Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,734
 105,554
 19,658
 98,449
Video 1,419
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Îran di rewşeke çawa de ket sala 2022’yan
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Keça Kurd

Keça Kurd
=KTML_Bold=Îran di rewşeke çawa de ket sala 2022’yan=KTML_End=
=KTML_Underline=Yezda Havîn=KTML_End=

Rejîma Îranê di sala 2021’ê de ji ber siyaseta xwe ya qirker û polîtîkayên nijadperest, dewletperest, zayendtperest bi pirsgirêkên siyasî, dîplomatîk, aborî, civakî û jiyanî ket sala 2022’yan. Civaka Îranê ji ber vê siyaseta qirker û polîtîkayê jiyana xwe di bin zext û zordariyeke mezin de derbas kir. Di encama vê de gelê li Îranê dijîn pêvajoya sala 2021’ê heya sala 2022’yan de ruxmê hemû zext û zordariyên dewletê jî bi xwepêşandanan li ser piyan bûn. Ev bû sedem ku gel di nav şert û zirûfên giran de bêzar bimîne. Bi taybetî jî ji bêkartiyê pirsgirêkên debarê gihiştin asta herî jor.
Êdî ji polîtîkaya têrbûnê zêdetir xizantî û birçîbûn gel terkî jiyana êşkişandinê kiriye. Lê ji ber ev gel xwedî dîrokeke berxwêder û tekoşînê ye û gelek caran bi hêza xwe hikûmet serobino kiriye, carnan heta hilweşandinê bi bandor bûye û ev jî weke kevirekî mezin li ser dilê dewletê sekiniye. Ev rastî di dewletê de diltebînî û metirsiyeke mezin avakiriye. Ji bo vê yekê niha nakokiya ku di navbera dewlet û gel de vebûye, nîşaneya şer û pevçûneke mezin nîşan dide. A rastî di nava vê kaos û qeyranê de rejîma Îranê wê ber bi çi ve biçe, mijara meraqê ye. Weke qutiya pandorayê ya veşartî ku gelo wê çi jê derkeve. Em ê bi hev re bişopînin, tekez dê di demeke kurte biteyise derve.
Du rê li pêşiya dewleta Îranê hene; an wê wekî berê siyaseta xweyî xapînok têxe dewrê, nakokiyê di navbera xwe û civakê de bi şêwazên nermik daxîne asta herî kêm an jî wê bi şêwazê hişk civakê bitepisîne û biperçiqîne. Niha di sala 2022’yan de herdu şêwaz jî ji bo pêşeroja Îranê xeteriyê dihewînin. Heta şoreşeke bêdeng û sergirtî di kûrahiya dil û mêjiyê civakê de tê jiyîn. Di vê wateyê de eger şêwazê tepisandin û perçiqandinê tercîh bike; weke agirê şoreşê bi destê xwe pêxe, gur û geş bike û civakê ber bi şoreşê ve dehf bide xetere. Ji aliyê din ve êdî weke berê nikare bi siyaseta nermik gel bixapîne. Ji ber êdî hem baweriya gel pê nema ye û hem jî reformên bingehîn dixwazin.
Gelo wê niha di vî halê heyî de, rejîma Îranê kîjanê tercîh bike? Wexta mirov li rastiya civakê binêre dibîne ku wê herdu rêyan jî bi hêsan tercîh neke. Êdî pêşketinên ku niha li Îranê rû didin rejîma Îranê xistiye tengazariyeke mezin. Derfetê tercîhê ji holê rakiriye. Ji ber herdu jî bi pêşketinê ve girêdayî ne. Yek yekê bandor dike. Li gorî texmîn û pêderxistinên me dê di qutiya pandorayê de wê şer û pevçûn derkeve.
Eger mirov çend sedemên bingehîn yên sala 2021’ê rêz bike! Rejîma Îranê ji bo pêşiya hinek tiştan bigire, hilbijartinek çêkir, di desthilatdariyê de guhertin çêkir, di qanûnan de hinek guhertin çêkir û her wiha bi taybetî ji bo jinan hinek guhertinên şeklî weke temaşekirina werzişê yan jî wek berê mûdaxalenekirina ji bo qilif û qiyafetên wan. Lê li aliyê din avê li ser bajarên wekî Îsfahanê û gelek bajarên din qut kir û kişand navendê. Bi vî awayî şêniyên ku debara xwe ya çandiniyê dikirin hem gundî û cotkar bêkar man hem jî zeviyên civakê ziwa bûn. Dema gel ji bo mafxwestinê daket kolanan jî bi êrîşên hişk gelek ji wan birîndar bûn û hatin binçavkirin, çend kes jî hatin qetilkirin.
Lê di dawiya salê de tewir û helwestê wan ji hevsengiyê şemitî hişkitiyê; mirov di daxuyaniya Wezîrê Karên hundir de ku di der barê jinan de dibêje ‘eger rojekê Komara Îslamî hilweşe, wê bi jinan hilweşe’ pir balkêş e. Parlamenterek ji bo jinan sê xalên weke ‘bila jin xwe xweşik bike, sofra xwe xweşik bike, mala xwe xweşik bike’, ev daxuyaniyên ku bi zîhniyeta zayendperest kiri, mirov dixe nav fikar û mertisiyan. A rast bi van ragihandinan di şexsê jinan de civakê hedef didin nîşandin. Dîsa di dibistanan de perwerda ziman ji bilî zimanê farisî qedexe kirin, bi hatina Reyîsî re zêdebûna darvekirinê, tundiya li ser zîndanan, kuştina kolberan, pirsgirêkên avê, nedana mûçeyan nîşan dide ku wê pêvajoya sala 2022’yan bi şer û pevçûnê dijwar re rû bi rû bimîne. Ew jî vê rastiyê baş dibînin ji ber ku di dawiya salê de ji bo ku bîryarên bilez, leşkerî di der barê civakê de derxîne di dezgeh û saziyên dewletê de sipahiyan bi cih dike. Bi cihkirina sipahiyan dide nîşandan ku dê di pêşerojê de tûj û tûndî li ser civakê zêde bibe.
Di vê çarçoveyê de; eger di sala 2022’yan de rejîma Îranê dev ji nêzîkatî û ferasetên xwe yên kevneşopî yê weke statukoparêz a klasîk, mûhafezekar, dewletparêzî, nijadparêzî û zayendparêzî bernede wê nikaribe gavên tendurist ber bi demokratîkbûnê ve bavêje. Wê ev jî bibe hilweşandina komara Îslamî ya Îranê. Ji bo rê li pêşya hilweşandinê bigire, divê çareseriyeke demokratîk û mayînde bike. Ji bo vê eger modela neteweya demokratîk esas negire, hemû pêkhateyên xwe hembêz neke wê têkeve nava çiraveke bêserûbin.
Eger kom û pêkhateyên ku li Îranê dijîn nakokiyên navxweyî çareser nekin û rêxistineke navxweyî ava nekin wê nikaribin demek dirêj tekoşîna azadî û demokratîk bidin meşandin. Lê eger nakokiyên navxweyî çareser bikin, rêxistin û tekiliyeke rast ku xwe bispêre hêza xwe çêbike wê weke hêzeke alternatîf a demokratîk derkeve holê. Wexta gel weke hêzeke alternatîf a demokratîk derkeve holê, wê dewlet mecbûrî gel bibe û mecbûr bimîne ku guhertinan pêk bîne. Em jî li ser vî esasî di sala 2022’yan de weke sala wekhevî û azadiya gelan di oxira tekoşîneke demokratîk ya meyînde de serkeftinê dixwazin.[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 13-06-2023
: 2
Publication date: 19-01-2022 (2 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Ceni
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
: 99%
99%
Attached files - Version
Version
1.0.111 KB 13-06-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kıtebxane
Gome
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,734
 105,554
 19,658
 98,449
Video 1,419
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kıtebxane
Gome
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Amed Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Born-digital Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Perwerde Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Zarok Kıtebxane - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Original Language - Kirdkî - Zazakî Kıtebxane - Published more than once - Bəli

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|