Search Options





    


Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
Zıwan
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Zıwan
Navên Kurdkî
Çıme
Video
Weynayen berşav
Survey
Derax
Afîneyen Kurdipedia
E-Mail Serkı / estertış
Spell Check
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Derax
 
 
 Afîneyen Kurdipedia
 
 
 
  - Kurdipedia
 Destdayi
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 527,967
 106,878
 19,839
 99,916
Video 1,459
کوردیی ناوەڕاست 
301,943
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,810
هەورامی 
65,787
عربي 
29,018
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,694
فارسی 
8,746
English 
7,186
Türkçe 
3,577
Deutsch 
1,469
Pусский 
1,123
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Hilanîna Dosyayî
MP3 
311
PDF 
30,036
MP4 
2,360
IMG 
195,167
Gêrayêne naverokê
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
Bi şoreşê re ji aliyê aborî ve serbixwe bû
Kom: Kilm şınasiye | : Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Bol rind
Miyan
Xırab niya
Xırab
Metadata
RSS
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bi şoreşê re ji aliyê aborî ve serbixwe bû

Bi şoreşê re ji aliyê aborî ve serbixwe bû
=KTML_Bold=Bi şoreşê re ji aliyê aborî ve serbixwe bû=KTML_End=
Şevîn Mihemed a 46 salî ya ji #Qamişlo# yê hîn di zarokatiyê de newekheviya zayendî ya civakî hîs kir. Li nêzîkatiyên cihêkariya li hemberî jinê ya malbata xwe rast hat. Di temenê ciwantiyê de bû dayika çar zarokan. Şevîn Mihemed ku çîroka wê ya jiyanê bi zext, tundiyê tijî ye, ji zarokatiya xwe dest bi vegotina çîroka xwe kir: Malbata min bi taybetî jî bavê min xwedî mejiyekî serweriya mêr bû. Li cihê ku bavê min lê bû mafê axaftinê yê kesî tine bû. Bi tena serê xwe bi navê zarok û hevsera xwe biryar dida, biryar bi cih dianî. Ji bo bavê min jin tenê amûrek bû. Pîrka min jî jinek mîna bavê min bû. Jinên ku salên dûr û dirêj bi mejiyê baviksalarî mezin dibû heman rêbaz bi kar dianîn, lê belê dayika min jî ji ber ku jineke bindest bû nikarîbû zarokên xwe biparêze. Ajotina bîsîkletê xeyala min a zarokatiyê bû lê heta 9 salî min nikarîbû biajo. Şerm tenê ji bo zarokên keç derbas dibû. Mêr ê malê li gorî dilê xwe dijiya.
=KTML_Bold=GUHERÎNA PIŞTÎ 11 SALÎ=KTML_End=
Ez diçûm pola 5'an. Di nava pirtûka hevaleke xwe de min wêneyê Rêber Apo dît. Min nas nedikir. Hevala min wêne da min. Min Rêber Apo weke şexs nas dikir lê belê fikrê wî nas nedikir. Piştre min pirtûka wî ya 'Divê mirov çawa bijî?' xwend. Rojekê kekê min wêne dît. Tu nabê kekê min jî bi Apoyiyan re bû. Haya kesî ji kekê min tine bû. Êdî ez jî bi xwe re dibir cihê ku diçû, lê belê li astengiya malbatê rast hatim. Çend caran nekarî biçim. Piştî demekê kekê min tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û çû çiyayê azad. Notek ji malbatê re şandibû. Bi vê nota kekê min re malbata min bû welatparêz.
=KTML_Bold=DI 16 SALÎ DE HATE ZEWICANDIN=KTML_End=
Hîn derbasî pola 9'an nebûbûm zexta malbata min zêde bûn. Digotin ez mezin bûme û êdî divê bizewicim. du mehan min li ber xwe da, temenê min hîn gelekî biçûk bû. Min nekarî zêde li ber zexta malbatê bisekinim û hatim zewicandin. Xwişkên min jî bi vî rengî hatibûn zewicandin. Mafê me yê nêrînê tine bû. Ji jiyaneke koletiyê ber bi jiyaneke hîn koletiyê min gav avêtibû. Di 16 salî de bûm dayik. Zarok bûm lê zaroka min çêbû. Min nizanîbû zarokekê çawa mezin bikim. Bi tenê bûm. Bi zarokên xwe re ez jî mezin bûm. Bûm xwedî sê keçan.
=KTML_Bold=JI BER KU ZAROKÊ WÊ YÊ KUR NEBÛ=KTML_End=
Vê carê pêvajoya zexta psîkolojîk û fîzîkî ya bi rengê 'çima zarokê te yê kur çênabe' destpê kir. Barê malbateke giran ketibû ser milê min. Ji aliyekî ve sê zarok, li aliyê din jî berpirsyariya malê, di bin bar de mabûm. Dawiya dawî zarokeke min ê kur çêbû. Daxwaza wan pêk hatibû lê belê ez hîn jî di pozîsyona sûcdariyê de bûm. Neçar bûm ku serê xwe binixumînim û kincên dirêj li xwe bikim. Di nava malê de jî porê min nikarîbû xuya bikira, kincên min diviyabû dirêj bûya. Tenê dema diçûm odeya xwe min dikarîbû serê xwe vekiribûya. Di nava malbatê de ji xwe mafê min ê gotinekê jî tine bû.
=KTML_Bold=TI PIŞTGIRÎ WERNEGIRT=KTML_End=
Şevîn Mihemed ku zewaca wê 10 salan dewam kir di 26 salî de cihê bû û anî ziman ku ji zarokên xwe hate qutkirin. Şevîn Mihemed got, Bi zorê hatibûm zewicandin, tundî li min hatibû kirin. Piştî cihêbûnê jî zextê dewam kir. di nava civakê de bi çavekî nebaş li min dihate nihêrîn. Li pişt min zarok mabûn. Ne şert û mercên min ên madî ne jî şert û mercên civakê dihişt ku zarokên xwe werbigirim. Malbata min jî bi gotina 'tu yê zarokên xelkê çi bike' hewl dida min bêdeng bike. Zarokên min qebûl nedikirin. Min çar zarok anîbû dinyayê, lê belê bûbûn zarokên xelkê. Ji ber ku ji aliyê aborî ve bi malbatê ve girêdayî bûm nikarîbûm zarokên xwe bînim gel xwe. Carna diçûm dibistana wan, carna jî li kolanan min zarokên xwe didît. Li gorî dadgehên rejîma Baasê diviyabû zarok li gel min bûna lê belê li gorî qanûnên mejiyê desthilatdar ji ber ku nafaka kêm bû min nikarîbû zarokên xwe bigira gel xwe. Rejîma Baasê bi qanûnên formalîte xizmet ji mejiyê serweriya mêr re dikir. Bi nafakaya hate diyarkirin nedibû ku li çar zarokan binihêrim. Serxwebûna min a aboriyê tine bû, nikarîbûm çar zarokan xwedî bikim.
=KTML_Bold=ŞOREŞÊ ZINCÎR QETAND=KTML_End=
Şevîn Mihemed bi Şoreşa Rojava re karên komun, meclîs û mala jinê meşand û qala kesayetiya xwe kir ku bi şoreşê re xurt bû: #Şoreşa Rojava# li gel min xwedî cihekî taybet e. Bi Şoreşa Rojava re di şexsê min de min hîs kir ku ez ê karibim şoreşê bikim. Di ruh û bedena xwe de min şoreş pêk anî. Êdî min destê alîkariyê dirêjî jinên din dikir. Tevlî karên komun û meclîsan bûm. Meclîsa me ji 44 jinan pêk dihat û ez rêvebera wan bûm. Min civak bi rêxistin dikir, zane dikir. Mejiyê civakê bêguman neguhertî bû. Jin bêqîmet bû, parçeyek ji civakê nebû. Nêzîkatiya civakê ya li jinan di nava me jinan de bûbû sedema pirsgirêka baweriya ji xwe. Wan em biçûk didît, digot nikare kar bike, nikare biaxive. Em jî bi heman rengî nêzî xwe dibûn. Bi demê re îradeya me xurt bû, em bi hêza xwe hesiyan û bi erka rêvebirina civakê rabûn. Bi rêxistiniya jinê em gihîştin vê astê. Li Qamişloyê tevlî karê avakirina Mala Jinê ya destpêkê bûm. Min jin hîs dikir, jin di kesayetiya min de, di çîroka min de veşartî bûn.
=KTML_Bold=TÊKOŞÎNA XWEPARASTINÊ YA ABORÎ=KTML_End=
Şevîn Mihemed ku tevlî Şoreşa Rojava bû û ji bo çar zarokên wê bi şoreşê mezin bibe têkoşiya, beşdarî karên aboriya jinê bû. Şevîn Mihemed got, Çîroka min a jiyanê bi êşê tijî ye. Ji bilî jinekê kesî nikarîbû min fêhm bikira. Diviyabû min hêza xwe ji jinê wergirtibûya. Jin bi jinê xurt dibû, xwe bi rêxistin dikir û dibû xwedî qada jiyanê. Lewma bi şoreşê re tevlî nava karên rêxistiniya jinê, karên saziyên jinan bûm. Ji ber neheqiya li min hate kirin, ji ber zilm û zordariya li min hate kirin, min ji xwe re kir pîvan ku bibim jineke adîl. Min dixwest tevlî karên edaletê bibim lê belê beşdarî karên aboriya jinê bûm. Ji ber ku min zanîbû heta xweparastina aboriyê ya jinê xurt nebe zehmet e ku azad bibe. Eger bi salan zilm li min hate kirin, bi zorê hatim zewicandin, ji zarokên xwe hatim qutkirin ev yek ji ber wê bû ku ji aliyê aborî ve serbixwe nebûm. Min ev êş gelekî kişand. Min nikarîbû destûr bida ku jineke din bikişîne. Lewma jî tevlî nava aboriya jinê bûm û dest bi afirandina projeyan kir.
Şevîn Mihemed ku piştî pêkhatina Şoreşa Rojava di sala 2018'an de bû xwedî serxwebûna xwe ya aboriyê çar zarokên xwe wergirt û jiyana xwe dewam dike.[1]
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
HashTag
Çıme
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 18-07-2024
: 14
Publication date: 10-07-2024 (0 Ser)
Cureya belgeyê: Zon yewın
Kategorîya Naverokê: Siyasi
Kategorîya Naverokê: No specified T4 263
Kategorîya Naverokê: Ceni
Publication Type: Born-digital
Xoserı : Kurdistan
Technical Metadata
: 99%
99%
Attached files - Version
Version
1.0.1133 KB 18-07-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
Zazakî World
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Şêx Ebdurehîm, Hewara Dêrsimî û Hedîseyê Serra 1937î
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE

Actual
Kıtebxane
RODI SONO PARKE
25-06-2023
سارا ک
RODI SONO PARKE
Kıtebxane
BIZA KOLE ASNAWI KENA
26-06-2023
سارا ک
BIZA KOLE ASNAWI KENA
Kıtebxane
Adır U Asme
29-06-2023
سارا ک
Adır U Asme
Jiyaname
Faruk İremet
01-07-2023
سارا ک
Faruk İremet
Kıtebxane
Dalpeya Cemedyeyên
04-07-2023
سارا ک
Dalpeya Cemedyeyên
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
Gome
14-04-2024
سارا ک
Kıtebxane
EZ BÉKES O
24-02-2024
سارا ک
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
24-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
RAYERÊ VACEYÎŞÊ YÊ MIYONÊ ROCĨ RÊBERA AXAFTINÊ YA ROJANE GÜNLÜK KONUŞMA KLAVUZU
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
GRAMER Û RAŞTNUŞTIŞÊ KURDÎ
21-02-2024
سارا ک
Kıtebxane
Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) Grûba Xebate ya Vateyî
10-12-2023
سارا ک
Kıtebxane
ZIFQERA BERİ
06-12-2023
سارا ک
 527,967
 106,878
 19,839
 99,916
Video 1,459
کوردیی ناوەڕاست 
301,943
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,810
هەورامی 
65,787
عربي 
29,018
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,694
فارسی 
8,746
English 
7,186
Türkçe 
3,577
Deutsch 
1,469
Pусский 
1,123
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Hilanîna Dosyayî
MP3 
311
PDF 
30,036
MP4 
2,360
IMG 
195,167
Gêrayêne naverokê
Kilm şınasiye
ZAZAKÎ DE EDATÎ
Kıtebxane
Hêvîya Seseron ROCOBIYN
Kilm şınasiye
Zazakî World
Jiyaname
Burhan Beyazyıldırım
Kıtebxane
Gome
Kilm şınasiye
Bi wergerandina zêdetirî 1000 peyv û 300 hevokên bingehîn ji Zazakî bo Horamî
Kıtebxane
EZ BÉKES O
Kilm şınasiye
Şêx Ebdurehîm, Hewara Dêrsimî û Hedîseyê Serra 1937î
Jiyaname
Faruk İremet
Kilm şınasiye
BÎBLÎYOGRAFYAYA KITABÊ HÎKAYEYANÊ KURDKÎ (KURMANCKÎ-KIRMANCKÎ (ZAZAKÎ) 2000-2020
Kıtebxane
FERHENGÊ QEWL Û VATEYÊ VERÎNON DEYİMLER VE ATASÖZLERİ SÖZLÜĞÜ
Kıtebxane
HAZAR DENGIZ Ê ZERRÊ MI DE
Folders
Jiyaname - Zayend - Camêrd Jiyaname - Netew - Kurd Kıtebxane - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kilm şınasiye - Xoserı - Bakûrê Kurdistan Kıtebxane - Xoserı - Tirkiya Kilm şınasiye - Xoserı - Tirkiya Kıtebxane - Xoserı - Elmanya Jiyaname - Cureyên Kes - Helbestvan Jiyaname - Cureyên Kes - Nustekar Kıtebxane - Cureya belgeyê - Zon yewın

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| | CSS3 | HTML5

|