dest pê bikin. Li gor Bourdieu, hilberîna çandî wek sînorkirî û bipîvan dabeşî du kategoriyan dibe.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, fîlmefestîvalên nû jî hatin lidarxistin. Locarno (1946) li Swîsreyê, Karlovy Vary (1948) li Çekoslovakyayê û Fîlmefestîvala Berlînê li Almanyaya Rojava (Berlinale, 1951) ji wan fîlmefestîvalan ên navdar bûn ku îro jî berdewam dikin. Bernameya festîvala bêlayen a Swîsreyê Locarnoyê, hem cih dida fîlmên Bloka Rojhilatê hem jî ji her aliyê cîhanê ji bo ekolên nû yên sînemayê vekirîbû û Karlovy Varyyê jî fîlmên ji Bloka Rojhilatê û fîlmên Rojavayî yên ku ne-paşverû dihesibandin daxilî bernameya xwe dikir.
Berlinale ku di sala 1951an de hat damezrandin, wekî vîtrîna Bloka Rojhilatê hate plankirin. Tevî ku gelek kesên cuda berê pêşniyara lidarxistina festîvalekê li Berlînê kiribû jî, festîval ji aliyê Oscar Martay ve li Almanyayê hat damezrandin ku endamê Şaxa Karûbarên Agahdariyê ya Komîseriya Bilind a Almanyayê ya Dewletên Yekbûyî bû. Fşlmefestîvalên Ewropaya Rojava yên berî Berlinaleyê, bi giştî li bajarên geştyarî yên wekî Venedîk û Cannesê dihatin lidarxistin, lê Berlinaleya ku bi gavavêtina Amerîkayê li Almanyayê dest pê kiribû, ji ber armancên siyasî li Berlîna ne-geştyar pêk hat. Almanyaya Rojhilatê jî di nav de di festîvalê de cih nedan fîlmên ji Bloka Rojhilatê. Lê belê ji bo Berlîniyên Rojhilatê yên ku dixwestin beşdarî festîvalê bibin, pêşandanên taybet hatin lidarxistin. Ev nîşandan, bi armanca ku festîval bala Berlîniyên Rojhilatê bikêşe, bi bilêtên erzantir li deverên sînorî dihatin lidarxistin. Vê pêkanînê heta sala 1961ê yanî avakirina Dîwarê Berlînê berdewam kir.
Her ku hejmara fîlmefestîvalan zêde bû, saziyên ku dixwestin tesnîfkirin û rêziknameyên cûrbecûr bidin nasîn jî derketin holê. Federasyona Çêkerên Fîlman a Navneteweyî (FIAPF) hin festîvalên fîlman ên elît daxilî kategoriya fîlmefestîvalên Lîste A-yê. Her çiqas festîvalên wekî Karlovy Vary, Locarno û San Sebastianê karîn di vê lîsteyê cih bigirin jî Venedîk, Cannes û Berlinale îro jî wekî sê mezinên herdemî hebûna xwe didomînin.
1968-1980: Salên Guherînê
Ji bo em di bernameyên festîvalan de serdemên cihêreng û nêzîkatiyên ne-ewropa-navendî fêm bikin, divê em berê xwe bidin sala 1968an. Bandora protestoyên xwendekaran û grevên karkeran ên sala 1968an a li ser sînemayê bi taybetî di Fîlmefestîvala Cannesê de xwe da der. Derhênerên wekî Jean-Luc Godard, François Truffaut û Claude Lelouch, hem ji ber ku damezrînerê Sînematheka Fransî Henri Langlois ji aliyê hikûmeta Fransî hat qewirandin hem jî bi daxwaza danîna bernameyeke berfirehtir û bo azadî û xweseriya hunerî, di nav pêşengên xwepêşandanan de cih girtin.
Faktoreke din a ku bû sedema protestoyan jî nenîşandana fîlma îngilîz Tell Me Lies (Peter Brooks, 1968) bû ku rexne li dagirkeriya DYAyê ya li Viyetnamê dikir. Komîteya festîvalê ji ber danûstandinên di navbera Amerîka û Vîetnamê yên li Parîsê de fîlm red kir. Gelek derhêneran berhemên xwe wekî amûrê sekna li dijî şer û parêzvaniya aştiyê dîtin. Çalakî bi betalkirina Cannesa 1968an bi dawî bûn. Van protestoyan û betalkirina festîvalê di rêvebirina Cannesê de guhertinek ferz kir. Di sala 1969an de, bi bernameyeke ne-rikber, Panzdeh Rojên Derhêneran (Quinzaine des Réalisateurs) derket holê ku ji aliyê Yekîtiya Derhênerên Fransî ve hatibû damezrandin. Bandora sala 1968an bi awayekî mayînde avanî û rêveberiya fîlmefestîvalan guhert. Derketina rêxistinên serbixwe yên wekî Directors' Fortnightê, yek ji giringtirîn nîşaneyên vê guherînê bû.
Bûyereke din a ku li Cannesê qewimî, di Berlinaleya 1970an de jî qewimî û wekî li Cannesê, ew jî bû sedema guhertinên mayînde. Piştî ku fîlma Michael Verhoeven O.K. (1970) ku çîroka jineke ciwan a Viyetnamî ku ji aliyê leşkerekî Amerîkî ve rastî êrîşê tê û tê kuştin adapte dike û tîne Bavyerayê, ji aliyê juriya festîvalê ve ku serokatiya wê derhênerê Amerîkî George Stevents dikir, hat dîskalîfiyekirin. Di encamê de nîqaşên ku rê li ber îstîfakirina rêveberên festîvalê vekirin rû dan û ev bû sedema îstifakirina rêveberên festîvalê. Di nîqaşan de bal kişandin ser sînordarkirina azadiya hunerî ku ji ber berjewendiyên neteweyî tê sepandin.
Piştî krîza 1970yî, li Berlinaleyê avaniyên ku dişibin guhertinên li Cannesê derketin holê. Ev guhertin nîşana wê yekê bûn ku dewletan ji feraseta pêşkêşkirina sînemaya xwe berê xwe didan çandeke serbixwe ya sînemayê. Foruma Navnetewî ya Sînemaya Nû (Internationale Forum des Jungen Films) di sala 1971ê de, piştî betalkirina Berlinaleya sala 1970an hate damezrandin. Ji bijareya Forumê ku ji hêla Arşîva Fîlman a Hogirên Almanan ve hat organîzekirin (niha wekî Arsenal- Enstîtuya Hunera Fîlm û Vîdyoyê tê zanîn), armanc ew bû ku ji bo derhênerên nû platformeke nû damezrîne ku formên sînemayê yên nû an ku kêm têne temsîlkirin pêşkêşî temaşevanan bike.
Rewşa bêdewletbûna Kurdan û sînemaya Kurdî pirsgirêka meşrûbûnê bi xwe re tîne. Sînemaya Kurdî ji ber bêdewletbûnê tu carî derfet nedît ku xwe weke sînemayeke neteweyî ava bike. Ji ber ku di erdnîgariyeke parçebûyî de derket holê, ji endustriyeke hevpar, zimanekî standard û meşrûbûna çandî bêpar mabû. Rola fîlmefestîvalên navneteweyî jî di warê bidestxistina meşrûiyeta çandî ya Sînemaya Kurdî de derdikeve holê.
Di salên 1950yî de, festîvalên wekî Venedîk, Cannes û Berlinaleyê bi gelemperî bala wan li ser sînemaya ewropa-navendî bû û derfetên wekhev pêşkêşî sînemayên derveyî Rojavayê nedikirin. Lê belê, piştî Gulana 1968an, festîvalên Ewropî bi rengekî çalak berê xwe dan sînemaya derveyî ewropayê jî. Festîval di vê serdemê de êdî ne ew platform bûn ku tenê sînemayên neteweyî lê dihatin nîşandan, ew veguherîn çalakiyên xwedî bernameyên serbixwe. Rêvebir û bernameçêkerên festîvalan bi awayekî çalak dest bi lêgerîna çandên nû yên sînemayê yên li derveyî sînorên welatên xwe kirin.
Salên destpêkê yên sînemaya Kurdî: Yılmaz Güney, Berlinale, Cannes
Yılmaz Güney ku li bakur berhemên yekemîn ên sînemaya Kurdî dan, di fîlmefestîvalên mezin ên Ewropayê de jî bû nûnerê yekemîn ê Kurdan. Fîlma Yolê (Şerif Gören, 1982) ku wî hem nivîsîbû hem jî çêkeriya wê kiribû, bi fîlma Costa Gavras Missing (1982) re li Cannesê xelata Palmiyeya Zêrîn bi dest xist û ev bû yekemîn serkeftina mezin a sînemaya Kurdî ku êdî xuya dikir. Lê belê Yol, ne yekemîn fîlma sînemaya Yılmaz Güney e ku di fîlmefestîvalên Lîste-Ayê de tê nîşandan. Sürü (Zeki Ökten, 1978), ku senaryo û çêkerî aîdî wî bû lê ji ber ku ew dîsa di girtîgehê de bû nekarîbû bi fîzîkî derhêneriya wê bike û Düşman (Zeki Ökten, 1980) jî di nav fîlmên sereke yên bernameya Berlinaleyê de cih girtin. Sürüya ku di bijareya Forumê (Forum of New Cinema) ya Berlinaleyê de hat nîşandan, xelatên Interfilm – Otto Dibelius û OCICê wergirtin. Sürüyê gelek bal kişand û vê jî rê li ber wê yekê vekir ku ew ji aliyê kanalên televîzyonên Ewropayê ve were kirîn û nîşandana xwe bi rêya televîzyonê bidomîne. Ligel vê yekê, filmê bala fîrmaya Swêdî Cactus Filmê jî kişand û fîrma bû şirîkê çêkeriya filma Yolê û deriyê Cannesê jê re vekir. Piştî Yolê filma dawî ya Güney Duvar (1983) jî li Cannesê di beşa pêşbirkê de cih digire lê vê carê nikare xelatekê bistîne.
Dema mirov li dîroka fîlmefestîvalan dinêre jî tê dîtin ku bernameyên festîvalan nikarin destê xwe ji geşedanên siyasî yên berdest bişon. Ji Cactus Filmê ku yek ji çêker û belavkerê Yolê ye, Donat Keusch dibêje ku keyfa rêvebirên wê demê yên festîvalê ji bo serlêdana Yolê ya Cannesê nehatibû, lê fîlm bi gavavêtina Jack Langê ku Wezîrê Çandê yê hikûmeta sosyalîst a wê serdemê bû, daxilî bijardeyê tê kirin. Li gor Keusch ku di wê baweriyê de bû ku fîlm dê li Cannesê serkeftî be, rêvebirên festîvalê yên wê demê di fêmkirina fîlmê de ketine zehmetiyê. Çêkeran ji bo ku temaşevanên Rojavayî jî fîlmê fêm bikin, Güney razî kirine ku di domahiya fîlmê de navên bajarên ku karekter jê derbas dibin bên nivîsandin û peyva Kurdistanê li ser ekranê xuya bike ku îro ji bo sînemaya Kurdî kêliyeke sembolîk temsîl dike. (Donat Keusch, hevdîtina şexsî, 7 Tebax, 2023).
Salên 90î û 2000î: Avakirina Meşrûiyeta Çandî
Piştî Yolê bîst salan, Fîlma Kilamek Ji Bo Beko (1992) ku muzîkjen Nizamettin Ariç derhêneriya wê kiriye, wekî yekemîn fîlma ku bi tevahî bi Kurdî hatiye kêşan balê dikişîne. Fîlma ku di Fîlmefestîvala Venedîkê de xelata Kodak-Cinecriticayê wergirt, di dîroka sînemaya Kurdî de cihekî giring digire.
Salên 1990î wekî salên ku bi taybet ciwanên Kurd hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li dîasporayê dest bi çêkirina sînemayê kirin derketin pêş. Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê ku di sala 1996an de li Tirkiyeyê di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de hat avakirin, hem ji bo ciwanên Kurd hem jî ji bo kesên ji civakên cuda ên li Tirkiyeyê dijîn, bû cihê hînbûn û hilberandina sînemayê. Yekemîn fîlma ku di vê serdemê de bi hevkariya NÇMyê derketiye pêş, filma Güneşe Yolculuk (1999) a Yeşim Ustaoğluyê ye. Ev fîlma ku ji bo girintirîn xelata Berlinaleyê Xelata Hirça Zêrîn, wek namzet hat nîşandan li hember hemû zehmetiyên serdema xwe sekiniye. Ustaoğlu dema di civîna çapemeniyê ya fîlmê de bersiva pirsên rojnamevanan dide, her tim têkiliya fîlmê ya bi rastiyê re tîne ziman û dibêje ku wê feyza çîroka filmê ji du nûçeyên rojnameyê girtiye.
Ev nûçe derbarê du gundan de bûn. Gundek hatibû valakirin, yek jî di encama çêkirina bendavê de di bin avê de mabû. Ustaoğlu di vê rêwîtiya xwe de ku wekî derhênereke ne Kurd derketiyê, hewl dide bi lîstîkvanên Kurd rastiya çîrokê bide der. Dema ku ji Ustaoğlu pirs dikin ku çima bi lîstikvanên bêtecrube re xebitiye, dibêje Min xwest di vê filmê de bi wan kesan re bixebitim ku çîrokê herî baş hîs û fêm dikin. Dema di civîna çapemeniyê de berê mîkrofonê didin lîstikvanên sereke yên fîlmê Nazmi Kırık û Newroz Bazê, Baz diyar dike ku ew bi perspektîfeke kolektîf li fîlmê dinêre. Kırık û Baz her du jî dibêjin ku ev fîlmên wan ên yekem in, lê ev çend sal in li NÇMyê şanogeriyê dikin. Bazê anî ziman ku fîlm di nav hevgirtinê de hatiye kêşan û wiha dibêje: “Bi rastî jî cihgirtina di fîlmekî wiha de giring e. Dema ku haya me ji giringiya wê çêbû jî me xwe bêtir berpirsiyar hîs kir.
Salek piştî Güneşe Yolculukê, du fîlmên ji Îranê Kurdan li Cannesê tînin ser ekranê. Bahman Ghobadi, ji xeynî fîlma derhênera îranî Semira Makhmalbafê (Textê Reş, 2000) ku têde rola mamosteyê Kurd Reeboir dilîst û bû berbijarê Palmiyeya Zêrîn, di heman salê de bi fîlma xwe ya bi navê Time for Drunk Horses (Demek Ji Bo Hespên Serxweş, 2000) diçe Cannesê. Demek Ji Bo Hespên Serxweş li Cannesê xelatên Kameraya Zêrîn û ya Federasyona Navneteweyî ya Rexnegirên Fîlman (Fipresci) wergirt. Serkeftina Ghobadi, ji serkeftina takekesî ya derhênerekî wêdetir, di naskirina Kurdan û pêşxistina sînemaya Kurdî de roleke giring lîst.
Ji bo em fêm bikin ka serkeftina Güney û piştre ya Ghobadî di festîvalên fîlmên navneteweyî de bi dest xistî, li ser sînemaya îroyîn a Kurdî bandoreke çawa kiriye, em dikarin ji bergeha civaknasiya çandî ya civaknasê Fransî Pierre Bourdieu dest pê bikin. Dema lêkolîn li ser festîvalên fîlman tên kirin, têgeha Bourdieu ya sermayeya sembolîk gelek caran bi têkildarkirina ligel pêvajoya meşrûbûna çandî tê nirxandin. Li gor Bourdieu, hilberîna çandî wek sînorkirî û bipîvan dabeşî du kategoriyan dibe. Her çiqas ev kategorî bi teqez nehatibin danîn jî, berhemên ku armanca wan girseyeke mezin a temaşevanan e wek berhemên pîvan-mezin tên qebûlkirin. Serkeftina aborî ya di vê çarçoveyê de ji bo peyanên bi vî rengî dibin çavkaniya prestîj û meşrûbûnê. Ji aliyê din ve, di hilberandinên sînordar de, prestîj girêdayî naskirin û qedirşinasiya pisporan e. Ev pispor, di festîvalên fîlman de dikarin bibin kesên wek endamên komîteya hilbijartinê, bernameçêker, jurî, rexnegirên fîlman û kesên din ên cûrbecûr ku ji bo kar û barên din ên têkildarî festîvalê wezîfedar in. Her çiqas ji bo berhemên sînordar eleqeya temaşevanan xwedî roleke piçûk be jî, hin festîval ji bo ku temaşevanan daxil bikin, stratejiyên wekî xelata temaşevanan disepînin û wan teşwîqî beşdariyê dikin. Bourdieu bi teoriya sermayeyê destnîşan dike ku kirdeyên di nav heman qadê de li ser çavkanî û berjewendiyan pêşbaziyê dikin. Sermayeya ku kirdeyekê bi demê re berhev kirî, cih û bandora wî ya di jiyana civakî de diyar dike. Sermayeya sembolîk di warê hilberîna çandî de xwedî cihekî giring e.
Rewşa bêdewletbûna Kurdan û sînemaya Kurdî pirsgirêka meşrûbûnê bi xwe re tîne. Sînemaya Kurdî ji ber bêdewletbûnê tu carî derfet nedît ku xwe weke sînemayeke neteweyî ava bike. Ji ber ku di erdnîgariyeke parçebûyî de derket holê, ji endustriyeke hevpar, zimanekî standard û meşrûbûna çandî bêpar mabû. Rola fîlmefestîvalên navneteweyî jî di warê bidestxistina meşrûiyeta çandî ya Sînemaya Kurdî de derdikeve holê. Meşrûbûna hunerî ya ku Yılmaz Güney û Bahman Ghobadî bi xelatên ku wergirtine bi dest xistine, ji aliyê lijneyên hilbijartinê yên festîvalan û juriyên ku xelatan didin tê avakirin. Sermayeya sembolîk a ku Güney û Ghobadî bi dest xistine, tenê li ba wan namîne, di heman demê de guhêzbar jî dibe. Bo nimûne festîvalên fîlman ên ku ji aliyê Kurdên li dîasporayê ve bi bandora serkeftina Ghobadî hatin damezrandin di vî warî de nimûneyên giring in. Piştî ku Ghobadî Xelata Kameraya Zêrîn wergirt salekê, di 2001ê de Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê hat damezrandin, niha Xelata Kurtefîlma Herî Baş a Yılmaz Güney dide. Bi taybet ji ber Güney li sirgûniyê bi aşkerayî Kurdbûna xwe qebûl dike û nêzîkî tevgera rizgariyê ya Kurdan dibe, dibe wesîle ku sermeyeya wî ya sembolîk ji bo fîlmefestîvalên Kurdî were deyngirtin. Bi navê wî dayîna xelata baştirîn fîlmê dikare wekî hewleke festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bê dîtin ku dixwaze vê sermayeya sembolîk a ku ji Güney hatiye deyngirtin ji bo nifşa nû ya sînemagerên Kurd veguhêze.
Haletên Kurdîniyê li Berlinaleyê
Bi salan belkî jî di nav fîlmefestîvalan de herî zêde Berlinaleyê cih da fîlmên sînemaya Kurdî. Hem ji çar parçeyên Kurdistanê hem jî ji dîasporayê cihgirtina fîlmên Kurdî di bijareyên cûrbicûr ên Berlinaleyê de bû wesîle ku hem zimanê Kurdî hem jî cihêrengiya Kurdan li ser ekranê ji xwe re cihekî peyda bike. Fîlmên Û Nêrgiz Biskivîn (Hussein Hassan Ali & Masoud Arif Salih, 2006), Dol (Hiner Saleem, 2007), Trattoria (Soleen Yusef, 2012), Were Dengê Min (Hüseyin Karabey, 2013), Toz Bezi (Ahu Öztürk, 2015), Okul Tıraşı (Ferit Karahan, 2021), Sonne (Kurdwin Ayub, 2022) û I'm Toten Winkel (Ayşe Polat) dikarin wek mînakên berbiçav werin hejmartin ku di gelek bijareyên Berlinaleyê de cih girtine.
Salên berê, nasnameya Kurdî ya fîlman dihat paşguhkirin, lê piştre hêdî hêdî be jî, sînemagerên Kurd di fîlmefestîvalên navnetewî de ji xwe re cih peyda kirin û dikin û ev yek naskirina Kurdan ji hêla çandî û hunerî ve ferz dike. Lê belê rewşa transnasyonel ya sînemaya Kurdî ya nenavendî, her çiqas rê li ber formên afirînertir veke jî aliyên burokratîk û darayî yên endustriya fîlman dibin sedema zehmetiyan. Têgihiştina ku tenê netew-dewlet dikarin berhemên sînemayî bidin hêj li dar e, çinku fîlma sînemagerekî Kurd dibe malê tirk, alman, îranî an jî fransiyan lê nikare bibe malê Kurdî. Loma fîlmçêkerên Kurd divê ji bo Kurdbûnê têkoşîna meşrûbûna çandî bide.
Çavkanî
Berlinale 1999. Journey to the Sun Press Conference. Dîroka Bidestxistinê 20 Sibat 2023. https://www.berlinale.de/en/archive/photos-videos/videos.html/vt=press-conference/f=competition/y=1999/o=desc/p=1/rp=40?l=221506
Bourdieu, Pierre. Distinction: A Social Critique of the Judgement of Taste. Translated by Richard Nice. Harvard University Press, 1984.
———. The Field of Cultural Production. Columbia University Press, 1993.
Candan, Can. ‘Kurdish Documentaries in Turkey: An Historical Overview’. In Kurdish Documentary Cinema in Turkey: The Politics and Aesthetics of Identity and Resistance, 1–33. Newcastle upon Tyne: Cambridge Scholars Publishing, 2016.
Gündoğdu, Mustafa. ‘An Introduction to Kurdish Cinema’. Dîroka bidestxistinê 10 Tîrmeh 2022. https://www.academia.edu/5773023/An_Introduction_to_Kurdish_Cinema
[1]