$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rizgar Colemêrg
Nav paşnav: Star Tekçe
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Esmer-Nacî
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 08-04-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rizgar li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku dilsozê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û berdêl daye. Têkoşîna me zû nas kir û bi xewn û xeyala tevlîbûna li nava refên gerîla mezin bû. Li Colemêrgê ku kevneşopiya serhildanê ya PKK'ê lê bi xurtî heye, mezin bû û ji aliyekî ve berxwedana gelê me yê şoreşger, li aliyê din jî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker dît. Hevrêyê me dît ku li dibistanên dagirkeran polîtîkaya asîmîlekirinê û dûrxistina ciwanên Kurd ji têkoşînê tê meşandin û ji bo azadî û rûmeta gelê me biryara têkoşînê da. Hevrêyê me ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava şopand, gihîşt wê baweriyê ku bêyî parastineke xurt gelê me nikare azad bibe. Sala 2015'an bi vê biryardarî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Bi dînamîzma ciwantiyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû., di xeta PKK'ê ya bi felsefeya Rêber Apo de her tim xwest bibe milîtanekî şareza. Bi kesayetiya xwe ya kelecanî li her qadê bû çavkaniya moralê. Ji dilsoziya bêdawî ya bi Rêbertî, şehîdên nemir û hevrêtiya PKK'ê ti carî tawîz neda. Bi saya bala xwe ya li ser qada leşkerî di demeke kurt de li ser xeta gerîla û fermandariya şareza bi pêş ket, kîn û hêrsa xwe li dijî dagirkeran bi rêxistin kir û zemîneke xur a têkoşînê ava kir. Di temenê xwe yê ciwantiyê de kedeke mezin da û mîrateya PKK'ê xurt kir. Di têkoşîna xwe de em ê her tim xwedÎ li bîranîna hevrêyê xwe Rizgar derkevin.[1]