$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Fatoş Zûgûrlî
Nasnav: Armanc Cemre
Cihê jidayikbûnê: Dozcî
Navê dê û bav: Netîce - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 17-07- 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
ARMANC CEMRE
Yek ji hevrêyên me hevrê Armanc jî weke pêdiviya dilsoziya bi bîranîna şehîdan, têkoşîn hilbijart. Malbata wê ji ber zextên dijmin koçî, bajarê Duzce yê Tirkiyeyê kiriye û hevrêya me li vir ji dayik bûye. Hevrêya me Armanc di nava malbateke kedkar û welatparêz de mezin bûye û tevî hemû polîtîkayên sirgûn, bişaftin û qirkirinê yên dewleta Tirk kariye cewherê xwe biparêze. Hevrêya me Armanc hîna di temenê biçûkahiyê de sîstem lêpirsîn kir û jiyana sîstemê qebûl nekir. Bi van taybetmendiyên serhildêr mezin bûye. Hevrêya me Armanc hingî ku mezin bû ket lêgerîna jiyaneke bi wate û alternatîf. Di temenê biçûkahiyê de li hemberî şoreşgeriyê bûye xwedî eleqederî. Dema ku hevalek wê tevlî nava refên me dibe, eleqeya wê ya ji Partiya me re zêde dibe û bersiva pirsên xwe dibîne. Hevrêya me Armanc, PKK weke bersiva hemû lêgerîn, guman û pirsan îfade kiriye û cihê xwe di nav refên têkoşînê de girtiye. Hevrêya me Armanc sala 2015’an tevlî nava xebatên Komalên Ciwan dibe û dest bi têkoşîna aktîf kiriye. Bi destpêkirina Berxwedana Rêveberiya Xweser derbasî Nisêbînê bûye û di nava Berxwedana Rêveberiya Xweser a Nisêbînê ya dîrokî û destanî de cih girtiye. Di dema paş ve kişandinê de dîl dikeve destê dagirkeran û qasî salek û nîv li girtîgehê dimîne. Girtîgeh veguherand cihê perwerdeyê û hestên hêrs û tolhildanê ya li hemberî dagirkeran zêde kiriye. Li girtîgehê her tim xeyalê hatina çiya zindî hiştiye. Piştî ji girtîgehê derket, bêyî teredut berê xwe daye çiyayan.
Li çiyayan ku ji bo gerîlayên azadiyê ji cihekî zêdetir, wate îfade dike bi xwezayê re rû bi rû hestên herî mezin ên jina azad hîs kiriye û pê re bûye yek. Piştî perwerdeyan ji xebatên ciwanan cuda bûye û derbasî qada leşkerî bûye ku her tim bi israrî pêşniyar dikir. Hevrêya me Armanc xwe li ser îdeolojiya Rêber Apo pêş xist û ji taybetmendiyên ezezîtî û bandorên desthilatdar ên modernîteya kapîtalîst, nefret kiriye. Girîngiyek mezin daye hevrêtiya ku em ava kirine. Gotina Rêbertiya me ya ‘bûyîna hevrêyê/a hevrêyan, tê wê wateyê mirov ji heqîqeta ku nûneriya wê tê kirin par bigire’ ji xwe re esas girtiye. Ji bo ku hezkirin û zanist bi wate bibe, timî parvekirin ji xwe re esas girtiye. Lêgerîn û têkoşîna bûyîna jineke bi zane ya çiyayî, bêyî navber meşandiye. Dema qala heqîqeta me Rêber Apo tê kirin ronahiya di çavê hevrêya me de hîn zêdetir dibû. Ji bo ku hîn zêdetir bigihije heqîqeta Rêbertiya me, pêşniyar kiriye ku tevlî rêxistina Hêzên Taybet bibe. Heta ku pêşniyara wê hat qebûlkirin, wezîfe û berpirsyariyên girîng bi tarzekî Apoyî û tempo meşandiye. Hevrêya me Armanc ji xwe re kiriye armanc ku li ser xeta Zîlanê bibe hevrêyeka rast û mîlîtaneke fedayî ya Rêber Apo û ev yek bi tevlîbûn û sekna xwe pêk aniye. Derbasî rêxistina Hêzên Taybet bû û bi perwerdeyên ku dîtiye û lêhêrbûnên kiriye, bi gotina wê xwe ji nû ve afirand. Têkoşîna xwe di bin her şert û mercî de bi hezkirin domandiye û ji bo bibe mîlîtaneke jin a fedayî xwe bi îrade û zanebûna Apoyî perwerde kir. Bi gotina ‘parçeyek ji Rêbertî ye’ qedir daye her hevrêyek xwe û li ser jiyana hemû hevrêyên xwe şopek hiştiye. Hevrêya me Armanc bûye xwediyê sekneke bi îrade, moral, coş û hezkirin.
Ji taybetmendiyên şexsî yên ku ji aliyê sîstemê ve hatine ferzkirin, xwe dûr kiriye. Hingî ku di warê îdeolojîk de zelal bû, tevlîbûnek sade û dilnizm pêk anî. Bûye mînakek şênber a ku jin bibe mîlîtan, şer bike û bedew bibe. Hevrêya me Armanc ji bo ku esareta Rêbertiya me bi dawî bibe û ji pêvajoyê re bibe bersiv, gelek xebitî ye.
Hevrêya me Armanc bûye yek ji şopdarên xeta fedayîtiyê ya ku ji Zîlanê destpê kir û heta îro dewam dike. Bi têkoşîn û sekna xwe ya mîlîtanî, bûye xwediyê tevlîbûneke layiqê Rêbertî û hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrêya me Armanc di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranînên hevrê Armanc derbikevin û xeyala wê ya civaka azad û sosyalîst teqez pêk bînin.[1]