Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,485
 105,433
 19,642
 98,416
Video 1,419
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Kutilkên Diya Min, Qeyda Fuad Onen û Biyopolîtîka Foucault
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferzan Şêr

Ferzan Şêr
Kutilkên Diya Min, Qeyda Fuad Onen û Biyopolîtîka Foucault
#Ferzan Şêr#
“Kesek ger tevnegere nikare hay ji zend û bendên xwe hebe”
Rosa Luxemburg

Rojekê diya min kutilk çê dikirin. Min dêhna xwe dayê, kutilkên di ava keliyayî de dema ku dipijin derdikevin ser rûyê avê, yek ji wan jî ji hev belav nabin. Min ji diya xwe pirsî bê çima ji hev nabin di nava avê de, savar e dawiya dawî. Diya min behsa xwêyê kir, mirov dema berî kutilkan bavêjê avê dikelînin xwê dixwin nav avê. Demên lîseyê de min ji zagonên kimya û fîzîkê sedema wê fêr bûbûya. Lê dê û dapîrên me, pêşiyên me qet hay ji wan zagonan nîn bû. Zagonên xwe bi xwe ditîbûn. Nexwe ilm û zanist tim bi awakî pratîkî di nav jiyana me mirovan de bi awakî hebûye.
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awakî xwezayî dest nîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê tu carî nikaribim wekî wî xweş bilêv bikim, loma rasterast jê digrim, wiha dibêje Fuad Onen di pirtûka xwe ya bi navê Ray, Raman û Bîranîn de:
Wê çaxê, her çiqas nuha jî heye, gava ku tu diçî dibistanê tu qeyd dibî. Gava ku em zarok bûn li Dêrikê qeyd, me tenê ji bo hespan dizanîbûn, ew zincîrên ku tavêjin pêyên hespan. Îcar dema ku digotin “em ê te jî bibin li dibistanê qeyd bikin” yên hebekî ji me mezintir, xort an zilamên mezin henekên xwe bi me dikirin. Me nizanîbû ku qeyda mektebê tiştekî din e. Digotin hûn ê herin dibistanê wê lingên we qeyd bikin. Bi rastî min jî bawer dikir, lewra ew peyva tomarkirinê ango qeydkirin li cem min tunebû. Ne di zimanê min de, ne di mejiyê min de, gava ku tu diçî dibistanekê an daîreyeke resmî li wir navê te dinivîsînin, tesbît dikin ku te serî li dibistanê xistiye, ev jî qeydkirin e. Min wisa nedizanî, min digot qey wê wek hespan me jî qeyd bikin. Derveyî qeyda hespan min tu qeyd nizanîbû.
Di vê pasajê de sê xwendinên siyasî-civakî li ber me ne; berteke xwezayî ya dijkolonyalî, biyopolîtîka û bi jinûvexwendinê re îfşakirina dagirkeriyê.
Qeyda kurdî û qeyda tirkî ji hêla deng ve dike ku mirov kenên xwe bi hev du bike. Li vir em rabin bêjin ew yekem kurdên dijkolonyal bû bi zanîn têkiliyeke di navbera qeyda kurdî û qeyda tirkî de danîtin, helbet gotin dê cihê xwe negre bibe şîroveyeke çewt. Belê ew yekem kesên dijkolonyalbûn lewra kenê xwe bi tirkî dikirin. Dijkolonyalî wan tiştekî xwezayî bû, lerwa li dijî xwezeya wan karekî dihat meşandin. Ew ken jî wekî refleksek bû. Dûre çi bû, serweriya tirkan bi bi riya rê û rêbazên biyopolîtakayê “kurdên pirr modernnnn” ava kirin, ew kurd vê carê kenên xwe bi tirkiya “qebe” ya kurdan kirin.
Li gor Foucault du awayên îqtîdarê hene. Yek jê xwe bi riya erka “mirinê” li ser mirovan ferz dikir ku jê re digot “îqtîdara serdema împaratoriyê”. A din li şûna mirinê dabînkirina jiyanê û domandina jiyanê bi cî dike. Navê vê teknolojiya îqtîdarê jî biyopolîtîka ye. Bi riya jimartina nifûsê, bi zanîna rêjeya zayîn û mirinan, bi riya genetîkê, bi riya xwînê û seksuweliyê, bi riya gelek normên dîtir îqtîdar xwe di nav civakê de bi cî dike, xwe di bedena takekesan de saz dike. Her kes bi zanîn an na, dibe polîsê xwe. Piranî jî bi nezanînî ye. Em vê dikarin li ser meseloka Fuad Onen jî rave bikin. Demên berê dewlet ango em bêjin îqtîdarên wê demê dema davêtin ser gund û bajaran bi fermana padîşah û şahînşahan mirov dihatin kujtin. Bes fermanek bû. Îro di serdema biyopolîtakê de qeyd hene, qeydên nexuyayî. Hûn li lingên xwe binêrin tiştek tune ye, rihetî hûn dikarin bimeşin, bifikrin û di gelek warên civakî de tercîhan bikarbînin, li gor wan tercîhan bijîn. Hûn dikarin dijî îqtîdarê jî şer bikin. Lê ew qeydên îstîdarê bi têgînên Foucaultî di lingên we de ne, di mejiyê we de ne. Îqtîdar bi îhtîmalên bêjimar dikare van qeydên nexuyayî bişopîne.
Lê mirov her çiqas xwedî qeydên nexuyayî bibe jî dikare wan îfşa bike, wan têkiliyên îqdarê, şêweya xebitînî îqtîdarê deşîfre bike. Bîranîna Fuad Onen vê jî li ber me dixe.
Çawa?
Bi ya min Fuad Onen wekî zarokê objeya wê kenê, mezin bû, bû kirdeya îfşakarê etimolojiya kolonyalîzmê. Fuad Onen di pirtûka xwe ya qalkirî de diyar dike ku bîranîn bi tevahî ne objektîv e, bîranîn tiştên ku mirov dixwaze wiha be jî dihundirîne. Dema mirov behsa bîranên xwe dike, di heman demê de behsa tiştên ku dixwaze wiha be jî dike. Bîranînên Fuad Onen hem wekî rastiyek, hem jî wekî ku ew di kitêba xwe de diyar dike hinekî çêkirî ye. Em ji kamerayê nikarin li rabirdûya Fuad Onen binêrin û wê meseleko ku vedibêje teqez bikin. Em ji devê Fuad Onenê kurd, rewşenbîr, komînîst û berî van tevan mirovekî dijkolonyal guhdarî dikin. Lewra kesekî ku bi van karan rabûbe, bêjinga bîranînên wî jî li gor van esasan form digre. Loma ji nav gelek bîranînên xwe ji me re qala “qeydê” dike. Ev ne bi zanînî be jî, wekî şêweya xebitîna biyopolîtîkayê û dijberî wê biyopolîtîkayê rastiya wê deşîfre dike.
Em vegerin ser çîroka xwe ya destpêkê. Dema mirov tiştekî xwezayî bibîne, heya ku laqê tiştekî ne xwezayî (zanîna fîzîk û kimyayê) neyê li ser têkiliya wê ya xwezayîbûn û nexwezaybûnê nafikre. Ango girîngiya zanîna xwe ya pratîkê heya ku bi teoriyekê teqez neke pê bawer nabe. Di nav jıyana asayî de jî teori he ye, jıyana asayî bi xwe teorîk e. Çawa ku kurdên “nezan” kenê xwe bi peyveke tirkî ya Fuad Onenê zarok kiribin, Fuad Onenê mezin jî bi “zanayî (bi arasteyên teorîkî)” şêweya xebitîna kolonyalîzmê berbiçav dike. Her du kirin jî biqasî hev nirxdar û bi qîmet in. Belkî bertekên xwezayî û jixweber hebkî qîmettir be jî.
Çavkanî: http://www.bas-haber.com/ku/article/2765/kutilken-diya-min-qeyda-fuad-onen-biyopolitik[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
: 2
Jiyaname
Tarix & rida
Publication date: 06-05-2016 (8 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 99%
99%
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,485
 105,433
 19,642
 98,416
Video 1,419
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Stembol Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Çawkiraw Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Roman Kıtebxane - Xoserı - Tirkiya Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Original Language - Kirdkî - Zazakî Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Helbest Kıtebxane - Cureya belgeyê - Açarnayiş

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|