Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
  528,234
  106,927
  19,852
  100,223
Video
  1,467
کوردیی ناوەڕاست 
302,046
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,798
هەورامی 
65,797
عربي 
29,051
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,727
فارسی 
8,766
English 
7,231
Türkçe 
3,580
Deutsch 
1,471
Pусский 
1,124
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Kom
Zazakî
Kıtebxane 
69
Çap 
8
Kilm şınasiye  
6
Jiyaname 
2
Hilanîna Dosyayî
MP3 
311
PDF 
30,109
MP4 
2,378
IMG 
195,532
Gêrayêne naverokê
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê (1514), Têkilîyên Kurd û Osmanî û Kurd û Safewîyan
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê (1514)

Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê (1514)
$Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê (1514), Têkilîyên Kurd û Osmanî û Kurd û Safewîyan$
=KTML_Underline=Siddik BOZARSLAN=KTML_End=

Wek tê zanîn Peymana Amasyayê di 1514an da çêbûye. Ev peyman di navbera Padîşahê Osmanî Sultan Selîm û derdora 25 Rêvebirên Kurd da pêk hatîye. Bêguman mîmarê rêvebirên civata Kurdî jibo wê peymanê, Îdrîs-î Bidlîsî (1452-1520) ye. Lê pêwist e ku mirov şertên berîya wê peymanê û Şerê Çaldiranê bîne ber çav û bi kurtayî be jî rewşa wê demê derxe meydanê. Di wê çarçoveyê da rewşa civata Kurdî yên sunî û alewî jî divê li ber çavan were girtin. Eger em rewşa wê demê ya hundur û derve jibo civata Kurdî nedin zanînê û zelal nekin, mirov nikare nirxandineke îlmî çêke.
Divê em bidin xuyakirin ku tevayîya sedsala 15.an jibo beg û eşîrên Kurdan , sedsaleka ne baş bûye û bi gelek zehmetîyan derbas bûye. Ji ber ku rêvebirên (beg-eşîr) Kurdî di nava agirên Akkoyunî û Karakoyunîyan da mane ku ew herdu Baskên Turkmenan bûne û li dijê hev şer kirine. Di wan şeran da jî yên herî zêde xisirîne, Kurd bi xwe bûne. Di 1403yan da Akkoyunîyan herêma Dîyarbekrê zept kirine û Dîyarbekir ji xwe ra kirine serbajar (paytext). Di dawîya 1460an da Uzun Hasan, zorbirîya Karakoyunîyan dibe û Tebrîzê bi dest dixe. Bi vî awayî Akkoyunî dibin serdestê (hakimê) Kurdistanê.
Îcar em piçek behsa safewîyan bikin. Tarîqeta Safewîyan, di dawîya sedsala 13. an da li Erdebîlê saz bûye ku ev der, di bakurê Îranê ya îroyî da ye. Di 1440an da tarîqet di nava turkmenên Akkoyunîyan da dest bi rêxistinîyê dike û Şîatîyê belav dike. Serekê tarîqetê Şah Îsmaîl, di 1501ê da Tebrîzê zebt dike, dawî li Dewleta Akkoyunîyan tîne û dewleta xwe ava dike. Avabûna Dewleta Safewî, jibo turkmenên Îranî jî dibe navendeke cazîbeyê û loma safewî ber bi rojava ve belav dibe. Bi vî awayî hîmê Şerê Çaldiranê derdikeve meydanê ku pêşveçûnên safewîyan jibo Osmanîyan êdî bûye xeter.
Di wê rewşê da jibo Osmanîyan, rawestandina safewîyan bi saya serê tifaq û hevkarîya Kurdan mimkun dibe ku herêma Kurd wek tampon were bikaranîn. Bê guman rêvebirên Osmanîyan fikirîne ku bi rîya tifaq û hevkarîya Kurdan, hem Kurd dê bibin dîwareke qeîm li dijê Îranê û hem jî dê têkilîyên safewîyan û begên turkmenên Anatolyayê werin birîn. Ew tifaq û hevkarîya ku Osmanîyan difikirîn, jibo rêvebirên Kurdan jî dibe firsetek ku bi Osmanîyan ra tifaqan çêkin. Ji ber ku eşîrên Kurdan ji hev belwela bûne û nikaribûne bi îradeyên xwe yên azad werin ba hev û tifaq û hevkarîyan çêkin.
Piştê îlankirina Dewleta Safewîyan, derdora 11 Begên Kurdî diçin huzûra Şah Îsmaîl ku wî pîroz bikin. Balkêş e ku Ş. Îsmaîl wan rêvebirên Kurd davêje zindanê û di şûna wan da zilamên ku sadiqê îradeya wî ne, tîne ser kar. Li hemberî wê politika Ş. Îsmaîl, Sultan Selîm jî ji rêvebirên Kurdî ra bi awayek sozên otonomîyê tîne cî. Di wê politikayê da hedefa hewildanên Şah Îsmaîl ew in ku Mezhebê Şîatîyê bi Kurdên Sunî bi çova zorê bide qebûlkirin. Li dijî wê politikayê, ji Yavuz Selîm ê Sunî ra jî dibe firset ku Kurdên Sunî jî di bin rêvebirîya Osmanîyan da werin ba hev û li dijî Îranê bibin dîwarek.
Di çarçoveya jorîn da ku min bi kurtî da zanîn; hîmên çêkirina Peymana Amasyayê hatîye meydanê. Tê gotin ku Peymana Amasyayê di navbera Padîşahê Osmanîyan Yavuz Sultan Selîm û 25 Begên Kurdî da çêbûye ku mîmarê wê lihevhatinê jî Îdrîs-î Bidlîsî ye. Lê xuya dibe ku di Şerê Çaldiranê da 15 rêvebirên Kurdî digel hêzên xwe yên çekdar beşdarî kirine û bi saya wê piştgirîyê, Osmanî bi ser ketine. Mirov dikare bi hêsayî bêje ku hêzên Kurd di vî şerî da pêşengî kirine û loma Osmanî bi serketine. Hukmên wê peymanê bi kurtî weha ne:
– Osmanî, dê parastina otonomiya Begên Kurdî biparêze; rêvebirîya Begên Kurdî dê ji bavê derbasî lawî bibe û bi fermana padîşah bibe qethî.
– Di hemî şeran da dê Kurd digel Osmanîyan cî bigrin û Osmanî jî dê li dijê êrîşên derve Kurdan biparêzin.
– Begên Kurdan dê bacê (wêrgu) bidin Osmanîyan ku ew miktar Osmanî didin kifşkirin.
Piştî pêkanîna Peymana Amasyayê, Îdrîs-î Bidlîsî, Begên Kurdan tek u tek zîyaret dike, ji wan dixwaze ku dezgah û heyîyên safewîyan hemî werin ruxandin û paqijkirin. Bi vî awayî bingehê peymanê fireh dibe û ew begên ku ji alîyê îdareya safewîyan ve hatibûn dûrxistin, careka dî dizivirin ser erdên xwe û cîyê xwe yên rêvebirîyê distînin. Bi wê awayî ji sînorên Maku, Musul û heta Baxdayê zencîreke Kurdî pêk tê ku di wê çarçoveyê da hemî Kurd digel hêzên Osmanî di Şerê Çaldiranê da cîyê xwe distînin. Ev rewş heta Peymana Qesra Şîrîn didome ku di 1639an da çêdibe û dibe sînorên Osmanî û Îranê.
Balkêş e ku piştî Şerê Çaldiranê, Y. S. Selîm berpirsîyarî dide Î. Bidlîsî ku digel Begên Kurdan biaxife da ku ji xwe ra bi navê ”Begêbegan ê Kurdistanê” (Kürdistan Beylerbeyi) serokek hilbijêrin. Mixabin ku Begên Kurdan nikarin di nava xwe da lihevhatinek çêkin ku yekî ji xwe ra bikin serok. Bi tabîreka dî, ji ber ”ez-ezîyê” begên Kurdan nikarin yekî ji xwe ra bikin serok an berpirsîyar ku em li jêr vê rastîyê ji devê Î. Bidlîsî dibîsin; loma ew rewşa wan a hundurî ye ku ew bûne mehkûmê Osmanîyan ku bi wan ra lihevhatinek çêkin. Felsefeya ku Îdrîs-î Bidlîsî jî birîye wê merhaleyê, ev şola ”ez-ezîyê” bixwe ye.
”Di pêvajoya Şerên sînorî yên Dewletên Osman û Safewîyan ku jibo hukumkirina Kafkasyayê, Azerbaycanê, Kurdistanê û Îraqê pêk hatine wek 1514-1516, 1534-1556, 1587-1628, 1636-8, 1724-32; piranîya mîrên Kurdan beşdarî kirine û digel Osmanîyan cî sitandine… Di pêvajoya Şerê Çaldiranê da Mîrên Kurdan, Îdrîs-î Bidlîsî rêdikin cem Sultan Selîmê I. da ku ji rêvebirîya xwe berpirsîyarekî wek Begêbegan hilbijêre jibo Kurdistanê ku ew Kara Hanî ji Kurdistanê biqewitîne. Li ser wê daxwaza Îdrîs-î Bidlîsî jibo Y. S. Selîmê I., ji Îdrîs-î Bidlîsî dipirse da ku ji nav mîrên Kurdan ew kê hilbijêre bo wî karî. Bersiva Îdîrs-î Bidlîsî weha ye:
´Tevayîya wan jî hema hema wek hev in û tu kes ji wan li pêşberî yekî dî naxwaze xwe bitewîne (xwar bike). Jibo têkoşîneka digel hev û bi tesîr li hemberî Qizilbaşan (Alewîyan), pêwist e ku selahîyet jibo xebatkarekî Sarayê were dayîn da ku di nav ahengeke da mîrên Kurdan jê ra îtaatê bikin.” (Rêzan Ekinci, Azîz Efendi´nin Islahatnamesi Üzerine, Kürt Tarihi, Sayi 2, 2012, r. 17) Sultan Selîm wê berpirsîyarîyê ewil dide Îdrîs-î Bidlîsî û paşê jî wî karî dide Mehmed Paşa yê Bisimbêl (Bıyıklı Mehmet Paşa).
Piştî Şerê Çaldiranê û Peymana Amasyayê, di nav civata Kurdî da 3 cûre/tewir rêvebirî (organisation) dikeve nav jîyanê. Li gora fermana padîşah ku daye Begên Kurdan, rêvebirina wan Begên Kurdan di çarçoveyeka weha da hatîye hunandin:
Begîtîyên tevayî otonom. Di hilbijartina van begên tam otonom da dewlet (yanî Osmanî) eleqeder nabe. Hilbijartina van serokeşîran, wek ku bûye adet, ji bavê derbasî lawî dibe ku ev adet ji mêjedemê ve hatîye domandin. Yanî serokeşîrek dema dimire, kurê wî dikeve şûna bavê xwe û karê serokeşîrîyê didomîne. Padîşah jî bi fermanek wî serokê nû tasdîq dike. Van rêvebiran bacê nadin hukumeta Osmanîyan û xebatên xwe yên rêvebirîyê di warê îdarî û malî da ew bi xwe bi rêve dibin. Hukumeta merkezî, bi tu awayî têkelê karê wan began nekirine. Tenê berpirsîyarîyeke van began hebûne ku di şeran da ew jî digel padîşah beşdarîya şeran kirine.
Begîtîyên nîv /kismî otonom. Mafê Dewleta Osmanî heye ku mudaxilê Begên Kurdên nîv /kismî otonom in /sancakên Kurdî, bibe. Rêvebirên Began, ji alîyê berpirsê begêbegan /eyalet ve tê kifşkirin, lê yê tê hilbijartin jî li gora adetê, ji alîyê malbata rêvebir ve tê taînkirin. Lê di vê hilbijartinê da dema alozî /nakokî çêbe, wê demê Osmanî mudaxilê wî karî dibe. Lê di vê mudaxeleyê da jî malbata ku bûye alozîya şolê, li derve nayê hiştin. Rêvebirê hilbijartî mecbûr e ku berpirsîyarîyê eskerîyê bîne şûnê, yanî di şeran da digel Osmanîyan beşdarî bike û parçeyek baca ku civandîye, bide dewletê.
Begîtîyên girêdayê navendê / merkezê yên ji rêzê. Sancakên ji rêzê: Jibo van began wek min li jor dabû xuyakirin, mafê otonomiyê tune û rêvebirên wan ji alîyê hukumetê ve tên taînkirin. Ew jî mecbûr in ku jibo eskerî û bacê (maddî), berpirsîyarîyên ku dikevin ser wan, bînin şûnê û statuya wan sancakan jî wek hemî sancakên ku girêdayê navendê ne, tên bikaranîn. (Ahmet Kardam, Cizre-Bohtan Beyi, Bedirhan, Direniş ve İsyan Yılları, s. 52-59, Dipnot Yayınları 2011, Ankara)
Lê pêwistî pê heye ku ev xal zêdetir were kolandin û bi hûrgilî ew were zelalkirin. “Li ser daxwaz û fermana Y. Sultan Selîm, Î. Bidlîs-î, Kurdistanê li gora herêmên cuda ji hev cîyê kir. Î. Bidlîs-î, ewil Dîyarbekir jibo 19 sancakan parçe kir. Ji van sancakan 11yê wan rasterast bi hukmê Osmanî (Bab-î Alî) ra da girêdan. 8ê dî jî bi girêdayê Begên Kurdî ra man. Li dervayê wan yên ku nîv otonomîya wan hebûn û girêdayê sultan bûn wek hukumetên Cezîre, Hazro, Genç, Palo û Egil jî divê werin jimartin. Sancakên ku girêdayê îradeya Begên Kurdî bûn jî ev bûn: Atak, Mihranîye, Kulp Şamagan, Çabakçûr, Çermîk û Pertek. Ji serokên van Hukumetên Kurdî ra ”Mîr-î Mîran” dihat gotin ku ew di karên xwe yên hundûrî da serbixwe bûn. Li herêma Wanê û derdora wê jî bi vî rengî hukumetan li kar bûn. Wan û derdora wê jibo 37 sancak û 4 hukumet hatibû cîyêkirin. Hukumetên Wanê û derdora wê ev bûn:
Hukumeta Hekarîyê: Derdora 10 hezar hêza eskerîyê yê daîmî ya vê hukumetê hebû.
Hukumeta Bidlîsê: Derdora 20 hezar hêza eskerîyê yê daîmî ya vê hukumetê jî hebûye.
Hukumeta Mahmûdî: Ev hukumet jî xwedîyê 6 hezar hêza eskerîyê bûye û li rojhilatê Wanê jîyane. Ev hukumet ji 120 eşîrên Kurdî pêkhatîye.
Hukumeta Pa(î)nîyanîş: Ev hukumet jî qasî Hukumeta Mahmûdîye mezin bûye û cîranê Hukumeta Mahmûdîyê ye.
Wek tê dîtin li Kurdistanê hema hemî rêvebirîyên Kurdî xwedîyê hêzên çekdar bûne û van rêvebirên feodal, girêdayê Sultanê Osmanî bûne. Ji 1514an heta 1639an 125 sal derbas bûye ku di wê pêvajoyê da gelek caran şerên Îranê û Osmanî qewimîne û di hemî şeran da rêvebirên Kurdî digel hêzên xwe yên çekdar (derdora 50-60 hezar) beşdarî kirine û guman tune ku di encamên hemî şeran da yên herî zêde xisar dîtine, Kurd bi xwe bûne. Ji ber ku ew wek herêma tamponî di nav du agiran da mane. Loma di vî 125 salî da Kurdan bedêlên mezin dane, malên wan xirab bûne, canên wan binax bûne û Kurdistan wêran bûye.” (Botan Amedî, Kürtler ve Kürdistan Tarihi I, Fırat-Dicle Yayınları İstanbul 1991, s. 126-127)
“Padîşahên Osmanîyan yên ku piştî Yavuz Sultan Selîm hatin ser hukum; ew ketin nav hewildanan ku peymanên Osmanîyan û begên Kurdan bi yekalî xirab bikin û di nav pêvajoyê da begên Kurdan bi xwe ve bidin girêdan. Ev jî dibû sedem/ semed ku navbera Osmanî û begên Kurdan ber bi xirabbûnê here û car caran jî di çarçoveyên biçûk da bin jî hin bûyer qewimîne. Mîsal; di dema Kanunî Sultan Suleyman da Ulema Beg, wek Begêbegan jibo Hasankêf û Bidlîsê hat taînkirin. Lê hukumkirina wê derê di destê Şeref Xan da bû. Li gora maddeyeka peymana Îdrîs-î Bidlîsî û Yavuz Sultan Selîm, rêvebirina Kurdî ji bavê derbasî lawî dibû. Ev taînkirina ku Sultan Suleyman pêkanîbû, vekirîye ku wê peymanê binpê kirîye. Eger pêwist bû ku Şeref Xan ji ser hukum were dûrxistin, pêwist bû ku dewsa wî da kurê wî bihata ser hukum. Loma Şeref Xan ket nav hewildanek li dijî Ulema Beg ku jibo herêmê hatibû taînkirin û li nêzîkê Bidlîsê hêzên Ulema Beg ji alîyê hêzên Şeref Xan ve têkçû. Loma Ulema Beg, ji neçarîyê paşve zivirî. Di buhara 1603yan da dema sadrazam Îbrahîm Paşa dihere sefera Tebrîzê, wê demê Şeref Xan dimire/ wefat dike, di şûna wî da kurê wî Şemseddîn dibe Emirê(begêbegan) Bidlîsê.
Di payîza 1603yan da bajarê Baxdayê ji bin hukmê îranîyan derket û ket destê Osmanîyan. Piştî ku Baxda ket bin hukmê Osmanîyan, walîyê Dîyarbekrê Suleyman Paşa jibo walîtîya Baxdayê hat taînkirin. Ev, di eynê demê da walîyê ewil bû ku ji alîyê Osmanîyan ve hatibû taînkirin. Bajarê Baxda bi awayeke aştî ketibû bin hukmê Osmanîyan. Lê jibo pîrozkirina wê bûyerê, Padîşah Sultan Suleyman, bi navê Şewket Beg, begekî Kurd digel heft(7) hevalên wî dide kuştin.” (B. Amedî, knd r. 128)
”Sultanê Osmanî, hêzeka çekdar ku ji 10 hezar kesên ji eşîrên Kurdan pêk hatibû dide amadekirin û dixin bin fermana Elkas Mîrza û rêdikin ser Îranê. Elkas Mîrza, bi rîya Kerkûk û Şehrezur tê Hamadanê. Vê herêmê û bajarê Kumê dagir dike. Paşê ku hêzên/ eskerên Îranê tên herêmê û hêzên Osmanî nikarin li ber xwe bidin û ji neçarîyê ber bi Karsê ve diçin û ji wir jî dizivirin Baxdayê. Di vê navberê da di navbera Osmanî û Îranê da peymanek çêdibe. Piştî wê peymanê Sultan ji Elkas Mîrza ra xeber dişîne da ku were Stanbolê. Lê Elkas Mîrza, wê fermana Sultan qebûl nake û serî hildide. Li ser vê hewildanê Sultan, ji begên Bradost, Îmadîye û Hakarîyê hêzên çekdar avadike û ferman dide wan da ku Elkas Mîrza bi dest bixin (bigirin). Elkas Mîrza Beg, xwe davêje bextê Emîi Serhap Begê. Lê ji ber ku eskerên Îranê hawirdorê pêçane, Serhap Beg, Elkas Mîrza Beg teslîm dike.
Şahê Îranê Tahmasb, di 1554an da jibo Orta Kurdistanê dihere seferê û heta Erzincan û Dîyarbekrê diçe. Balkêş e ku ew derên ku hêzên Îranî lê derbas dibin, gelek xwîn rijandin û wan deran wêran dikin. Li ser van bûyeran di navbera Îran û Osmanî da careke dî şer dest pêkir. Hêzên Îranî êrîşên Mûşê, Adilcewazê, Ercîşê, Wanê û Bidlîsê dikin. Şerê nû yê Îranê û Osmanî ku di 1585an da çêbû û Osmanî têk çûn. Di Newroza 1590î da peymanek di nav van du dewletan da çêbû û ev peyman 13 sal hat domandin.
Walîyê Tebrîzê yê girêdayê Osmanîyan bû, di 1603yan da bi hin bahaneyên cuda êrîşê ser Salmazê kir û ji ber wê yekê careke dî şer di navbera Osmanî û Îranê da çêbû. Di vî şerî da îranîyan bajarê Tebrîzê dîsa paşve sitandin. Wek em di vê mîsalê da jî dibînin, di gelek şeran da ewil Osmanî bi êrîşên xwe hin deran dixin bin fermana xwe ango hin deran rizgar dikin; lê piştî vegera wan ji wan herêman, îranî careke dî wan deran paşve distînin. Lê wek eşkera û zelal tê dîtin, van şerên ku demên dirêj hatine domandin, ew li Kurdistanê qewimîne û loma xisarên mezin dane civata Kurdî û Kurdistan wêran bûye.” (Botan Amedî, knd. r. 128-129) [1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-04-2023
: 12
Publication date: 11-09-2022 (2 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Folders: Çaldêran
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Tarix
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 99%
99%
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Şêx Ebdurehîm, Hewara Dêrsimî û Hedîseyê Serra 1937î
Jiyaname
Faruk İremet
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
  528,234
  106,927
  19,852
  100,223
Video
  1,467
کوردیی ناوەڕاست 
302,046
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,798
هەورامی 
65,797
عربي 
29,051
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,727
فارسی 
8,766
English 
7,231
Türkçe 
3,580
Deutsch 
1,471
Pусский 
1,124
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Kom
Zazakî
Kıtebxane 
69
Çap 
8
Kilm şınasiye  
6
Jiyaname 
2
Hilanîna Dosyayî
MP3 
311
PDF 
30,109
MP4 
2,378
IMG 
195,532
Gêrayêne naverokê
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Şêx Ebdurehîm, Hewara Dêrsimî û Hedîseyê Serra 1937î
Jiyaname
Faruk İremet
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Folders
Jiyaname - Zayend - Camêrd Jiyaname - Netew - Kurd Çap - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kıtebxane - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kıtebxane - Xoserı - Tirkiya Jiyaname - Cureyên Kes - Helbestvan Jiyaname - Cureyên Kes - Nustekar Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kilm şınasiye - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Bajar - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| | CSS3 | HTML5

|