$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Omer Karabûlût
Nasnav: Alîşêr Amed
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Remziye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 29-04-2019 / Garê
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê me Amed weke navenda berxwedanê ya Kurdistanê wezîfeya xwe ya dîrokî her serdemê bi serketineke mezin bi cih anî, temsîliyeta xeta welatparêziyê bi rengekî rast kir û her tim dilsozê kevneşopiya têkoşînê bû. Di dema herî tarî de ku mêtingeran siyaseta qirkirinê bi rengê herî bêrehm dimeşand û îradeya azad a gelê me anîbûn ber tunebûnê, partiya me PKK bi pêşengiya Rêber Apo rabû, pêngava vejînê pêk anî û xelkê me yê Amedê jî bi coşeke mezin ev pêngav pêşwazî kir. Xelkê me yê Amedê ku xwedî li ruhê bexwedanê yê zindana Amedê ya dîrokî derket û bi serhildanan rê neda dagirkeran, bi têkoşîna xwe ala azadiyê ya li Kurdistanê gihand refên herî pêş. Bajarê me Amed ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û bi serhildanan şehîdên me yên pîroz pêşwazî kir, bû navenda kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê ya PKK'ê. Xelkê me yê Amedê yê welatparêz, çanda berxwedanê gihand nifşên nû û bêretedût xwedî li meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo derket. Bajarê me Amed mîrateya têkoşînê ya bêhempa ya PKK'ê kir çanda jiyanê. Hevrêyê me Alîşêr li vî bajarê me ji dayik bû, di nava kevneşopiyeke xurt de mezin bû. Li nava malbateke hêja ya welatparêz ku gelek tevlîbûn li nava refên têkoşînê çêkir, ji dayik bû û di nava têkoşîna xelkê me yê Amedê de bû xwedî kesayetiyekî.
Bajarê me Amed ku navenda welatparêziyê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybetî kirin hedef û gelek êrîşên bêrehm li hemberî gelê me yê welatparêz hatin kirin. Dagirkeran bi êrîşên li dijî mirovahiyê xwestin ku têkoşîna gelê me tune bikin ku gelê me bi PKK'ê re bûye yek û li ser xeta berxwedanê ji nû ve xwe afirandiye. Hevrêyê me Alîşêr jî şahidî ji van êrîşên dagirkeran re kir û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Li dijî dagirkeran ku dixwest ciwanên Kurd dejenere bikin, ji cewhera xwe dûr bixîne, ji têkoşînê vegire, hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez bersiv bê dayin û beşdarî nava karên ciwanan bû, bi vî rengî ber bi têkoşînê ve gavên destpêkê avêt. Hevrêyê me di nava berxwedanê de Rêber Apo û partiya me PKK hîn bêhtir ji nêz ve nas kir, kedeke mezin da karên ciwanan. Hevrêyê me Alîşêr bi kesayetiya xwe ya çalak zû derkete pêş, ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hate girtin. Li Amedê 6 mehan di zindanên mêtingeriyê de bi ruhê berxwedanê têkoşîna xwe dewam kir û serî li ber dagirkeran netewand. Piştî ku ji zindanên dagirkeran derket, demeke din karê xwe dewam kir û li henmberî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bû xwedî hêrseke mezin û dît ku gelê me yê bindest tenê bi têkoşîna gerîla ya PKK'ê dikare azad bibe. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên qedîm û sala 2015'an li navenda berxwedanê li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Alîşêr bi kesayetiya xwe ya cewherî û kedkar zû hînî jiyana gerîla ya pîroz bû, enerjiay xwe ya ciwantiyê derbasî nava têkoşînê kir û bû xwedî tevlîbûneke xurt. Bi coşeke mezin tevlî nava perwerdeya gerîlatiya bingehîn bû, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe gihand kûrahiyeke mezin, derbasî herêma Garê bû û dest bi pratîka xwe ya destpê kir. Ji ber ku bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû, encamên xurt bi dest xist. ji ber têkiliyên xurt ên bi hevrêyên xwe re danî, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Di şexsê hevrêyê me Şehîd Alî Karabûlût de ku sala 2002'an şehîd bû û apê wî bû, xwedî li mîrateya têkoşînê ya hemû şehîdan derket û ji xwe re kir esas ku vê mîrateyê bigihîne serketinê. Bi têkoşîna xwe hêjayî şehîdên pîroz bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê yên qirker ji bo tunekirinê êrîş bir ser xelkê me yê Êzidî, hevrêyê me Alîşêr tevî hevrêyên xwe bi hawara xelkê me yê Êzidî beziya, li dijî çeteyên dagirker bi fedaîtî şer kir û ji bo xelkê me ji qirkirinê bê rizgarkirin di şer de kedeke mezin da. Piştî ku xelkê me yê Êzidî hate rizgarkirin, tevî hevrêyên xwe vegeriya çiyayên qedîm ên Kurdistanê. Di berxwedana dîrokî ya dijî dewleta Tirk a mêtinger de li refên herî pêş şer kir.[1]