Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 527,453
 106,671
 19,808
 99,818
Video 1,455
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Kom
Zazakî
Kıtebxane 
69
Çap 
8
Kilm şınasiye  
6
Jiyaname 
2
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Di psîkoanalîzmê de çavnebarî, çavbirçîbûn û minetdarî
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di psîkoanalîzmê de çavnebarî, çavbirçîbûn û minetdarî

Di psîkoanalîzmê de çavnebarî, çavbirçîbûn û minetdarî
Di psîkoanalîzmê de çavnebarî, çavbirçîbûn û minetdarî.
Nivîsandina ji aliyê: #Çorê ARDA#، 17-06-2023
Li gor Freûd di bingeha nihiçkan de helwesta hazê heye. Lê li gor Melanie Klein jî di xwezaya mirovan de xweajo heye, ango bi gotineke din zarok li hember kirde û bireseran bi donanimeke xweajoyîn hatine çêkirin. Yanê dema me behsa Freûd kir divê têgiha nihiçkê bê bîra me, dema me behsa Klein kire divê têgiha xweajoyê bê bîra me... Talî di bingeha herdu têgehan de haz heye, çimkî motora mirov jê yek haz e, ya din aqil e, ji bilî vana helbet tiştên wekî an jî bertekên refleksîf jî hene. Lê belê haz û aqil du hespên kihêl in, du desthilatdar in. Bingeha herdu têgehan jî xwe digihîjîne heyamên zarokatiyê, bi ya min kesên têrşîrxwar tevgerên wan li ser dîwarê êqil diqorin, kesên kêmşîrxwar jî tevgerên wan li ser dîwarê hazê diqorin, helbet em nikarin bibêjin sedîsed wiha ye, lê bandoreke mezin lê dike. Çimkî wekî me go heyamên zarokan û organa pêsîrê bandoreke gelek mezin li jiyana mirov dike. Herdu têgeh (haz-aqil) jî cewherên dînîtiyê ne, çimkî yek dirûxîne, yek jî ava dike, lê talî bingeha herdu têgehan de rûxandin heye, rûxandin jî hinekî dînîtî ye. Çimkî kesên zêdeyîn xwe, xwe bi werîsê êqil digirin bêtir hişk dibin, hêla wan ya hestan jî dest ve diçe an jî kêm dibe, kesên xwe zêdetir bi hazê ve girê didin jî zêdetir ji rê derdikevin. Hêla wan a êqil kêm dibe. Yanê Çavnebarî û çavbirçitî dibe sedemên rûxandinê, loma dînîtî ne, sersebeb û bingeh jî berî welidandinê û heyamên zarokatiyê ne, ji xwe hatina heyatê bi xwe dînîtî ye, jiyîn bi xwe dînîtî û tewşîn e, loma teoriya dînîtiyê tewşbûn û jiyînê xweştir û geştir dike, heyatê watedar dike, tewşbûnê serdest dike, her çiqas tewşbûn jî wate û watedarbûnek be, lêgerîn û gerîna wateyê û watedarkirinê teoriya dînîtiyê ye.
Li gor Klein, Çavnebarî îfadeyên tehnên(itki) rûxanî yên oral-sadîst û anal-sadîst in, di despêka heyatê de bi bandor e û bingeheke wê ya irsî (genetîk) heye.
Klein dibêje, di bingeha başiyê û xirabiyê an jî avakirin û rûxaniyê, hezkirin û nefretê de irsîbûn heye, bingeha ewil heta radeyekê genotîp e ya duyem jî fenotîp e. Helbet Klein vê teoriya xwe û palpişta xwe dide psîkoanalîzmê, divê zarok li hember bireser û kirdeyan tiştên erênî û neyînî hildibijêr e, paşê tiştên ku hildibijêre, di qada jiyana zarok de ciyekî taybet digire. Mînak, zarok dema li hember organa-biresera pêsîrê bîranînên erênî bi dest xistibin, ew zarok dê di jiyana xwe de bêtirîn erênî be, heke berevajî wê be, helbet tevgerên wan dê di heyatê de neyînî be, helbet em nikarin sedîsed bêjin dê tevgerên wan wiha be, lê bandoreke mezin li jiyana wan dike.
Bi kurtasî bîranîn û genotîp di jiyana mirov de girîng e. Çimkî bingeha avabûna çavnebariyê û minetdariyê di heyamên zarokatiyê ve girêdayî ne. Em nikarin ji hevdu cihê bifikirin. Çawa ku bingeha avahiyekê girêdayî beton û çîmento û qûm û hwd be, bingeha her tiştî jî genotîp e û paşê jî heyamên zarok tê de diborîne.
Hestên çavnebariyê û minetdariyê du hestên dijîtin, yek berî bi rûxandinê vedike, a din berî bi humanîzmê vedike. Helbet di navbera Çavnebarî, Hesûdiyê û çavbirçîbûnê de cihêbûn hene, çavnebarî (zikreşî) hesteke rûxanî ye. Arezûya mirov a ku li hember tiştekî, dema li cem kesên din be, a wê çaxê dixwaze wî tiştî bi dest bixe, heke bi dest nexe dê bixwaze birûxîne, di bingeha çavnebariyê de dê û kesên ku ew dîtir dî ye heye. Hesûdî jî xwe dispêre çavnebariyê, feqet ferqa di navbera wan de duyan de kirde heye û kirdeyek ketiye navbera wan, lê di çavnebariyê de kirdeyek tenê heye... Helbet têgehên nêzî hev in û hevdu têr dikin. Çavbirçîbûn hinekî nehevparîbûn e, lê Çavnebarî birçîbûneke taloke ya rûxandinê ye. Minetdarî hinekî din rehm e, di bin konê siya superegoyê de mezin dibe. Ciyê ehleqê ye, ciyê civakê ye, ji takesiyê dûr e. Lê Çavnebarî û çavbirçîbûn bêtir bi têgiha hazê ve girêdayîye, hinekî şexsî ye, meyildariya hazê hinekî rûxandin e. Helbet heta tiştek nerûxe, dewsa wê de tiştekî nû jî ava nabe, loma asas rûxandin ne tiştekî xirab e. Têrkirina çavbirçîbûnê helbet bêîmkan e, çimkî tim dixwaze, xwestekên çavbirçîbûnê naqedin. Yanê xwestekên çavbirçîbûnê ji kirde û bireserê wêdetir diçe, çavbirçîbûn di çarçoveya derhişîn de ye. Yanê ger ji zarok bê ew ê pêsîra dê tenê nemêje, ew ê wê pêsîrê dake û bixwe. Lê di Çavnebariyê de êdî radeya nebaşiyê û xirabiyê dest pê dike, heke bibe ew ê pêsîra dê û heta heta dê bi xwe bixwe, xirabiyê pê re bike, yanê di çavnebariyê de zarok xwebûna xwe ya xirab û nebaş dê derbasî dê bike.
Ferqa çavnebariyê û çavbirçîbûnê ev e; yek tim dixwaze pêsîrê bikoje heta ku vala bike, a din jî jê bê ew ê xwebûna xwe ya xirab û rûxandî di dê û pêsîrê de vala bike. Yanê tevgerên oral-sadîstîk û anal-sadîstîk in. Di çavbirçîbûnê de teyisandina hundirîn heye, di çavnebariyê de têkiliya wê bi teyinsandinê re heye, em nikarin sînorekî teqez têxin navbera herduyan lê belê em dikarin şîroveyên wiha bikin, wekî çavbirçîbûn destpêka çavnebariyê ye, heke herdu neyên qontrolkirin dê rûxandinê destpê bike. Rûxandin jî destpêkeke dînîtiyê a zarokatiyê ye, zarokatî dînîtî ye û bingeha teoriya dînîtiyê ye. Çimkî têgehên wekî Çavnebarî, çavbirçîbûn, minetdarî giş bi takesiya mirov re girêdayî ye. Di qada heyatê de heyamên zarokatiyê girîng in heta berî heyamên zarokatiyê hîn bêtir girîng in. Çavbirçîbún, tirsa ku yên di destên xwe de winda bike heye, lê di çavnebariyê de, a ku dixwaze dema di destên kesên din de dibîne êşê hîs dikin û dikêşin, kesên Çavnebar ji kesên heyata wan bi kêf û xweşî derbas dibin hez nakin, lê ji kesên ketî û di sefaletê de dijî hizûrê dide wan, yanê bi kurtasî Çavnebarî ji rûxandin û xirabiyê bêtir hez dike.
Çavnebarî hesteke xwekêmdîyînê ye. Çi hestên nebaş û xirab hebe li pê xwe xwêr re dikêşîne. Kesên çavnebar têrkirina wan mesele ye, tu carî têrnabin. Karakterê Shakespeare Othello ji ber çavbirçîtiyê biresera ku jê hez dike dikuje, li gor Crabb, navê vê hestê, “Hesta xwekêmdîyîna çavbirçitîyê” ye. Dibêje sedema wê jî tirs e. Yanê em dîbînin, hestên çavnebariyê û çavbirçitiyê di her qadê de heye, di berhemên wêjeyî de divê em van têgihan miqate bin, tehlîlên xwe hema çawa lêhato nekin, ji ber ku kurd û berhemên wan bi serê xwe mijarên psîkaoanalîstê ne, her cure nexweşiyên derûnî bi kurdan re heye, helbet sedemeke wê jî bindestî ye. Loma divê berhemên kurdî jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin û rexnekirin, gerek neyê paşguhkirin.
Mesela li gor Kleîn têkiliya zarok û pêsîrê gelekî girîng e, çimkî çavnebariya ewil a zarok pêsîr e. Pitik hemû arezûyên xwe, di vê pêsîrê de dibîne, dizane ew pêsîr bêsînor şîr û hezkirinê bide wî, dema ku bê birîn, ew ê nefreta wî zêde bike û têkiliya zarok û dê ew ê çeloxwarî bibe, paşê çavnebariyeke zêdeyîn dê biafire û ew ê bibe sebebê Şîzoîd û paranoîdîkê... Helbet bo zarokên law û keçik heman tişt ne derbasdar in. Cihêbûneke wan heye. Zarokên keçik daxwaz û xwesteka wan a ewil tim ev e; dixwazin têkevin dewsa dêya xwe, çavnebariya zarok a keçikê vê carê ne li ser pêsîrê ye, çavnebariyê pitika keçik li ser “Îmgeya kîrê bavî ye, yê ku dê dikêşîne hundirê xwe Di hundirê vê îmgeyê de, zikê dê de zarok hene, zarokan tîne dinê û wan têrkirin didin. Dema em li vê paragrafê dinêrin di pitikên zarok de Çavnebarî û çavbirçîbûnê berê xwe bi organên din û bi kirdeyên din vedikin. Çimkî em dizanin pitikên law û keçik li hember dê û bavên xwe di komleksên cihê de dijîn... Her wiha sedemên wê jî komleksên Odipûs û Elektra ne. Ger pitik têra xwe şîr venexwin radeya çavnebariyê dê zêdetir bibe û pitikê têkeve hîseke ku ez jî pêsîrê hatime veqetandin û li hember hezkirina pêsîr û şîr dê hesteke neyînî bi xwe re çêbike. Paşê hestên nebaş ew ê li pêsîr û şîr barbike... Loma li gor psîkoanalîzmê di avakirin-avabûna kesayetan de xwebûn û xwe dijwar e, tim kêmek û kêmbûnek heye, ew hêla kêm dînîtî temam dike, dînîtî teoriya entelektuelbûnê ye, temamkirina xwe û xwebûnê ye, redkirina gelek tiştan e, kesên nikaribin red bikin nikarin bibin xwe, nikarin kêmbûna xwe jî temam bike. Her mirov kêm e, wêrekî ew e ku meriv karibe kêmbûna xwe temam bike, ew kêmbûn bi entelektûeliyê temam dibe, ango bi dînîtiyê xwe serrast dike û temam dike, dibe xwe û xwebûna xwe a bêminet ava dikin....
Sûdwergirtin:
Melanie Klein, Haset û Şukran, metis.
[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | diyarname.com 17-07-2023
: 2
Jiyaname
Tarix & rida
Publication date: 17-06-2023 (1 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Şarzani (Komelnasî)
Kategorîya Naverokê: Rıhzani
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 94%
94%
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
Şêx Ebdurehîm, Hewara Dêrsimî û Hedîseyê Serra 1937î
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 527,453
 106,671
 19,808
 99,818
Video 1,455
کوردیی ناوەڕاست 
301,586
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,806
هەورامی 
65,781
عربي 
29,009
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,393
فارسی 
8,639
English 
7,180
Türkçe 
3,571
Deutsch 
1,458
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
Kom
Zazakî
Kıtebxane 
69
Çap 
8
Kilm şınasiye  
6
Jiyaname 
2
MP3 
311
PDF 
30,001
MP4 
2,356
IMG 
194,830
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
Şêx Ebdurehîm, Hewara Dêrsimî û Hedîseyê Serra 1937î
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Stembol Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Çawkiraw Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Roman Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Estanık Kıtebxane - Xoserı - Tirkiya Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Original Language - Kirdkî - Zazakî Kıtebxane - Published more than once - Bəli

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|