Mîhrîcana 3’emîn a Şehîd Bawer Agir li #Kobanê# bi pêşandina stran û şanoyan bi dawî bû.
Mîrhîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir duh çarşemê bi dirûşma “Bi rihê fedaytiya gerîla çanda şoreşgerî pêş bixin û azadiya rêber Apo misoger bikin” li bajarê Kobanê dest pê kirin.
Di mîhrîcanê de gelek komên ji Reqa, Minbic û Kobanê beşdar bûn.
Di roja duyemîn de, mîhrîcan bi pêşbaziyên werzîşê wek bez û duçerxeyê dest pê kir, piştre hunermend Şêx Nebî Baqî Xido hin stran gotin, piştre şanoyek ji aliyê komên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê ve hat pêşandan.
Mîhrîcan bi girtina govendê bi dawî bû.[1]
ANHA