Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,831
 105,575
 19,659
 98,470
Video 1,420
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Kevneşopeke ku deng jê nayê birin: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 1
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Kevneşopeke ku deng jê nayê birin: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 1
Kilm şınasiye

Kevneşopeke ku deng jê nayê birin: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 1
Kilm şınasiye

=KTML_Bold=Kevneşopeke ku deng jê nayê birin: Çapemeniya kurdî 123 salî ye - 1=KTML_End=

Serencama çapemeniya kurdî di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi rojnameya Kurdistan dest pê kir. Di nava 122 salan de hêzên dagirker gelek zext û tehde li çapemeniya kurdî kirin lê belê li dijî wan hemû zextan jî çapemeniya kurdî roj bi roj geştir bû û êdî îro bi hemû navgînên dîtbar, bihîzbar û nivîskî xwe digihîne tevahiya cîhanê.
DESTPÊKA ÇAPEMENIYA KURDÎ Û DI DEMA OSMANIYAN DE ÇAPEMENIYA KURDÎ
Çapemeniya kurdî li dewleta Osmanî li mişextiyê dest pê kir û ji hêla dewletên dagirkerên Kurdistanê ve zext û zordariyên giran dîtin. Lê belê her çend ew zext û zordarî hebin jî di 22’yê Nîsana 2020’an de çapemeniya kurdî dikeve 123 saliya xwe. Rojnamevaniya kurdî di sedsala dawîn de bû eqs û olana zextên li ser gelê Kurd û ji ber zexta dewletên dagirker cara ewilî weşana xwe li sirgûnê kir. Ji binemala Bedirxaniyan ku ji Botanê mişextî paytexta Misirê Qahîreyê kiribûn, Mîqdat Mîdhat Bedirxan di 22’yê Nîsana sala 1898’an de li Qahîreyê dest bi weşandina rojnameya Kurdistan kir. Roja 22’yê Nîsanê destpêka rojnamevaniya kurdî ye û êdî wek “Roja Rojnamevaniya Kurdî” tê qebûlkirin.
=KTML_Bold=SERÎ LI BER ZEXTAN NETEWAND=KTML_End=
Di nava 122 salên borî de rojnamevanên Kurd gelek mişextî, kuştin, zext, girtin û astengî dîtin lê dîsa jî li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat xebatên xwe domandin. Di sedsala borî de li gel nimûneya berxwedanê ya çapemeniya azad, arşîva dîroka gelê Kurd ku hewl didin tune bikin, durist kir. Ji serdema Osmaniyan heta roja îroyîn rojnamevanên Kurd ruxmî zext û zordariyan jî rojnamevaniya xwe domand û îro jî bi dehan televîzyon, radyo, rojnameyên rojane û heftane, kovarên çand û hunerê, yên wêje û siyasetê bîra gelekî bindest ku hewl didin di bin nîrê pişaftinê de tune bikin, jîndar dikin.
Di serdema Osmaniyan de zextên giran li ser rojname û kovarên Kurdan hebûn û piştî Osmaniyan dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye ku Kurdistan kir çar parçe, ew zext berdewam kir lê belê çapemeniya kurdî li her çar parçeyan jî karî berdewamiya xwe pê de bibe. Serencama çapemaniya kurdî bi rojnameya Kurdistan dest pê kir û niha jî bi hemû navgînên dîtbar, bihîzbar û nivîskî li gelek deverên cîhanê bi pêş dikeve.
Di vê beşa dosyaya xwe de, me bala xwe da ser rojnameya Kurdistan û rojname û kovarên din ên di serdema Osmaniyan de hatine weşandin.
Osmaniyan 250 salan dereng çapxane nas kir û rojnameya bi tirkî ya pêşîn di sla 1831’an de, rojnameya erebî ya pêşîn di sala 1828’an de û rojnameya bi fransî ya pêşîn jî di sala 1948’an de hatin weşandin. Piştî 67 salan derketina rojnameya bi tirkî ya pêşîn di dewra Osmaniyan de, Kurdan jî dest pê kir di qada çapemaniyê de aktîf bûn.
=KTML_Bold=PÊNGAVEKE DÎROKÎ; ROJNAMEYA KURDISTAN=KTML_End=
Rojnameya Kurdistan ji bo destpêka rojnamavaniya kurdî pêngaveke dîrokî ye. Rojnameya Kurdistan di 22’yê Nîsana 1898’an de li patexta Misirê Qahîreyê derket. Rojname ji aliyê Mîqdat Mîdhat Bedirxan ve dihat derxistin ku Osmaniyan ew bi zorê ber bi Qahîreyê ve koçber kiribû. Rojname bi alfabeya erebî weşana xwe dike û çer ku dest pê dike, zextên Osmaniyan jî dest pê dikin. Ji ber zextên Osmaniyan piştî hejmara xwe ya 6’emîn bi destê kurekî din ê Bedirxan Beg; Abdurrehamn Beg li Cinêvê tê derxistin. Hinek hejmarên wê bi tevahî kurdî bûn, hinek hejmarên wê jî bi kurdî-tirkî bûn. Ji ber zextan rojname neçar dimîne gelek caran cih biguherîne. Hejmarên wê yên 6-19 li Cinêvê, hejmarên 20-23 li Londonê, hejmarên 24-29 li Folkstonê û hejmarên 30-31 dîsa li Cinêvê tên derxistin.
=KTML_Bold=BI NEPENÎ HATE BELAVKIRIN=KTML_End=
Rojnameya Kurdistan çawa ku hate weşandin, bi destê dewleta Osmanî hate qedexekirin û bi rêbazên veşartî li herêmên Kurdan û derdora Şam û Edeneyê û her wiha li Ewropayê hate belavkirin. Osmaniyan ne tenê li hember xebatkarên rojnameyê qedexe û tedbîrên sext girtin, her wiha li dijî bikirên rojnameyê jî cezayên giran derxistin.
Di destpêkê de rojname ji polîtîkayê zêdetir, li ziman û perwerdeyê hûr bû, lê piştî ku ber bi Cinêvê ve bar kir, êdî zêdetir weşaneke lîberal-demokrat a li dijî sultanê Osmaniyan Ebdulhemîdê Duyemîn dikir. Di dema xwe ya sêyemîn de ku rêveberiya wê Sûreya Bedirxan dikir, çapkirina rojnameyê li London, Folkston, Cinêv û Qahîreyê dihate kirin û weşana wê dereng dima. Rojname bi tevahî 31 hejmar derket û di sala 1902’yan de weşana wê sekinî. Roja derketina wê rojnameyê anku 22’yê Nîsanê wek “Roja Rojnamevaniya Kurdî” tê pîrozkirin.
=KTML_Bold=ROJNAMEYA ÛMMÎD=KTML_End=
Di serdema weşandina rojnameya Kurdistan de rojnameyek din bi navê Ûmmîd ji hêla Bedirxaniyan ve hate weşandin. Rojnameyê li Misirê dest bi weşana xwe kir û 15 rojan carekê hate weşandin. Di navnasa (kunye) wê de wek “xwedî û nivîskar” dihat nivîsandin ‘Bedirxanpaşazade Mehmed Salih’ lê baş nayê zanîn ka çend hejmarên wê rojnameyê derketine. Wek destpêka weşanê li serê hatiye nivîsandin ‘Yekşem 6 Cemaziyûl Evvel 1318’ û li gorî salnameya mîladî weşana wê ya pêşîn di 1’ê Îlona 1900’î de pêk hatiye. Rojnameyê polîtîkaya xwe bi wan gotinan aşkera kiribû; “Rojnameya Ûmmîd di xizmeta welat û gel de ye. Rojnameyeke siyasî ye ku xizmeta nivîsandina derdên gel dike.”
=KTML_Bold=ROJNAMEYA ‘KURD TEAVÛN VE TERAKKÎ’=KTML_End=
Piştî ku li dewleta Osmanî Meşrûtiyeta Duyemîn hate îlankirin, azadiyeke berteng ji bo birêxistinbûn, çapemenî û belavkariyê de çêbû. Di wê serdemê de fikra nîjadperweriyê ku di ser Balkanan re dihat, bandora xwe li gelek deverên împaratoriyê nîşan dida û di wê serdemê de Kurdan dest bi birêxistinbûnê kir û girîdayî wan rêxistinan jî rojname û kovarên nû dest bi weşanê kir. Kurd Teavûn ve Terakkî Cemîyetî jî di wê serdemê de bi destê kurê Şêx Ûbeydullahê Nehrî, Seyîd Abdulqadir hate damezirandin û di demeke kurt de jî bi navê ‘Kurd Teavûn ve Terakkî Gazetesî’ rojnamyek derxist.
=KTML_Bold=CARA EWILÎ ZARAVAYÊ SORANÎ=KTML_End=
Kurd Teavûn ve Terakkî Cemiyetî (Tevgera Kurdan a Piştevanî û Pêşveçûnê) di 19’ê Îlona 1908’an de li Stenbolê hate damezirandin û wek organa wê ya weşanê rojnameya Kurd Teavûn ve Terakkî Gazetesî, meh û nîvekê piştî avabûna tevgerê di 9’ê Cotmeha 1908’an de dîsa li Stenbolê dest bi weşanê kir. Xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê ‘Suleymaniyelî M. Tevfîk’ bû û bi zimanê tirkî dida zanîn ku “Hefteyê carekê derdikeve…, rojnameyeke olî, zanistî, siyasî, wêjeyî û civakî ye.” Ev rojname ji rojnameya Kurdistanê bi zimanê weşanê cudatir bû anku jê cudatir bi zaravayên kurmancî û soranî dihate weşandin, lewma jî di vî warî de rojnameyeke pêşîn e.
=KTML_Bold=BALDARIYA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ=KTML_End=
Di rojnameyê de wêje û zimanê kurdî ji xwe re cihekî sereke girtibû, gelek caran tê de dihat gotin ku divê gele Kurd ji bo dibistanên bi zimanê xwe bikeve nava tevgerê.
Weşana rojnameyê 9 mehan dewam kir û hema bêje li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Her wekî gelek rojnameyên din, di dema ‘Bûyerên 31’ê Adarê’ de neçar ma weşana xwe bi dawî bike. Xebatkar û nivîskarên rojnameyê jî tên girtin û dixin zindana “Bekîroglu Bolugu” ku wê demê pir bi nav û deng bû.
=KTML_Bold=WEŞANA HEVPAR A BALKAN Û KURDISTANÊ; ŞARK VE KURDISTAN GAZETESÎ=KTML_End=
Rojnameya ‘Şark ve Kurdistan’ (Rojava û Kurdistan), rojnameya duyemîn bû ku li Stenbolê dest bi weşanê dikir. Li dewleta Osmanî piştî Meşrutîyeta Duyemîn di 20’ê Cotmeha 1908’an de dest bi weşanê kir û 15 rojan carekê dihat weşandin. Rojname wek 4 rûpel derdiket û hemû hejmarên wê bi alfabeya erebî, bi kurdî û tirkî hatin weşandin. Nayê zanîn ka çend hejmarên wê derketine. Di rojnameyê de zêdetir mijarên sereke Kurdên Kurdistan û Bosna û Hersegê bûn. Avakarên rojnameyê Ehmed Şerîfê Hersegî, Bedriyê Meletiyê ve Îsmailê Hersegî bûn. Nayê zanîn ka rojnameyê têkiliya xwe bi rêxistineke Kurdan a wê demê re hebû yan na.
Rojnameya Şark ve Kurdistan ji hêla Kurdên Balkanan û Kurdên Kurdistanê ve dihat derxistin û taybetmendiya wê ya balkêş jî ew bû ku li gel bûyerên li Kurdistanê, bûyerên li Balkanan jî dixistin naveroka xwe.
=KTML_Bold=ROJNAMEYA PÊŞÎN A ROJANE; SERBESTÎ=KTML_End=
Rojnamayeke din ku piştî Meşrûtiyeta Duyemîn li dewleta Osmanî dest bi weşana xwe kiriye jî, rojnameya Serbestî bû. Ber bi dawiya sala 1908’an ve dest bi weşanê kir û xwediyê îmtiyazê û gerînendeyê weşanê yê giştî jî Mevlanzade Rifat bû. Mevlanzade Rifat kurê nivîskarê navdar Abdurrehman Nacîm bû ku bi xwe jî endamekî binemala Mevlanbegzade bû ku li Silêmaniyê malbateke naskirî bû.
Mevlanzade Rifat di destpêka sedsala 20’an de yek ji pêşengên tevgera welatparêz a Kurd bû û bi nasnameya xwe ya rojnamevan, weşangêr, nivîskar û siyasetmedar dihat naskirin. 770 hejmarên rojnameyê derketin.
=KTML_Bold=ROJÎ KURD=KTML_End=
Rojî Kurd di 6’ê Hezîrana 1913’an de derket û li ser berga wê Selaheddînê Eyyûbî hebû. Rojî Kud ji hêla ‘Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî’ ve dihat weşadin ku di 27’ê Temmuza 1912’an de hatibû avakirin. Kovara Rojî Kurd bi zimanên kurdî û osmanî 4 hejmar derket. Di 12’ê Îlona 1913’an de hejmara dawîn a kovarê derket.
Kovara Rojî Kurd di serdema xwe de bandoreke zêde li tevgera çandî û siyasî ya serdema xwe kir lê belê rêveberiya Osmaniyan gelek zext lê kirin.
=KTML_Bold=ROJNAMEYA YEKBÛN=KTML_End=
Yekbûn rojnameya duyemîn bû ku bi hewldanên endamên Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî derket û bi Rojî Kurd re di heman demê de hate weşandin. Di Îlona 1913’an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Rojname 3 rojan carekê derdiket. Di nasnava rojnameyê de wiha hatibû nivîsandin; “Hefteyê du caran derdikeve. Tev li siyasetê nabe. Armanca wê ew e ku li dewleta Osmanî û cîhana îslamî Kurdan bide nasîn, qedr û qîmeta wan zêdetir bike.”
=KTML_Bold=KOVARA HETAWÎ KURD=KTML_End=
Meh û nîvekê piştî sekinandina weşana Rojî Kurd ji aliyê Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî ve hate weşandin. Di 24’ê Cotmeha 1913’an de dest bi weşanê kir û her wekî berdewama Rojî Kurd bû. Nêzîkî 10 hejmarên wê derketin. Heta nîvê sala 1914’an weşana xwe domand. Dema ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir, di 28’ê Tîrmeha 1914’an de piraniya endamên Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî bi hinceta seferberiyê hilgirtin leşkeriyê.
Di dema şer de şert û mercên xebata Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî namînin û weşana Hetawî Kurd jî tê rawestandin.
=KTML_Bold=ROJNAMEYA PEYMAN=KTML_End=
Piştî Meşrûtiyeta Duyemîn li dewleta Osmanî, li Amedê bi destê ‘Îttîhad ve Terakkî’ di 15’ê Hezîrana 1909’an de hate derxistin. Rojnameya Peyman hefteyê carekê rojên duşemê derdiket. Li çapxaneya dewletê ya Çapxaneya Vîlayetê ya Amedê dihat çapkirin û wek rojnameya pêşîn a taybet a ku li Amedê hatiye weşandin, tê zanîn. Di rojnameyê de nûçe û nivîsên bi ermenkî, suryankî, erebî û kurdî hebûn. Ji ber ku cara ewilî rojnameyeke ku ji hêla Osmaniyan ve tê derxistin, tê de kurdî jî cih digirt, destpêkek bû. Tê zanîn ku Ziya Gokalp ku pêşengekî neteweperestiya Tirkan e, di wê rojnameyê de bi navên Vedat, Tevfîk Sedat û Mehmet Mehdî gelek nivîs nivîsandine.
=KTML_Bold=KOVARA BANGÎ KURD=KTML_End=
Di sala 1914’an de li paytexta Iraqê Bexdayê ji hêla Cemaleddîn Baban ve hate weşandin. Kovara Bangî Kurd bi kurdî û tirkî weşan dikir, her hejmareke wê ji 24 rûpelan pêk dihat û bi tevahî 5 hejmarên wê derketin.
Dema ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir, kovarê jî weşana xwe sekinand.
=KTML_Bold=PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN; KOVARA JÎN=KTML_End=
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Împaratoriya Osmanî ji hev belav bû û serdemeke ku bi navê “Serdema Mutarekeyê” tê zanîn, dest pê kir û heta sala 1922’yan berdewam kir. Di wê serdemê de Kurdan ji hêlekê ve rêxistin ava dikirin û hewl dida zirar û ziyanan ji ser xwe biavêjin û ji aliyekî din ve jî di çarçoveya ‘Rêgezên Wilson’ de ji bo ku mafê gele Kurd ê diyarkirina pêşeroja xwe bê nasîn, dest bi têkoşîneke neteweyî û siyasî kir.
Li Stenbolê di sala 1918’an de Kurdistan Tealî Cemiyetî tê avakirin. Ev rêxistin li Amed, Bedlîs, Xarpêt û Dêrsimê şaxên xwe vedike û di nava wê de Kurd Tamîm-î Marîf ve Neşriyat Cemiyetî, Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî, Kurd Millet Partîsî, kovara Jîn, kovara Kurdistan û rojnameya Serbestî xebatên xwe berdewam dikin.
Kovara Jîn wek weşana Kurd Tealî Cemiyetî bi heftane dihat weşandin. Hejmara pêşîn a kovarê di 7’ê Mijdara 1918’ann de derket û wiha digot; “Kovareke kurdî-tirkî ye ku qala dîn, edebiyat, civak û aboriyê dike.” Ev nasnav heta 25 hejmarên wê dewam dike û di hejmara 33’yan a di 21’ê Hezîrana 1920’an de wek “Parêznameya netewesaziya hiqûqî û yekitiyê ya Kurdan, rojnameya zanistî ya heftane” tê guherandin. Kovara Jîn herî kêm 36 hejmar derketin û di dawiya sala 1920’an de hate girtin.
Kovar li bajarên Kurdan dihat belavkirin û tê de mijarên wekî meseleyên gelê Kurd, siyaset, dîrok, ziman, wêje, perwerde, meseleya jinan û folklor hebûn.
=KTML_Bold=KOVARA KURDISTAN=KTML_End=
Kurdistan Tealî Cemîyetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li gel kovara Jîn, kovara Kurdistan jî derxistiye. Kovara Kurdistan li Stenbolê dihat weşandin û hejmara wê ya pêşîn di 30’ê Çileya 1919’an de derket. Kovar bi kurdî û tirkî derdiket û ji 30’î zêdetir hejmarên wê derketin.
Li gel zextên dewleta Osmanî jî rojame û kovarên kurdî li cihên cuda weşana xwe dewam kir û piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Kurdistan kirin çar parçe jî, weşana xwe berdewam kir. [1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
: 10
Publication date: 20-04-2020 (4 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 281
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Tarix
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 95%
95%
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Faruk İremet
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
Zazakî World

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,831
 105,575
 19,659
 98,470
Video 1,420
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Faruk İremet
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
Zazakî World
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Amed Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Born-digital Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Zarok Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Perwerde Kıtebxane - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Original Language - Kirdkî - Zazakî Kıtebxane - Published more than once - Bəli

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|