Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,831
 105,575
 19,659
 98,470
Video 1,420
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Çapemeniya kurd a bi kurdî
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pîroziya Çarșembê di kultura Kurdî da

Pîroziya Çarșembê di kultura Kurdî da
Çapemeniya kurd a bi kurdî
#Samî Tan#

Ji destpêka salên 1990’î bi vir de bi zimanê kurdî bi awayekî bêwestan û rawestan karê rojnamegeriyê bi kurdî tê kirin. Di 22-02-1992’yan de rojnameya Welat bi dirûşma “Welat geş dibe!” dest bi weşanê kir. Vê xebatê li bajarê Stenbolê dest pê kir. Hingî derftên xebatê tune bûn, kesên ku bi kurdiya nivîskî dizanîn pir kêm bûn. Rêz û rêzikên zimanê kurdî ji hev nehatibûn pişkaftin, xebat pir kêm bûn. Li gel vê yekê jî agirê şoreşa ku li çiyayê Kurdistanê vêketibû, li gund û bajaran belav bûbû. Vê yekê bandora xwe li xwende û rewşenbîrên kurd jî kiribû. Bi tîna vî agirî, xwende û rewşenbîrên kurd ketin nava liv û tevgerê, piştre jî sazî û dezgehên rewşenbîrî li pey hev hatin avakirin.
Belê, derfet gelekî kêm bûn, merc giran bûn. Hêzên dagirker ên ku li hemberî şervanên gelê kurd tengav bûbûn, dest bi şerekî qirêj kiribû, bi hêzên xwe yên kontrayî û bi destik û nokerên xwe li gund û bajaran dest bi kuştina mirovên sivîl kiribûn. Di nava çend salan de bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên kurd hatin kuştin.
Hingî li dadgehan zimanê kurdî wekî “zimanê ku nayê fehmkirin” dihat pênasekirin. Li ber xebatên kurdî qeyd û bendên giran hebûn. Pirî caran rojnameya ku me bi xwe derdixist, dema ku bi me re bihata dîtin, wekî hêmana sûc dihate qebûlkirin û em dihatin binçavkirin. Heçî kesên din bûn, belkî ji ber rojnameyekê ji hêla endamên JÎTEM’ê ve dihatin îşkencekirin û kuştin.
Tevî hemû kend û kospan, hemû êrîş û berbendkirinan çapemeniya kurd berdewam kir, rojnamegerên kurd mirin da ber çavên xwe wan xebata xwe domand. Pêşî rojname, piştre ajans, piştre televîzyon hatin vekirin. Rojnameya heftane berê xwe da Kurdistanê, navenda xwe bir paytexta dilê kurdan, piştî demeke kurt jî rojnameya heftane dageriya rojnameya rojane.
Çapemeniya kurd bi derfetên kêm, di bin mercên giran de xebata xwe domand. Hê berî du salan bi dehan rojnamegerên kurd hatin girtin, piştî du salan hatin berdan. Lê îro dezgehên ragihandinê li bakurê Kurdistanê zêde bûne. Li gel sazî û dezgehên ji bakurê Kurdistanê, sazî û dezgehên ji başûrê Kurdistanê jî nûnergehên xwe li Kurdistan û Tirkiyeyê vekirine.
Dewleta ku bi salan di nav keft û left astengkirina xebatên kurdî û kurdan de bû, dît ku bi vî qûşî nagihêje Mûşê, rabû hinek dezgehên bi kurdî vekirin. Pêşî kanaleke televîzyonê hate vekirin, piştre ajansa fermî ya dewletê AA’yê dest bi nûçegihaniya kurdî kir.
Îro ew li ser nûçegihaniya bi zimanê kurdî konferansan li dar dixe. Li gorî xwe nûçegihaniya bi zimanê kurdî dinirxîne. Rayedarên dewletê li wir dev davêjin dezgehên ragihandinê yên kurdan, wan dezgehên ku bi xwîn û keda bi hezaran mirovan hatine avakirin. Hin kesên ku li gorî cihê ku lê ne xeber didin, li gorî muxatabê xwe şêwaz û zimanekî cuda bi kar tînin jî pesna xebatên ajansa dewletê didin. Xwedêgiravî xebatên dezgehên dewletê serkeftî dibînin.
Wekî rojnamegerekî ku bi salan di nav kar û barên rojnamegeriyê de ye, ez dikarim qala bi dehan nûçeyên girîng ên rojname û ajansên kurdî bikim. Nimûneya herî berbiçav qirkirina li Roboskê ye, heke çapemeniya kurd ev qirkirin ranegihanda, belkî piştî bi dehan rojan haya me jê çêbûya. Lê min bi xwe heta niha tu nebihîstiye ku beşa kurdî ya AA’yê nûçeyeke girîng der barê kurdan de ragihandiye. Ew beş bi tenê propaganda (ne ya dewletê jî) ya hikumetê dike.
Li vir ez mecbûr im, balê bikêşim ser aliyekî din jî,, li gorî bîr û baweriya min ev rewş şermeke giran e ji bo sazî û dezgehên kurdan ji ber ku wan heta niha der barê nûçegihanî û rojnamegeriya kurdî de tu konferanseke berfireh li bajarekî Kurdistanê pêk neaniye. Divê êdî çapemeniya kurdî xwe ji vê rewşê rizgar bike û li keda xwe xwedî derkeve, nehêlê ku tu kes li ser keda wan rûne.
Ji bo kesên ku li ser navê kurdayetiyê beşdarî wê konferansê bûne jî çend gotinên min hene; ji bo wan jî şermeke giran e ku li hemberî vê êrîşê bêdeng mane, jixwe amadebûna wan di konferanseke wiha de bi serê xwe cihê şerm û mixabiniyê ye. Wan bi vê helwesta xwe rûmeta kurdiniyê xistiye bin lingan.Kaynak: Çapemeniya kurd a bi kurdî - Amîda Kurd
[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-10-2023
: 19
Publication date: 02-06-2016 (8 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: No specified T4 281
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 99%
99%
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Faruk İremet
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kıtebxane
Gome
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kilm şınasiye
Zazakî World

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 521,831
 105,575
 19,659
 98,470
Video 1,420
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Jiyaname
Faruk İremet
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Kıtebxane
Gome
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kilm şınasiye
Zazakî World
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Stembol Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Çawkiraw Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Çand Kıtebxane - Xoserı - Tirkiya Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Original Language - Kirdkî - Zazakî Kıtebxane - Cureya belgeyê - Açarnayiş Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Roman

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|