Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,700
 105,549
 19,655
 98,448
Video 1,419
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXVI
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXVI

ŞERÊ TAYBET – BEŞA XXVI
#BAŞÛRÊ KURDISTANÊ#
Li Hemberî Metodên Hatine Rûpeşkirin Ê Serweriya Zilam, Sekna Jina Azad

Li vê parçeya ku salên dirêj di bin desthilatdariya Osmaniyan de jiyan kiriye, piştî hevpêymana Lozanê ya di sala 1923’an de hatiye îmzekirin Kurd ketine bin desthilatdariya dewleta Iraq’ê ya di bin mandaya Îngîlîzan. Dewleta Iraq’ê ya ku bi hilweşandina Osmaniyan di bin mandaya Îngîlîzan hatiye avakirina bi wesfa xwe ya netew-dewletê li ser Kurdan metîngeriyê ferz kiriye û vêya pêk aniye. Parçeya Başûr bi dewleta Iraq’ê re hatiye girêdan, Mûsil û Kerkûk yên ku bi hilberîna petrolê her tim di nav pençê dewletên metînger de ne, weke ‘heremên di bin hîmaya Îngîlîzan’ gihandine statuyê. Ev parçe ji bo hêzên derve her tim bûye qadekî girîng. Rêbertiya me sedemên vê girîngiyê wiha tîne ser ziman; “Ya yekemîn; Kurdên li Iraq’ê ji bo venêrîna Erebên Iraq’ê hatiye hilanîn. Ya dûyemîn; di nav nakokiya Îran-Iraq’ê de amûrê herî girîn a bikar anînê ye. Ya sêyemîn; ji bo di bin venêrînê de girtina Komara Tirk hatiye hilanîn. Ya çaremîn; bûye amûre herî kêrhatî ya ji hêla hêzên hegemonîk ên cîhanê DYE û Îngîltere, di bin venêrînê de girtina Rojhilata Navîn. Ya pêncemîn û herî girîng; di asta baregeha giştî ya berovajîkirin û di bin venêrînê de girtina potansiyela şoreşgerî ya gelê Kurd û tevahî Kurdistanê tê girtin (Kaşo ji 1920’an şûnde tê xwestin ku Rêveberiya Kurd a Iraq’ê bigihe statukoyê. Her wiha vê qadê dikin navenda birdoziyên modernîst, olperest, aşîretperest). Hemu Kurdistan û gelê Kurd bi vê parçeya biçûk û rêveberiyê ve hatiyê girêdan û bi vê awayê bi amûrêkî venêrîna stratejîk ve hatiye girêdan. Ya şeşemîn; Av û dewlemendiya wê ya bin erd ya neyê biçûkxistin, erdnigariya wê ya bedew bi hêsanî tê îstîsmarkirin.” Ji ber vê sedemê her çiqas pergala metîngeriyê rejîm biguhere jî, di çarçoveya armancên esasî sepanên xwe pêk aniye.
Di sala 1958’an de bi darbeya leşkerî rejîma manda hildiweşe, feraseta BAAS’ê gav bi gav serwer dibe. Bi nûnerê herî dawiyê yê BAAS’ê Saddam Huseyîn re, êrişên li hemberî Kurdan hatine pêşxistin bi awayekî berfireh berdewam dike. Ev pêvajo, weke pêvajoya ku pergala înkar û tunekirinê gihiştiye lûtkeyê jî dikare were nirxandin. Rejîma Saddam di pêvajoya şerê Îran-Iraq’ê de her çiqas weke berteka li hemberî tarzê polîtîka diyarkirina avabûnên hevkariya Kurd û herî dawî jî li hemberî nêzîkatiyên wan ên tifaqa veşartî ya bi Îran’ê re pêş xistine, êriş bike jî cewhera van êrişan li ser bingehê hedefkirina hebûna Kurdan pêş ketiye. Tişta ku weke cezakirina avabûnên hevkar hatiye nîşandan, di esasê xwe de berê pêşîn li ser bingehê ji holê rakirina lêgerînên azadiyê ya Kurdan e. Bi qetlîamên Enfal û Helepçe yê weke encamên vê hatine pêkanîn, bi çekên kîmyewî yên li hemberî Kurdan hatine pêkanîn, êrişek wekî bidawîkirina neslê hatiye pêkanîn. Piştî qetlîamê koçberkirina gel, bê Kurd hiştina Kurdistanê hatiye hedefkirin. Ji bo gelê Kurd ê tê xwestin ku bi îmhayên fîzîkî were têkbirin serî hilnede, her cûre rêbazên qirêj hatiye ceribandin. Her wiha weke encamên şerê ku bi salan di navbera Îran-Iraq’ê de meşiya jî, bi şertê alîkarî nedayîna Kurdan, Iraq beşekî ji axa xwe dide Îran’ê û ev mijar jî bi xweşkayî tê helkirin. Hêzên mîna #PDK# yên li Başûrê Kurdistanê weke nûnerên Kurd derdikevin pêş her çiqas weke ku sekna dijber a gel temsîl dikin derkevin pêş jî, di cewherê xwe de sekn û armancek ku van polîtîqayên qirkirinê yên tên ferzkirin vala derbixin, nîşan nedane. Lewra PDK ji serî ve bûye xwedî polîtîqayên ku li pêşiya netewbûna Kurd astengî ava bike. Hevkarî di vê wateyê de taybetmendiyek kesayetî ye.
Piştî ku Iraq heremekî biçûk a petrolê yê girêdayî xwe ji Kuveytê daxwaz kir, ji bo şikandina berxwedaniya ku li hemberî vê pêş ket û piştî sefera li ser Kuveytê ya ku ji bo berfirehkirina qadên xwe yên petrolê pêk anî, hêyvek şûnde şerê Korfezê destpêkiriye, DYE di esas de gavên xwe yê mudaxalekirina Rojhilata Navîn avêtiye. Bi êrişên ku li ser Iraq’ê hatiye destpêkirin, parçeya Kurdistanê ya bakûrê Iraq’ê û herema Şii ya rojhilatê wî gihiştiye statuyekê taybet, bi taybetî qada Kurdistanê weke avabûnekê xweser hatiye birêxistinkirin. Piştî vê di sala 2003’an de DYE mudaxaleyê Iraq’ê kiriye, Başûrê Kurdistanê gihiştiye yekîneyên îdarî yên heremî, avahiya rêveberiyê li ser bingehê hevkariya hêzên heremî û DYE hatine desthilatdariyê.
Tê xwestin ku siyaseta hevkariyê ya ku di çarçoveya çalakiyên şerê taybet li Başûrê Kurdistanê pêş ketiye, ji bo tevahî Kurdistanê weke modelek were bidestgirtin û tunekirina parçeyên din bi vê yekê bin sih de were hiştin. Çawa ku hat xwestin, bi dewleta biçûk a Ermeniyan tiştên ku Ermenî yên ji axa xwe hatin hoçberkirin û hatin qetilkirin jiyan kirin, were kamuflekirin; di şexsê rêveberiya federe ya Başûrê Kurdistanê jî, tê xwestin ku heman rastî li ser Kurdistanê û li ser gelê Kurd were ferzkirin. Ji ber vê yekê penaseya rêveberiya xweser a Kurdistanê, weke rîsta perdeyê siyaseta înkar û tunekirinê ya li hemberî Kurdistanê ye. Şerê taybet esasî xwe dispêre veguherîna avahiya pirsgirêkan. Pirsgirêka azadiya Kurdan pirsgirêkekî mezin e, lê dema tê xwestin ku cewhera vê pirsgirêkê were parastin û şêweya wê ji nû ve were bişêwekirin, rêbazê ku di vê de tê şixulandin dibe hêzên heremî. Bi destê wan çewtiya pirsgirêkê tê parastin lê qalikê wî yê derve weke tiştekî cûda tê îfadekirin. Weke ku li Başûrê Kurdistanê li ser tebeleyên nivîsa ‘Kurdistanê’ di warê şixulîn û binyatgeritî de di rastiyê de penaseya Kurdistanê nake.
Başûrê Kurdistanê bi rastiya rêveberiyekî ku ji parçebûna netew-dewleta Iraqê derketiye holê tê rêvebirin û ya rastî ji bo şêweyên cûda yên dagirkeriyê û gera serbest destûr hatiye dayîn. Di warê aborî de buye bazara vekirî ya Tirkiyê û Îran’ê. Avahiyekê dû alî ya Başûrê Kurdistanê ku partiyên wî yên feodal-eşîrê heye û otorîde bûye dû beş û mirov dibêje qey di nav xwe dû sînorên cûda ava dike heye. Ev rewşa ku di warê siyasî de tê jiyîn bê guman divê di çarçoveya polîtîqayên şerê taybet de were nirxandin. Her tim xwe spartina hêzên derve, her tim bûyîna koleyê efendiyê mezin, berjewendiyên xwe yên erzan-rojane xistina pêşiya nirxên netewî; bê guman bi siyasîbûna nasnameya Kurdê kole-bindest e. Ev hêzên ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya hilweşandina Iraq’ê ya ji hêla DYE hat destpêkirin bûn, bi hêzên berxwedaniya heremî ya Iraqê re ketine nav pevçûnên çekdarî, di vê wateyê de bi destê yekemîn meşandina polîtîqayên dijminahiya gelên heremê jî pêk anîne. Dijminahiya Kurd-Ereban xwedî çewtiyekî wisaye ku dikare heremê bide ber agir û hevkartî bi beşdarbûna van polîtîqayên şerê taybet di heremê de Kurdan avêtine nav xeteriyê. Hêj ev polîtîqa berdewam dike. Bi qasî ku têkiliya di navbera rêveberiya heremî û dewleta Tirk de Başûrê Kurdistanê ji hemu cûreyên dagirkeriyê re vekiriye, êrişên li ser Bakûr û parçeyên din ên Kurdistanê jî bihêztir dike. Weke encamê vê têkiliyê, ji destpêka têkoşîna PKK’ê û pêvajoyên ku dixwest li ser bingehê gerîla berxwedaniyê birêxistin bike heya niha, pêşî li vê pêşketinê re girtin bûye armanc û erka bingehîn ê PDK. Ev pêvajoya ku bi 1980’an destpêkir, bi pevçûnên germ, operasyonên hevpar ên bi dewleta Tirk re û hwd, û carna jî bê pevçûn lê li ser bingehê dijberiya siyasî berdewam kiriye. Ji ber van hêzan gelê Kurd nikare kongreya xwe ya netewî ya ku bi qasî nan û avê pêwistiya wê pê heye, pêk bîne ango mekanîzmaya xwe ya polîtîk a hevbeşbûyî nikare ava bike. Siyaseta îmha û provake yê ku Mele Mistefa Barzanî li hemberî Saît Elçî û Saît Kirmizitoprak meşand çi be û çawa ku canê wan pêşkeşî dewleta Tirk kiriye; PDK ya îro jî heman rîstê lê bi awayekî hêj xetertir diliyze. Bi kûrtasî mirov dikare bêje ku PDK avabûnekî Kurd nîne; rêxistinbûnekî şerê taybet yê ku bi armanca astengkirina pêşketina têkoşîna azadiya Kurdistanê hatiye avakirin e û avabûnekî çete ye.
Di encamê de ji ber kesayetiya ku me da diyarkirin têkiliyên ku bi hikûmeta AKP-MHP ava bûye, rewşekî girêdayî rastiya PDK û avahiyên hevkar ên mîna wî û li hev hatina vê ye. Di rewşa heyî de di warê siyasî de Başûrê Kurdistanê him ji bo hêzên hegemon ên navnetewî him jî ji bo dewletên heremî qadekî gera serbest e. Îstîxbarat ji malên xwe zêdetir bi awayekî hêsan û serbixwe tevdigerin. Konsulxaneyên Tirk bi alikariya PDK biryargehên şer in, MIT destê xwe dihêjîne û bi awayekî ku fermanan bide Parastin a rêxistina Başûr, kar dike. MIT di vê astê de xwe birêxistin dike û di nav wê pozîsyonê de ne ku bikaribin her şêwe mudaxaleyê li ser gelê Başûr bikin. Xwedî derfetên wisa ne ku, ger rêveberiya Başûr li gor armancên wan tevnegere wî beralî bikin. Li Başûrê Kurdistanê yekane nasnameya qedexe PKK’yîbûn e. Ev rewş ji xwe cewhera pirsgirêkê destnîşan dike. Rûxmê hemu pêvajoyên giran ên hatine jiyîn, tiştê ku aboriya Tirkiyê li ser lingan digre petrola ku PDK ji gelê me yê Başûr didize û li ser qaseyên Tirk herikandina qezenca vê ye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê yê bawer nake ku dê pêşeroja gelê Kurd çêbibe, di wê pozîsyonê de ye ku her kêlî dikare bireve û bi feraseta ‘ez çi bigrim kâr e’ welatên xwe dişêlînin, alîkarî didin ku dizên ji derve jî welat bişêlîne. Di pêvajoya DAIŞ’ê de, di nav rojekî de valakirina Hewlêr’ê di cewherê xwe de ji vê rewşê çavkaniya xwe digre.[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
: 38
Publication date: 12-01-2022 (2 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Siyasi
Kategorîya Naverokê: Şarzani (Komelnasî)
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
: 99%
99%
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
Zazakî World

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,700
 105,549
 19,655
 98,448
Video 1,419
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
Zazakî World
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Urfe Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Çawkiraw Kıtebxane - Published more than once - Bəli Kıtebxane - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Perwerde Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Zanistî ziwan Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Original Language - Kirdkî - Zazakî

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|