Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,956
 105,579
 19,660
 98,495
Video 1,420
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Welî Sebrî: Yar û Mirad -3
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad I

Yar û Mirad I
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -3-=KTML_End=
Weli Sebrî

Weyy, nizanim min di çiyê çiyê te û heft bavê te k…ê! Îca tu qet nizanî ka têrbûn çi ye. Kerê, çavên te kor û guhên te kerr in. Qîzê, tu nabînî ka ez çi dibêjim. Tu nabînî te delalê min helak û perîşan kir û di pey ra jî te konê mala bavê min ji nav konan rakir û mala min mîrat kir. De rabe, qîzê! Ku tu ranebî eha, ez rabûm…”
Na, tirsa wê tu car ji mêrê wê nebû û nabe jî. Çima jê bitirse. Mal e û mal jî tu car bê xirecir û pevçûn û xeyîd û dilmayîn nebûye û nabe jî. Ne pir, lê hema weha carinan kal û xanima xwe ji hev xeyidîne û hew.
Na, na! Ji hev ra her tim rind, bi qedr û qîmet û ji hev hiz dikirin.
Pevçûn û qal û qîra wan nedibû û nabe jî. Roja ku wan berê xwe dabûna hev û gotinên ne baş ji hev ra bikira, nebû. Nebû, lê îro bû. Ji delalan delalekî wan bû nevî û hizkirina wan jî ji wî ra bû.
Dildar, berxikê wan û li ser wî jî tu car wan hemberî li hev nekiribû û dilê hevdu jî neşikandibûn.
Her yek bi qasî xwe mezin û helbet, wan jî dizanîbû ka çi çi ye.
Werhasil, bi wê ezmûniya xwe jî ji wan yek Pîrika Muhbê û yek jî bi wê esalet û camêriya xwe Xeloyê kalik bû. Xeloyê kalik, camêrekî xweyîgotin, her bi qedr û qîmet û ji rîsipiyan jî rîsipiyê vî gundî bû. Pîrik bi ser Dildarê xwe radibû, lê rabûna wê jî ne ji ber hêrs û gotinên kal. Bi berxikê xwe şa bibû û şabûna wê jî ne tiştekî teze bû. Di rabûnê da jî ku Pîrik neaxife, îca qet dibe.
Radibû û di pey ra jî herdu destên xwe dikir kêleka xwe û te digot qey bi wê sekna xwe jî ji herba duwelan vegeriyaye. Berê xwe dida neviyê xwe û her bi wê çalima xwe bû.
Digot:
”Oxxx…! Îşev jî derbas bû. Derbas bû, lê ne bi ya dilê min, mixabin ez jê têr nebûm û wer hat û wer jî derbas bû. Dil e rehetî nizane û nevî jî ku Dildar be, de were jê têr bibe. Belê, wele îşev ne bi ya dilê min û de şevek din jî ji min û wî ra xwedê kerîm e, lo…”
Wexta ku digot; ‘de şevek din jî ji min û wî ra xwedê kerîm e, lo…’ Teze tu bihatayî Dildar û bersiv û mêzekirina wî.
Bi awirên çavan mêze dikir û digot:
“Naaa! Heta ku tu ji min ra stran û çîrokan nebêjî û bi min ra ‘Pîrê pîrê destê min şewitî, Qoço moço îşev te çi xwar’ nelîzî; Dildar tu car ne tê cem te û ne jî maçikên xwe dide te. Ku herim jî ji xwe terim cem kalikê xwe û bila ew ji min hizbike û maçikan bigre.
Îca ezê çima bêm cem te. Qey tu nabînî te bi wan qîlkên xwe ên tûj çawa ez peritandime. Eha, mêze bike siretên min yên qerqaş jî ji ber wan maçikên te yên bêdawî sor û mor bûne…”
Ev gotin jî gotinên wî ên çend sal berê û wî jî wer digot. Ax, de îca niha…? Niha jî têkilî bi germiya xwe û wek berê û hema tu dikarî bibêjî ji berê jî xweştirîn e.
Helbet, hizkirin ku hebûye ne dawî li destan û çîrokên Kurdî tê û ne jî diqedin.
Di hebûna Dildar da şev nebûn ji şevan xweştirîn, nebin. Ji wan yek her bi guhdariya xwe û yek jî bi huner û marifeta xwe bû.
Belê, timî bi wê hunera xwe û wek çawa tu ji kewarê ardê xwe bigrî, li bêjingê bixînî û di pey ra jî di leganê da bistrî bi wî awayî wê peyvên xwe lihev dianî û di pey ra jî rêz dikir û dikir.
Belê, wele ew her bi mahareta xwe bû.
Wek çawa meriv hevîrê xwe ji leganê bigrî û li ser textê nan girik bi girik danî û di pey ra jî bi tîrika destên xwe yeko yeko vebikî, bidî ser refikê û li tendûrê bixînî bi wî awayî wê di şevberika xwe da hevokên xwe dirist û pêşkêş dikir. Bêguman ew jî ji hunera wê bû.
Marifet e û ew jî li gel herkesî, nîne. Pîrika Muhbê, hosta peyvan bû. Maheret jî ew e ku dema te da divê tu bi peyvan bilîzî û tu car hevokên xwe neêşînî. Dayîn e û firq nake dixwaze bila stran, dixwaze lorik û dixwaze bila çirok û destan bin. Ya herî girîng jî ew e ku tu wê ji hestê nazik û ji dilê germ pêşkêş bikî bidî. Yê ku bi guhdariya xwe jî nevî bûye ne tu dikarî xwe bidî alikî û ne jî bi lawaziya xwe bî.
Wê bi xwe jî dizanî ku ger axaftin bi tam û lezeta xwe be ancax tu wê çaxê ji axaftinê ra dikarî bibêjî axaftin e. Peyvên wê ji xas bexçe, hevokên wê ji hevirmiş, axaftinên wê jî her bi xêr û bêr ji dil û canî bû.
Wê, hûrik hûrik dirist û pêşkêş dikir. Ger ku di warê peyvan da meriv dewlemend be, hevokên merivî jî reng bi reng û wek avên çem û kaniyan zelal û zelal diherike.
Çemê Muradê, çemek delodîn e. Ji berfa zozanan rengê xwe digre û her bi lez û dilezîne. Di rêgehê da jî li dar û beran, kevir û zinaran diqelibe, xatirê xwe ji wan dixwaze û di newal û neqeben da çiv dide xwe û geh bi lorîn û geh xemgîn e. Berê xwe dide Deşta Mûşê û pêl bi pêl diherike. Çemê Muradê, xemgîn û bi hesret e û di rêgehê da bi lemelem e. Dilezîne, ji ber ku bi hesreta Ava Reş e û ji çeman çemekî miradxwaz e.
Ji bin Pira Evdirehman Paşa ku difilite jî, ne bi ços û kelecan û meriv dibêje qey ji qidûman ketiye û giran giran rê digre û diherike. Diheje û wek çawa tu ji karekî bikevî, ketiye.
Di encamê da berê xwe daye Ava Reş û êvîna xwe jî li pêlan bar kiriye û dixwaze zû bigije û bi miradê xwe şa bibe.
Ava Muradê ku tu berê xwe bide Deşta Mûşê îca Pîrika Muhbê berê xwe nade dilê delalê xwe û kûr û kûr tê da naçe. Helbet, diçe û di pey ra jî delalê xwe li hespê boz siwar dike û bi xwe ra dibe û zozan bi zozan, çiya bi çiya, diyar bi diyar digerîne.
Gerand şûnda jî tîne û li ber konê kalikê wî û li ser ava kanîkê peya dike û datîne. Nebiyê wê cigera wê û ew jî ji wî ra hem sî û hem star bû.
Mala Pîrika Muhbê neşewite ka îca hewqasî peyvên rengîn ji ku tîne. Tîne û di pey ra jî pê van hevokên xwe dixemilîne.
Wek tu çawa rabî hebên tizbiyê yekoyeko bigirî û di pey ra jî di benî ra derbas bikî bi wî awayî wê bi peyvan dilîst.
Şevên wan şevên gulgulî û mala wan jî mala xwezanan bû. Di mala wan da gulek û pê şad û bextewar bûn. Ji tûrikê wê ra jî ne hewceyî gotinan e ku meriv bike.
Destanên wê ji çanda Kurdî û zimanê wê jî wek yê şalûl û bilbilan bi ahenga xwe bû. De bila ew bibêje û di mala Xeloyê kalik da jî şev ji şevan xweştirîn dibihure û derbas bibe. Bila ew bibêje û ji ber wê dengê wê erd û ezman, çiya û baniyên Serheda şewitî bilerizin û bihejin.
Axaftinên wê ji kûrahiya dil û wek çawa avên çem û kaniyan biherike, wer pêl dida xwe û diherikî.
Pîrika Muhbê ku axifî bila karxezalên Koxê Bîngolê werin û di pey ra jî guh bidine wê û ka kalîn çi ye. Na, na! Bila ne karxezal û ne jî şalûl û bilbilên ser avên çem û kaniyan werin û guh bidine wê, Dildar bes e.
Bila Pîrika Muhbê biaxife û delalê li ber serê wê guh bide wê û di xem û xiyalên rengîn da bibe rêwiyek ji rêwîyên riyan û here diyar bi diyar bigere. Ji wî ra pêdivî ye û nabe Pîrik nede. Wê dida, lê bi zanîstî dida. Ji ber ku tu car wê nedixwest nevîyê wê ji çand û kultura xwe dûr bibe.
Lorîkên wê lorîkên Kurdî û destan û çîrokên wê jî ji xezneya bav û kalan bû. De bila Pîrka birûme qet nesekine û heta ku xew ketiye çavên wî bila bibêje û bibêje..
Ne teze, lê wê bi şev û rojan got.
Belê, wê got. Lê tu car ne ew ji ber axaftinên xwe westiya, ne jî neviyê wê ji wê aciz bû.
Ji ber gotinên wê şev nebû ji şevan xweştirîn nebuhure, reng negir e û nexemile.
Yê wê sûd û mefa û ked û emeg bû. Belê, wê timî da û hîn jî dide. Di biçûkatiya wî da Pîrika Muhbê ne tenê axaftevan, lê di eynî wextî da jî hem biryardar, hem jî pêşkêşkar bû.
Pîrika Muhbê, bi xwe ji çîrok û destanan hildibijart û digot. Na, niha ne wisa ye û wê barê xwe parikî sivik kiriye. Lê de bila be, dîsa jî bar bar e. Bar e, ji ber ku her şev tu li bedewiya peyvan digerî û bi kar tînî. Di encamê da şevberika wan her bi ya dilê wan reng digirt û diqediya. Niha jî beriya ku Pîrik dest bi axaftinê bike vedigere berxikê xwe û ji wî dipirse.
Dipirse û dibêje:
“Dildaroo, can Dildaro! Eha, ez jî amademe, tu jî. Ka de tu were îca tu bibêje, lo.
Ka bibêje, bila îşev Pîrika te ji te ra qala kîjan destanê bike…? Na, wele ne hema weha tu xwe bide alikî û ne jî li benda min be. Tu jî dizanî ku xwezî ji te û axaftin jî ji min e. Na, na! Tu bisekine em weha bikin; bila navên destanan ji min, hilbijartin jî ji te be. Ger ku te gotibe; ‘erê’, Pîrika te jî bi nav kir…”
Bi qasî xolekî disekinî û li bejn û bala wî û çavên wî yên reşbelek mêze dikir.
Piştra jî digot:
“Destano, tu xweş destan î. Eha, min te bi nav kir û Dildarê min jî tilî da ser û bi ya dilê xwe mor kir.”
Pîrika Muhbet, di herdu lehçeyên Kurdî da jî şareza û ciwanikek xurt bû. Babet in û babetên şevan jî reng bi reng in. Li gel lîstik, helbest, henek û hwd.
Ji çarînan çarînek û yekem wê bi zaravayê Zazakî (dimilkî) , dûra jî ji bo Dildarê xwe bi Kurmancî dixwend.
Deng û aheng bi hev ra xweş e.
Dixwend û digot:
“Vaş kokê xo ser o ruweno
Teyr ziwanê xo da waneno
Kam ke eslê xo înkar keno
Toz erzeno rêça xo, şono (Sey Qajî yê Dersimî)
***
„Giya li ser koka xwe şîn dibe
Teyr bi zimanê xwe dixwîne
Her kî eslê xwe înkar bike
Tozê diavêje rêça xwe û diçe!“
Li pey vê xwendina xwe jî dikir tîqetîq û digot:
“Diz ji dizan dizî, erd û ezman lerizî…”
Piştî vê xwendinê jî destên xwe didan ser destên hev û lîstika; ‘Pîrê pîrê destên min şewitî û Qoço moço îşev te çi xwar…” dilîstin. Herdu listik jî li ser hînbûna zimên bû. Dema ku lîstik û xwendin jî diqediya îca jî wê destanên xwe bi nav dikir.
Bi nav dikir û digot:
“Eha, ji Pîrika te yek bi yek navên çend destanên me dibêje û tu jî bi ya dilê xwe hilbijêre; Mem û Zîn, Siyabend(ê Silîvî) û Xecê, Sêva Haciya, Bozanê Lawê Pîrê, Xelîl Bego, Stî û Ferxî, Binefşa Narîn, Zembîlfroş, Ûsibê Nebiya, Elo Şêxanî, an jî Kerr û Kulik…? Mesela, Kalê Ristem…”[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/- 13-07-2023
: 15
Publication date: 00-00-2023 (1 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Danasîna nûstık
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 99%
99%
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kıtebxane
Gome
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,956
 105,579
 19,660
 98,495
Video 1,420
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kıtebxane
Gome
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Amed Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Çawkiraw Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Helbest Kıtebxane - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kilm şınasiye - Cureya belgeyê - Zon yewın Kilm şınasiye - Kategorîya Naverokê - Zanistî ziwan Kilm şınasiye - Kategorîya Naverokê - Ferheng

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|