Çexov
Werger: Firat Cewerî
1995
Derbar: Anton Pavlovîç Çexov di hivdehê meha yekê, 1860’î de, li bajarê Taganrogê tê dinyayê. Ew li ber destên bavekî dîndar, sert û awirtûj digihê û li dikana wî şagirtiyê dike. Bavê wî yê dîndar, ji bo ku gunehê xwe bi Xwedê bide efukirin û ruhê xwe nêzîkî Xwedê bike, ew Çexovkê biçûk jî nêzîkî dîn dike û wî di riya dîn de perwerde dike.