$Jînmameya Cîhan Hesen:$
Helbestkar û nivîskara Kurd Cîhan Hesen di dîroka 01.05. 1997'an de li bajarê #kobanî# ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li kobanî xwend, lê paşê ji ber şert û mercên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û şerên li hawirdora kobaniyê nekarî xwendina xwe bi berdewam. Ji ber vê yekê bi avakirina saziya #zimanê kurdî# SZK'ê re di sala 2013'an de dest bi xwendina zimanê kurdî kir heta sala 2019'an di dibistan û peyamgehên kobanî de dersên ziman wêjeya Kurdî dida.
Bi geşedanên destpêkirina şoreşê re pêlên hestên pênûsa cîhan Hesen a nivîsandina li şer, derbiderî, war û evîndariyê dest pê kir. Çiku ew di temenkî biçûk fêrî zimanê kurdî bûye, ew yek jî jê re bûbû sedem ku di nava tekstên helbestên wê de helbesteke kurdewar biherike.
$Serboriya nivîsandinê:$
Hingê di nava helbestên wê de jî bandora şer bi eşkereyî xûya dibe, çiku ew di nava şert û mercea şer û şoreşê de mezin bûye û di berdêla şer û şoreşeke wiha de di nava malbata wê de 11 şehîd hene. Di komkujiya Kobanî ya 15'ê hezîrana sala 2015'an de di wê komkujiyê de, xwîşkek, du bira, dayîk, bûka wan û apekî wan şehîd ket, ji xwe di sala 11.11.2013'an de jî bavê wê di teqînekê de şehîd ket û di şerê berxwedana kobanî de jî di xwîşka wê şehîd ket. Cîhan hesen di trajîdiyeke wiha de derbas bû ku di nava malbatê ew û xwîşa xwe Bêrîvan û birayê xwe Ednan man. Evan hemûyan bandor li ser wê kirin, lê ew ji wê êşê mezintir derket, çiku êş û derbirîna xwe rijande ser pelên nivîsandinê.
Cîhan Hesen piştî ku di sala 2019'an bi hevjînê xwe Hesen Elî re zewicî di sala 2020'an de li Frnasayê niştecih bû. Piştî ku fêrî zimanê Frensî bû di zanîngehê de dest bi xwendina Endazyariya Elektronîk kir.
$Berhemên Cîhan Hesen:$
Ew di gelek kovar û malperên mîna Azadiya Welat, Ronahî, Bûyer û Şermola de bi zimanê kurdî nivîsandine. Ji berhemên ku heta niha hatine çapkirin û weşandin ev in:
- Di navbera Şev û berbangê de, helbest, weşanên Hrrk'ê, Qamişlo.
- Çirûskek ji berxwedana Kobanê, çîrok hevbeş, ji weşanên Şilêr.
- Ji çûyînê re, helbest, weşanên Belkî.
[1]