=KTML_Bold=Deq di folklore kurdî de=KTML_End=
Di dîroka Kurdan de deq wekî huner, xweşikbûyîn û pîrozkir tê nasîn. Di dîroka Mezopotamyayê de li ser şikeft û merzelan şopên deqan derketine holê. Gelê Kurd, Ereb, Sûryan, Êzidî, Tirkmen û Elewî deqê wekî hêz û xweşikbûyîn bi wate kiriye. Di dîroka Kurdan de beriya îslamiyetê deqan cihê xwe girtiye û li gelek cihên cîhanê hê jî ew çand heye. Her wiha li bakurê Kurdistanê jî ew çanda deqan berdewam dike. Wêneyên deqan wekî tav, heyv, stêrk, teyr û şiklên geometrîk li ser rû, dest, ling, navçav, lêv sîng, mil, zik û pişta mirovan tên resimandin.
Deq, weke hunerekê li ser çermên insanan tê neqişkirin. Helbet ev neqş heya mirinê bi mirovan re dimîne. Lewra deq, di bin çermê insanan de tê nivîsandin, an resimkirin, weke ku dermanek bi derzîyê tê lêxistin. Sembol û neqşa dqê li gorî adet û çanda her herêmê tê guhertin. Hin milet deqê bi boyax, bi hineyan çêdikin û hin jî destpêkê bi Şîrê dayika ku zarokeke keçik welidandiye û paşê xweliya agir tê tevlihevkirin û bi derziyê li ser laşê mirovan wek deq tê resimandin. Lewma berê jinên ku keç diwelidandin, şîrê wê pîroz dihat dîtin û pirî caran jî deqê li ser rûyê jinê, xuya dikir dê ew ji kîjan eşîrê ye.
Li cem kesên ku deqên resim dikin an kesên ku deqê li ser canê xwe çêdikin, deq tê wateya xweşikbûyînê. Hin jinên bitemen ku ji biçûkaniya xwe ve deq li ser rû û destên xwe resim kirine li ser deqê wisa dibêjin “Ew deq çanda kevnar a Kurdan in. Ev deq di nava civaka Kurdan de wekî xweşikbûyîn û hûner tê pênasêkirin. Lê niha ciwanên me zêde çanda deqan bikar nayînin.”
Lê her çiqas deq li gor civaknas û zanayan xemilandina insanan e. Lê çavkaniya wê ji dîrokê vir de, hîn jî nehatîye dîyarkirin. Lê belê her tim ji bo lêkolîneran bûye mijareke balkêş. Lê gorî hin civaknas û lêkolîneran danasîna deqê wisa tê kirin; deq, nîşaneya demên winda yên pîroz e û her wiha nivîsa yekem a bav û kalan e. Di dîrokê de jî, xweş xuyakirin, xemilandin, bawerî û kevneşopîyek e.
Li gorî rîwayetan tê gotin ku, di dinyayê de bi gelemperî miletên rojhilatê bi kar anîye. li cem japonan deqên masiyan 500 sal beriya Hz Îsa hatiye çêkirin. Li cem milletên Qazakîstan, Kirgisîztan û hwd. jî hatiye bi kar anîn. Di olên weke budîzm, şamanîzm, animîzm û zerdûştî de jî tê dîtin. Lê belê deq di Xiristîyanî, Yahûdîtî û Îslam`îyetê de tê qedexekirin. Lê em dibinîn ku deq, dîsa jî heya îro hatiye bikaranîn. Tew carna li cem hinek miletan weke mohrê hatiye qebûlkirin. Li rojhilat, li cem ereb, êzidî û Kurdan weke kevneşopîyekê hatiye ditîn. Ev adet neqşên ecêb gihîştiye heya îro.
Çavkanî:
- Ji rûpela çandname.
- Ji rûpela Anha
- Ji qenala Pelfilim
[1]