Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,734
 105,554
 19,658
 98,449
Video 1,419
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Kurd û dinya wan a li ser qoçê ga!
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurd û dinya wan a li ser qoçê ga!

Kurd û dinya wan a li ser qoçê ga!
=KTML_Bold=Kurd û dinya wan a li ser qoçê ga!=KTML_End=
İkram Oguz
Bîranînên ji dema zarokatîyê nayên jibîrkirin.
Dem tê, mirov xwarin û vexwarina xwe ya rojek berê jibîr dike, lê bîranînên ji dema zarokatîyê di cîhê xwe da dimînin û bi bûyerek ya jî bi nîşaneyek derdikevin pêş û di ber çavên merîyan ra derbas dibin.
Mîna îro tê bîra min.
Sal 1966…
Dawîya demsala havîne, dem dema bêderan…
Erd hejîya bû, navenda erdhejê Gimgim, Gimgim jî wêran bibû.
Di bin kavilê xanî û avahîyan da bi hezaran mirî û birîndar…
Tesîra erdhejê li gundê me jî hatibû dîtin, lêbelê zirar û zîyanek mezin neqewimîbû.
Tenê dîwarên hinek qom û merekan hilweşîyabûn, li serê hinek gelî û newalan erd qelişîbû û ji hev qetîyabû.
Dîsa jî gundî ditirsîyan û şev û rojên xwe li derva derbas dikirin û li derva radizan.
Di nav rojê da mêr û zarok li ber bêderan dixebitîn, jinan jî li derva kuçeyên agir dadidan û li ser xwarin û vexwarin amade dikirin.
Bi danê êvarê ra tax bi tax, li der dora bêdêran kom dibûn, nivîn radixstin, jin li alîkî, mêr jî li ba hev dicivîyan û civat saz dikirin.
Li alîkî qilûlîkên jinan, li alîyê din mesele û metelokên li ser mêrxasîya mêran…
Qilûlik jî, mêranî û mêrxasî jî bi erdhejê va girê didan û dirêj dikirin.
Zarok di navbera civata jin û mêran da diçûn û dihatin. Ger nêzikî jinan dibûn û guh didan qilûlikên jinan, ger nêzikî mêran dibûn û li çîrokên mêran guhdarî dikirin.
Zeynê ya pîrejin li qîz û bûkên li derdora xwe dinihêrî û bi dengekî nizm ji Gulê ra digot; „Lêlê porkorê te jî bihîst, dibêjin gava erd hejîyaye, Hecîyê serhejok ji tirsa mirinê, bê kiras û derpê ji nav nivînan revîyaye û şilf û tazî xwe avêtîye ber derî…“
Gulê; „Lêle gulîbirê, Serhejok çima bê kiras û derpê bûye?“
Zeynê ji pirsa Gulê eciz dibû, rûyê xwe tirş dikir û bi dengek bilind; „Weyla xwelîliserê, here wê yekê jî ji Gewrê bipirse, Serhejok çima bê kiras û derpê di nav nivînan da bûye…“
Li alîyê din Hemê bi rûyê xwe yê dirêj û spî ra dilîst û digot; “Ecêba Xwedê mêze bikin, erd li Gimgimê dihece, qelşa wê heta vira tê…”
Salihê birazîyê wî dipirsî; “Apo, gelo sedema erdhejê çî ye?”
Hemê, bere xwe dida ezmanên çîksayî û li stêrkên ji dûrva dibriqîn mêze dikir, dûra vedigerîya derdora xwe qoleçan dikir û digot; “Birazî qasî ku me ji mezinan bihîstîye, dibêjin dinya li ser qoçê gayekî belek e. Di germahîyê da mêş derdikevin û li derdora ga dikin vizeviz. Jibo ku xwe biparêze, ga doçika xwe li ba dike, bi hêza bayê doçikê ra dinya li ser qoçê ga, ji cîhe xwe dileqe, bi leqa wê ra jî erd diheje…”
Salih; “Apo çima ew gayekî çawa ye ku dinyayê li ser qoçê xwe digerîne? Gelo qe tî û birçî nabe, ya jî namire, ew di cîhê xwe da, dinya jî li ser qoçê wî disekine?”
Hêmê; “Kuro, wer berzeq berzeq qise neke û min ji dîn û îmanê dûr nexîne. Ez belengazê Xwedê, ji kû dizanim ga çima tî û birçî nabe û namire? Here vê pirse jî ji şex û melan bipirse, bersiva xwe jî ji wan bigre…”
Bi pirsên Salih ên bêdawî ra hêrsa Hemê, bi bersivên Hemê ra jî kenên civatê û meraqê zarokan zêde dibû…
Di ser wan salên xweş û jîyana bi kurdayetî ra sal û demsal derbas bûn.
Gund vala, gundî jî bûn nîvbajêri.
Pirs û pirsgirekên civakê hatin guhartin.
Zilm û zordarîya dewletê zêde bû…
Dewleta Tirk, îro ne tenê li Bakûrê Welat, bi zilm û zordarîya xwe li çarnikalê Kurdistanê jî xwedî bandor e…
Li Rojava erd dihejîne, li Başûr ezmanan diqelişîne û bi irz û eyarên Kurdan ra dilîze…
Kurd bûne du alî û bi qilf û qilûlikên sîyasî va mijûl in…
Alîyek dibêje; “Gerîlla rê li ber dewleta Tirk vekirîye…”
Alîyek jî dibêje; “Pêşmerge hevpar û mîhmandarê dewleta Tirk e…”
Dewlet ji erd û ezman va Kurd û Kurdistan bin pê dike, Kurd jî di dinya xwe ya li ser qoçê ga sekinîye da, çavên xwe girtine û bi kopalan bihev ketine…
[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 01-06-2023
: 1
Tarix & rida
Publication date: 13-02-2021 (3 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 99%
99%
Attached files - Version
Version
1.0.115 KB 01-06-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Zazakî World
Jiyaname
Faruk İremet

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,734
 105,554
 19,658
 98,449
Video 1,419
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Zazakî World
Jiyaname
Faruk İremet
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Stembol Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Çawkiraw Kıtebxane - Published more than once - Bəli Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Roman Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Tarix Kıtebxane - Xoserı - Tirkiya Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Helbest

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|