Navê pirtûkê: Stranek ji dûr ve
Navê nivîskar: Wehîd keleş
Cihê çapkirina pirtûkê: Wan
Navê çapxaneyê: Ronya
Sala çapê:2021
Stranek ji dûr ve nav û nîşana pirtûka çîroka ya yekemîne ya nivîskar Wehîd keleş ji aliyê weşanxana Ronya ve li Wanê di dawiya sala 2021 derketiye.
Pirtûk ji 26 çîrokên kurt pêktê,kesatiyên di çîrokan de dikevin di bin bandora netewî, heskirin, xizanî û zordariyê de.
Kurte pênasîn
Wehîd Keleş ji #rojavayê Kurdistanê# ye, li gundê Quldûman yê dikeve herêma koçera ji dayik bûye, niha li Swêdê dimîne. Berhemên xwe wekî çîrokê kurt, çîrokên zarokan û helbest di kovar û malperan de belav dike, niha çend dest nivîs li ber çapê amadene.[1]