Narîn Umer, nivîskar û helbestvana Kurd e.
Di sala 1967′an de li Dêrika rojavayê Kurdistanê ji dayîka bûye.
Xwendina xwe ya seretayê, amadehî û navendî li dibistanên Dêrikê qedandiye, paşê li Zanîngeha Şamê (Wêjeya Erebî) xwend, û di sala 1995′an de xwendina xwe bi dawî kir û der çû
Narîn Umer ji jinên pêşeng e li Rojava ku dest bi nivîsandina bi zimanê dayîkê kiriye…Helbest,çîrok û romanê dinivîse, û giraniyê dide ronîkirin û belgekirina jiyana navdarên jin ên Kurdan û gelek lêkolîn û nivês di vî barî de belav kirine.