Nasnav: Kendal Ronî
Nav û paşnav: Necatî Ûtkû Kîraz
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Navê dê û bav: Safiye - Yilmaz
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Amed
KENDAL RONÎ
Hevrêyê me Kendal ku bi eslê xwe ji Sîweregê ye, ji ber ku beriya ji dayik bibe malbata wî koçberî Mêrsînê bûye, li wir ji dayik bûye û mezin bûye. Hevrêyê me Kendal ku ji ber pêkhatina malbata xwe ya civakî nekarî bi tevahî nirxên xwe yên netewî bijî, her dem di ferqa kêmahiyek de jiya. Hevrêyê me Kendal li cihê ku Rêber Apo dest bi meşa xwe ya şoreşgerî kir, li zanîngehê Enqereyê PKK’ê nas kir. Bi vê re dest bi naskirina rastiya Kurd û Kurdistanê, rastiya dijmin û rastiya kesayeta Kurd a îstîsmarkirî kir. Her ku sempatiya wî a ji bo partiya me zêde bû, li hember rastiya gel meraqa wî zêdetir bûye û ketiye lêgerîna nirxên xwe. Her ku cewhera kurdayetî nas kir, bi trajediya gelê me re jî rû bi rû hat. Ji bo vê jî hesta têkoşînê hêj zêdetir mezin bûye û li ser rê û rêbazên têkoşînê lêhurbûna wî zêde bûye. Di vê çarçoveyê de li zanîngeha ku lê dixwîne tevlî xebatên ciwanan dibe û di sala 2013’an de ji bo gelê me bi awayek fedaî têbikoşe tevlî nava refên gerîla dibe.
Hevrêyê me Kendal ê ku yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê li Amedê kir; ji bo parastina xaka Kurdistanê ji hêzên dagirker, mêtînger û talanker bike, ji bo azadiya Rêberê xwe û gelê xwe li qada Amedê têkoşîn kir. Li qada Amedê bi dehan hevrêyên xwe yên fedaî nas kir û ji sekna wan a jiyanê û hevrêtiya wan gelekî bandor bû. Hevrê Kendal ku piştî sal û nîvekê li Amedê ma û ji pratîka xwe ya gerîlatiyê ezmûnek mezin wergirt, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji bo ku ezmûna xwe ya leşkerî bike bingehê gerîlatiya profesyonel û bibe pêşengê mîlîtanê fedaî yê Rêber Apo tevlî rêxistina Hêzên Taybet bû. Hevrê Kendal ku bi perwerdeya ku dîtiye re armanc dike ku bibe yek ji milîtanên herî pêşeng ya artêşa xweparastinê ya PKK'ê, ji bo vê jî kedeke bêhempa daye û xwe fedayê xeta Rêbertiyê kiriye.
Hevrêyê me Kendal ku mejî û dilê xwe bi bîrdozî û rastiya Rêber Apo ve girêdide, di her kêliya têkoşîna xwe de ji şerê xwe tawîz nedaye û bûye mîlîtanekî bi mînak. Milîtaniya xwe her tim di astek jor de pêk aniye û di xebat û şerê xwe de bi baldarî, disîplîn, hesasiyet, fedakarî û bi vîna xwe hewl daye bibe serkeftinê. Hevrêyê me Kendal ku di her kêliya têkoşîna xwe de lêgerîna xwe ya zanistiyê didomîne, asta ku gihaştiye têr nabîne û ji bo bi hêztir bibe û rastiya Rêbertiyê di tevahî hucreyên xwe de bijî, her tim hewl û ked daye. Hevrêyê me Kendal ku gerîlatiyê weke lêgerîna jiyan û heqîqetê dinirxîne; gihiştiye cewhera gerîlatiyê, bûye aîdê xwe û bûye Kurdistanî.
Hevrê Kendal ku hem di warê leşkerî de hem jî di sekna xwe ya bîrdozî de gerîlayekî jêhatî ye, her tim xwestiye li qada şer bibe lêgera pêkanîna pêdiviyên dilsoziya bi Rêbertiya me û şehîdên me re. Tevî ku weke endamê Hêzên Taybet di gelek xebatên hesas de cih girtiye jî, dilê wî her tim bi têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê lêdida. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Kendal ê ku berê xwe da Amedê, qada ku lê dest bi gerîlatiyê kir û gavên destpêkê ber bi xwebûnê de avêt, bi enerjiyek bêrawestan weke pêwîstiyeke dilsoziya bi bîranîna hevrêyên xwe re tevlî xebatan dibe. Hevrêyê me Kendal ku di qada Amedê de gelek xebat dane meşandin, bi serkeftina xwe ya di van xebatan de hewl da ku layîqê hevrêyên xwe yên şehîd bibe. Hevrê Kendal ku di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt, di van çalakiyan de bi cesaret û azweriya xwe derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Kendal ku di 17’ê Tîrmeha 2022’an de di şerê li hember dijmin de ku heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da, bi rengekî layiqî nasnameya xwe bi fedaî gihiştiye şehadetê.[1]