Tahare Emer
(1923 - 2013)
Çanda meye netewî dîsa zîyana mezin kişand: 26-ê tebaxê sala 2013-a rewşenbîrekî meyî navsere, dersdarê emekdar, doktorê dîrokzanîyê Taharê Emer di 90-salîya temenê xwe de li qeza Xarkovê (Ûkraîna) çu li ser dilovanîya xwe.
Taharê Emerê Abas di nava civaka me de dêmekî berviçav bû, xizmetkarekî çanda kurdî yê naskirî bû. Ew sala 1923-a li Ermenîstanê li gundê Sînçanlûyê (navçeya Talînê) ji daykê bûye. Eva gunda gundekî kurdên êzîdîya yê kevnare li herêma Ermenîstanê. Sînçanlû dikeve li başûr rûjavayê çîyayê Elegezê. Binecîyên vî gundî bêtir ji êla Hesinîyane. Ewana piştî şerê Rûsa-tirkan yê salên 1828-29-an ji devera Ebexê (bakûrê Kurdistanê) ji ber zulm û zordarîya Roma reş koçber bûne û hatine vira. Sala 1935-a navê gundê Sînçanlûyê (wî gundîra usan jî dibêjin Sinçan) diguhêrin û datînin Avtona (bi kurdî – av tune). Lê sala 2006-an evî navî jî dughêrin û dikine Mes Dzor (bi ermenî – gelîyê mezin).
Taharê Emer xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe, lê ya navîn li gundê cînarYêşîlê (naha Kakavadzor), ku gundê ermenîyane, dest tîne. Û dû re weke 60 salan dersdarîyê dike: li Sînçanê dibe serokê dibistanê, li gundên Tilik, Heko, Zovûnîyê û li bajarê Yêrêvanê dersên dîrokê, ziman û wêje dide. Salên 1980-1988-an ew dersbêjê înstîtûta Yêrêvanêye polîtêxnîkîyê ya ser navê Karl Marks bû.
Taharê Emer salên nîveka 1960-î xwendina bilind dest tîne. Ew bi şêweyê dûreke li fakûltêta dîrokê ya înstîtûta Yêrêvanêye dersdaramedekirinêye li ser navê Xaçatûr Abovyan dixwîne û li ser hevda tîne. Piştî wê yekê ew bi kar re tevayî xwendina xwe di warê zanîstîyê de li aspîrantûrayê dûmayî dike û sala 1971-ê têza xwe ya zanyarîyê xwey dike û navê doktorê dîrokzanyê werdigre. Mijara têza wî ev bû: «Karmendîya partîya komûnîst ya Ermenîstanê di warê bilindkirina dereca kurdaye çand-ronakîyê de (salên 1920-1970)». Paşê eva xebata wîye zanîstîyê dibe bingeha pirtûkeke cihê ya bi navê «Di mala ezîz de», ku sala 1982-an li Yîrêvanê derdikeve. Gelek gotarên balkêş yên li ser dîrok û çanda kurdî jî li ber pênûsa Taharê Emer derketine, ku salên cihê-cihê li ser rûpêlên rojnama «Rya teze», kovar û rojnamên ermenî çap bûne û bi radîyoya Yêrvanê ya kurdî weşîyane.
Taharê Emer erf û edetên gelê me baş dizanibû, karmendekî civakêyî aktîv bû, herdem di cîvînan de pêşda dihat û li ser rê-rizmên netewî deng dikir, xênjî xebata perwerdê, ew usan jî tevî karê çareserkirina pirsgirêkên civakî li gundên ku lê kar dikir dibû.
Ew xudanê du pirtûkên belgeyî-bedewetîyê ye. Berhema wîye bi navê «Cangîr Axa», ku sala 2005-a bi kurdî li Yêrêvanê ronahî dîtîye, li ser mêrxasê gelêrî Cangîr Axa û berxwedan wî ya dijî tirkane di dema rev û beza êzîdîyan de ya piştî şerê cîhanêyî yekemîn. Pirtûka wîye duda tê navkirinê: «Hizkirina buhurtî». Ev berhem sala 2007-an dîsa li Yîrêvanê çap bûye. Di wê de poyêma «Ûsiv û Cewihar» û helbest cîwar bûne. Poyêma «Ûsiv û Cewihar» li ser bingeha bûyerên dîrokî hatîye sêwirandinê, yên ku di destpêka sedsala 20-î li berpala çîyayê Elegezê, li fêza gundê Sînçanê û Baysizê, li devera bi navê warê Gulî Cewar Axa qewimîne. Poyêm li ser mirazê qurçimî yê du dilên bengî–Ûsiv û Cewiharê ye. Di vê efrandinê de pevgirêdan û dan û stan yên du beşên gelê me ya kurdên êzîdî û musulman gelek baş tê ber çavan.
{mosimage} Di nava gelê me de Taharê Emer usan jî naskirî bû wek bilûrvanekî bi nav û deng. Dengê bilûra wî, ku herdem bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê tê dayînê, bîra tu kesî naçe, mirov pêva heyr û hijmekar dimîne. Stranên «Mem û zîn», «Sîyabend û Xecê», «Kerro û Kulik», ku Egîtê Têcir distrê, di radyoyê de bi dengê bilûra Taharê Emer hatine qeydkirinê. Gelek hostên sazbendîyêye navdar yên ermenî û kurd di dema xwede havêjîya xwe Tahrê Emer û şureta wîye bilûrvanîyê ya bêqusûr anîne. Miqamên, ku ewî bi bilûrê lê xistine, îro di dengxana radyoya kurdî ya Rewanê de wek nimûnên sazbendîya kurdîye delal têne parastinê.
5-ê tebaxa îsalin ewled, nevî û nevîçirkên Taharê Emer 90-salîya wî pîroz û bimbarek kirin. Rast se mehan berî hingê, 5-ê gulanê ez bi taybetî çûm wî bibînim û dû rojan bûme mêvanê wî. Ew li bal herdu kurê xwe–Elîxan û Şeko dima. Mala wan li rex bajêr bû, berga malê fireh bû, cîkî bînvekirî û xweş bû. Apê Tahar li ser darê pîya diçû û dihat, bîra wî jî li cî bû. Ewî gilyên salên dersasbûyî dikir û bûyerên rojên bihurî bîr danî. Em bi malbetî berê-paşêda hevra nas û nêzîkin. Sînçan li fêza gundê me Baysizê dikeve. Di navbera herdu gundan de gelîkî mezin heye. Binelcîyên van gundan di nava dewranan de gelekî hevra baş bûne, di xêr û xweşîyê, di talî-tengasîyê de li rex hev bûne. Û di rev û bezan, wek dibêjin di rojên oxirmê giran de jî pişgirîya hevdu kirine.
Apê Tahar bi keser gundê xwe bîr danî. Çend sal bûn, ku ew neçûbû gûnd. «Min heya bîra kevirên gundê me jî kirîye»,– digot û dikire axîn…
… Gava Taharê Emer dikeve li ber ruh, ew gazî kurên xwe dike û temî-wesyeta dide wana: «Lawo, mirin emrê xwedê ye. Çira tu kesî heya sibê vêneketîye. Dema ku ez mirim, min bivne gundê me û di nava mexberê kal-bavan de binax bikin…».
Lema jî lawên Taharê Emer maytê bavê xwe 27-ê tebaxê birne Ermenîstanê, ku li gundê Sînçanê (Avtona) bispêrne ax-berê sar.
Ji navê rewşenbîrên kurdên Sovîyêta berê em serxweşîyê didine malbeta Taharê Emer. Bila rehma Xwedê wî be! Bila ser lawên wî û gelê me sax be!
Prîskê Mihoyî.
.cîgirê serokê para çapemenîyê ya Wezîreta
.çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtyayê,
.rojnamevanê vê komarêyî emekdar.[1]