Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 522,053
 105,634
 19,663
 98,523
Video 1,420
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Dîlan Dûrak - Eser Warşîn
Kom: Şehîd | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Eser Warşîn - Dîlan Dûrak

Eser Warşîn - Dîlan Dûrak
Nav û Paşnav: Dîlan Dûrak
Nasnav: Eser Warşîn
Cihê Jidayikbûnê: Stembol
Navê Dayik – Bav: Nûrhayat – Taner
Cih û Dîroka Şehadetê: #14-10-2023# / #Dersim#

Hevrêya me Eser di nava malbateke ji Golanê ya girêdayî Erdexanê de, li Stenbolê hat dinê. Ji ber ku malbata wê beriya salên dirêj ji Kurdistanê koç kiribû û ji ber siyaseta qirkirinê ya dijmin, hevrêya me Eser bi neçarî ji cewherê xwe dûr mezin bû. Her çendî ku di ferqa Kurdbûyîna xwe de jî ye, ji çand û zimanê Kurdî dûr mezin bûye. Lewma ji heqîqeta Kurdistanê dûr mezin bû. Hevrêya me di salên dibistanê de tevgerên şoreşger nas kir û di vê pêvajoyê de destpêkê rastiya Kurd û Kurdistanê nas kir. Weke ferdek gelê Kurd kete nava lêpirsînan. Ji lêpirsînên ku kirine û nîqaşên xwe yên bi hin derdorên welatparêz re kirî, hêdî hêdî dest bi fêmkirina rastiya Kurd û Kurdistanê dike. Her çendî ku ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ji nasname, ziman û çanda xwe dûr ketibe jî weke jineke Serhedî ya ku cewherê xwe ji dest nedaye, ji bo cewherê xwe bibîne ket nava hewldanekî mezin. Hevrêya me Eser di lêpirsînên xwe yên têkildarî jiyanê kirî de, di heman demê de ket ferqa rolê ku civakê dayî jinê. Weke jinekê şêwazê jiyana kevneşopiya paşverû, bi ti rengî qebûl nekir. Hevrêya me lêhêrbûnên xwe yên têkildarî vê yekê domand û di dawiya salên amadeyî de dest bi lêkolînkirina pirtûk û parêznameyên Rêber Apo kir. Hevrêya me ferq kir ku bi nirxandinên Rêbertî yên têkildarî rastiya Kurd û Kurdistanê roj bi roj vedigere cewherê xwe. Di heman demê de bi nêrîn û nirxandinên têkildarî azadiya jinê jî hêviya xwe ya azadiyê xurt kir. Hevrêya me Eser naskirina xwe ya ji bo rastiya Rêber Apo bi van gotinan tîne ziman, ‘Rêbertî bala min pir dikişand. Xwesteka min a naskirina wî û daxwaza min a fêrbûna felsefeya wî roj bi roj zêde dibû. Piştî demekî te Rêbertî xwend bêyî ku tu bikevî ferqê tu fêm dikî ku te dikişe rastiyê û te bi cewherê te dide naskirin. Tu jî êdî hewl didî wate li jiyana xwe bar bikî’. Hevrêya me Eser weke jineke Kurd dikeve ferqa nasname, ziman û şêwazê jiyana ku li wê hatî ferzkirin. Hemû zincîrên koletiyê yên sîstemê dişikîne û azadiyê dihilbijêre. Hevrêya me Eser ji berxwedana destanî ya li Rojava li dijî êrîşên dermirovî yên çeteyên DAÎŞ’ê, bandor dibe û fikirî ku divê ew jî êdî weke jineke Kurd di nava refên berxwedanê de cih bigire. Hevrêya me Eser fêm kir ku weke şexs dikare têkildarî jiyana xwe biryar bide û bi lêhêrbûnên xwe yên di demeke kurt de pêk anî, guhê xwe da dengê azadiyê. Di sala 2014’an de berê xwe çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Eser jiyana gerîla weke gava destpêkê ya ji azadiyê re hatî avêtin, pênase kir. Hîn di roja destpêkê de bi tevlîbûna xwe ya dirûst, vekirî, samîmî û bi xwestek bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêya me kêliyekî jî kelecana xwe ya jiyanê ji dest neda û tevlîbûna xwe xurt kir. Hingî ku Rêber Apo nas kir, hîn zêdetir xwedî li jiyana azad a gerîla derket. Lewma jiyana azad a gerîla bû navê naskirina koka xwe ku bi salan di lêgerîna wê de bû. Hevrêya me Eser pir ji vê jiyanê hez kir. Hevrêyên wê û jin; hema bêje hemû hezkirina mirovahiyê di ruhê wê de zindî bû. Di helbesta ku wê bi xwe nivîsandî de, hezkirina xwe ya ji mirovahî û heqîqetê re wiha tîne ziman:
‘Gava ku mirovan xwest, wê jê hez bike.
Gava ku xwest stêrkan bibîne,
Pênûsa xwe bigire destê xwe,
Û rastiyê biqîre,
Gava ku mirovan xwest, wê jê hez bike.
Wê hizra zindiyê yekem bike û xwe ji xumamiyê xelas bike,
Wê sînorên kenê rake û tenêtiyê têk bibe,
Ku rasttirîn pênaseya jiyanê pêhesîn be,
Gava ku mirovan xwest, wê jê hez bike.
Ger gerdûn zindî be û têgihiştin girîng be,
Ger jiyan herikîna enerjiyê be,
Ger heqîqet hêza wateyê be,
Û her tişt zindî be,
Gava ku mirovan xwest rastiya xwe bibîne, wê jê hez bike…’
Bi taybetî bi pêşengiya hevrêyên xwe yên jin di nava jiyanê de û di nava şer de bi bandor dibe. Hevrêya me Eser ku ji roja ewil ve çiyayan nas dike, îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêbertiya me ji xwe re esas girtiye, bi perwerdehiya ku dîtî re karî nûnertiya ruhê hevrêtiya PKK’ê û exlaqê wê bike. Hevrêya me ku piştî perwerdeya şervanên nû demekê li Garê tevlî xebatê bû, pratîka xwe ya destpêkê li qadeke xweser ku tenê hevrêyên jin lê bûn, pêk anî. Di vê pêvajoyê de hevrêya me artêşbûna jinê ya azad û nirxên ku jinê bi hêza xwe derxistî holê derxist zanabûnê û bû xwedî wê derfetê ku hê bêhtir lêhûrbûnên xwe kûr bike. Hevrêya me ku piştre li herêmên Metîna û Qendîlê jî xebat meşand, bi sûdwergirtina ji tecrûbeya jiyanî û rêxistinî ya hevrêyên xwe ya bi wan re têkoşiya, bû milîtanek Apoyî ya jêhatî. Hevrêya me Eser li dijî êrîşên dijmin ên ji nîvê sala 2015'an û vir ve, weke gerîlayeke YJA Starê di ferqa berpirsyariya xwe de bû û li ser vê esasê bi israr pêşniyar kir ku biçe herêmên ku şer lê giran bû. Ji bo vê yekê jî ji bo hîn bêhtir xwe di aliyê leşkerî de bi pêş bixe, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me ku li vir pêvajoyeke perwerdeyê ya serketî bi dest xist, piştre derfet dît ku hevrêyên xwe yên jin demekê li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda perwerde bike.
Hevrêya me Eser ku roj bi roj lêhûrbûna xwe li ser şer kûrtir kir, gihîşt wê encamê ku serketina li Kurdistanê ancax bi têkoşîneke li ser xeta fedayî pêkan e. Li ser vê bingehê, hevrêya me ji nû ve çû Behdînanê û li vê derê bi wergirtina perwerdeya îdeolojîk û leşkerî re derfet dît ku hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêya me ku her roja xwe bi lêhûrbûna ku derbên bi bandor li dijmin bixe derbas kir, karîbû asta xwe ya îdîa û biryardariyê mezintir bike. Ji bo ku di pîvanên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de xwe kûrtir bike û bibe gerîlayek azadiyê ya jêhatî, di aliyê taktîk û teknîka leşkerî de her tim xwe pêş xist. Tevlî amadekarî û pêkanîna gelek çalakiyên suprîz bû, ku tê de derbên giran li dijmin hatin xistin[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/- 15-06-2024
: 2
Şehîd
Tarix & rida
Kom: Şehîd
Roce şahidey : 14-10-2023
Cause of death: Bombebarana Hewapeyma
Cih (Şehîdbûn): Dersîm
Cihê jidayikbûnê: Stembol
Cureyên Kes: Lejkerî
Military rank: Leşker
Netew: Kurd
Partî: HPG
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Tirkiya
Zayend: Ceni
Technical Metadata
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
: 99%
99%
Attached files - Version
Version
1.0.157 KB 15-06-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Jiyaname
Faruk İremet

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 522,053
 105,634
 19,663
 98,523
Video 1,420
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE RAWEYA FERMANÎ
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kilm şınasiye
Zazakî World
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Jiyaname
Faruk İremet
Folders
Kıtebxane - PDF - Erê Kıtebxane - Bajar - Stembol Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın Kıtebxane - Publication Type - Çawkiraw Kıtebxane - Kategorîya Naverokê - Roman Kıtebxane - Xoserı - Tirkiya Kıtebxane - Ziwan - Kurdî, Zazakî Kıtebxane - Original Language - Kirdkî - Zazakî Kilm şınasiye - Cureya belgeyê - Zon yewın Kilm şınasiye - Kategorîya Naverokê - Zanistî ziwan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| | CSS3 | HTML5

|