Diyarname
Bi navê Xwînzê pirtûkeke ku ji çîrokek dirêj pêk tê derket. Pirtûka ku ji aliyê #Mihemed Mihdî# Nêçîrvan hatiye nivîsandin ji Weşanên #Aryen#ê derket.
Nivîskar Mihemed Mihdî Nêçîrvan berê du pirtûkên din derxistibûn û niha pirtûkeke nû pêşkêş kir: Xwînzê.
Nêçîrvan di pirtûkê de bi ser serboriya sê jinên ji komkujiya ermenan xilas bûne re mesele girtiye dest. Di pirtûkê de berê qala rewşa gund, Gundê me li beriyê bû. Gund neh-deh mal bû. Gundekî biçûk, paqij û aram bû. Li kêleka çemekî ava bûbû. Meha adar û nîsanê baran pir dibariya, li çiyê berf diheliya, av radibû (R.12) dike. Qala xwarin û vexwarinan jî kiriye, Li dora gundê me tolik, stirîzerk, harik, pariyêmihê, kelbeş pir çêdibûn. Pîrika min biharî ew didan hev, dikir şîv. (R.11)
Ev vegotin wisa dom kiriye: Di dawiya meha adarê yan jî nîsanê de gundiyan hemî bîstan diçandin. Cebeş, petêx û ecûr, di dawiya gulan ya jî serê pûşperê de derdiketin.
Ev beşên li ser gund, kar û barên wan beşên serketî ne jî. Û dûre ber bi meseleya ku qal dike de çûye. Qala ermenên ji cihên cur bi cur hatine koçberkirin-kuştin, ji devê sê jinên ji van bûyeran rizgar bûne aniye ziman. Pirtûka ku bi zimanê çîrokî hatiye sazkirin serboriyeke xemgîn tîne ziman lê di warê honakê de pirsgirêkên wê hene û di hin cihan de jî nakokî xwe nîşan didin. Ligel her tiştî pirtûkeke çîrokan ku hêjayî xwendinê derketiye holê.
Mihemed Mihdî Nêçîrvan Kî Ye?
Nivîskar Mihemed Mihdî Nêçîrvan di 21'ê adara 1955 an jî 1956'an de li gundê Duhêla Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Li gundê Sinara dibistana seretayî, li Serêkaniyê dibistana navîn, li Akşehîr, Duzîçî û Susuzê dibistana mamostetî xwendiye. Bi salan mamostetî kiriye.
Berî vê bi navê Şahmaran (Çîrok, Weşanên Do, 2015) û Derwêşê Evîna Te Me (Helbest, Weşanên Do, 2018) du pirtûkên wî hatine çapkirin.
- Xwînzê / Mihemed Mihdî Nêçîrvan / Weşanên Aryen / Çîrok / 53 rûpel / Pûşper 2022
[1]