Felsefeya dîlan û #govendên# kurdî - Beşa 4em
Keyhan Mihemedînijad
Di vê beşê de min hewl daye li ser li ser felsefeya çend ji govend û dîlanên deverên naverast û başûrên Rojhilatê Kurdistanê hin zanyariyan bi we re bidim.
Govend curek ji hereketa mirovan ji bo nîşandana hestên xwe bo hilkeftên cuda ye. Govendên kurdî xweşî û nexweşî, şer û pevçûn û serhildan û serkeftinê li xwe digire.
Vegotinek li se dîlana kurdî ji aliyê Ksenofon ve
Hin şarezayên govenda kurdî dibêjin, dîlana kurdî me vedigerîne bo serdema cedê me wate “Astiyak”ê serkirdeyê medan; Ksenofon ê feylesof û dîrokzanê yûnanî di nivîseke xwe de behsa kurdan kiriye û gotiye, “dema ku em li şerê digel desthilatdariya Kurûş vedigeriyan, me ji rênîşanderekê pirsî ku em ji ku derê ve herin? Wî jî rêyek nîşanê me da û got ew rê li tenişt Kardoxan ve diçe, lê hişyar bin û we kar bi ser wan de nebe û cih û warê wan neşewitînin. Me ji wî rênîşanderê pirsî ev kî ne? Got, ew regezek ji kurdên med in ku mane û ew vedigerin bo serdema Kurûş ku xiyanet ji Astiyakê serkirdeyê wan kir û kurd û pars ji hev cuda kirin; ew jî beşek ji Hikmetane ne ku mane û ew bi xwe xwebirêveberiyê dikin û karê wan bi kesê nîne û dagîrker nînin û ez nizanim belkî hûn aciziya wan bikin û eger na karê wan bi ser we de nîne û ger daxwaza alîkariyê ji wan bikin dê alîkariya we bikin.” Her di wê çîroka Ksenofon de hatiye û navbirî ji rênîşander pirsiye tu çawa dizanî ew kesên bihêz in? Rênîşander gotiye, di şerekî de Dariyûş 120 hezar hêz şandiye li ser kurdan û dema ku ew hêz çûne di nav kurdan de, li cem kurdan dawet bûye û li dora hev kom bûne û dîlan kirine, bi derbasbûna demê ew hêz diçine nav dawetê û hemû bi dîl têne girtin, wek çawa ku bi destên xwe odeyên mezin çê kiribin û her çiqas hêz ketibe destê wan, xistibine nav wan odeyan û hepsî kiribin û di rastî de wan plan darêtibû ku bi dîlankirinê wan hêzan bixine dorpêçê û ji nav bibin.” Gelek çîrokên wiha hene ku derheq dîlana kurdî hatine gotin.
Govend û dîlanên kurdî çendîn curên cuda li xwe digire û her navçeyek Kurdistanê şêwazek taybet bixwe heye. Hin ji wan dîlanan hemasî ne û hin ji wan sirûştî û hin jî taybet bo dawetan in; her yek ji wan govend û dîlanan jî wateyek taybet bixwe heye û dîrokek veşartî li pişt wan e.
Me çend cur ji dabeşkariyek bo dîlanên kurdî heye, bi pileya yekem, govendên ku êrfanî jê re dibêjin û dîlanên olî ne ku di hilkeftên taybet de têne kirin û ew curek ji hereketekê ne ku pirtir ser û stû tê hejandin û bi def û komek amûrên din ên muzîkê têne kirin û di dîwanxaneya şêx û derwêşan de bi rê ve diçin, bo mînak wek daweta Yarsanan ku bi tembûrê tê kirin, û eva jî curek ji hereketa mirovan e û wek dîlanên tesewûfî têne naskirin.
Felsefeya levendî û saq di nav dîlanên kurdî de
Kincên kurdî yek ji nîşane û hêmayên gelê kurd e, grûpên dîlanê hertim hewl didin ku bi cil û bergên kurdî yên folklorî xwe bixemilînin û her yek bi awayê cuda cil û bergên kurdî yên deverên cuda yên Kurdistanê diparêzin, her ev cil û bergên kurdî jî dîrokeke dûr û dirêj heye û berhema kurdan bixwe ye.
Beşeke din a girîng ku pêwendîdar e bi cil û bergên kurdî û felsefeyek taybet bixwe heye, “Levendî” an jî “Soranî” ye û yeke din jî saq an dolaq e. Şarezayê warê dîlana kurdî dibêjin, kurdan berê di nav şer de levendî li dora destê xwe dialandin û wan di nav eniya şer de kevir dikirine nav levendiyan û bo aliyê leşkerê dijmin diavêtin û bi vî awayî derbeyek giran li dijmin dixistin. Herwisa wan saq jî girêdidan ku hem li hember qelem û çiqên zibir û tiştên wisa xwe biparêzin û hem jî bo vê ku derbeyek li pêyê wan neyê xistin girêdidan. Niha jî ev saq û levendî ji aliyê hin grûpên kurdî yên dîlanê ve têne parastin.[1]