$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Sevda Dûman
Nasnav: Berîtan Ranya
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Dîlber – Reşat
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/12-08-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Berîtan li Wanê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hê zû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dişopîne û nas dike, li Wanê dema ku zanîngehê dixwîne tevlî nav xebatên ciwana dibe û li djî hişmendiya dewleta mêtinger gaveke xwe bi pêş ve dibe. Dema ku xebatên ciwanan dikir tim li nav gel bû û hijmatkariyeke mezin çêdike, dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava dest pê dike li djî êrîşên îmhayê tevlî nav reên gerîla dibe. Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê hatin ser Şengalê diçe Şengalê, di nav wê koma gerîla de ye ku gelê me ji êrîşên çeteyan diparêze, weke jineke ciwan a Kurd li eniyên pêş ên berxwedanê pêşengiyê dike. Hevrêya me li felsefeya Apoyî hûr bûye, Îdeolojiya Azadiya Jinê serîrandiye û bûye xwedî firazeyeke baş e. Hevrêya me, dirûşmeya ''ez ê qet baweriya Rêbertî ya li jina Kurd pûç nekim'' ji xwe re kiriye felsefe û heta kêliya dawî li ser vê gotinê maye. Herî dawî li qada Zapê ji roja pêşî ve operasyona dagirker dest pê kirî weke milîtaneke Apoyî ya ciwan bi lehengî li ber xwe daye û li dijî dagirkeran di çalakiyan de bi rola pêşeng rabûye. Li dijî êrîşên dagirker weke milîtaneke biryardar a YJA Starê alaya ku wê bilind kirî her demê li Kurdistana azad wê li ba bibe.[1]