Dîroka Keleh û #Sûrên Amedê#
Nivîskar: Omer Dilsoz
Amed, wekî bajar xwedî dîrokeke bi qasî 8000 salan e û ji berê de bûye jîngeha mirovan. Jiyan li vî bajarî, ji roja ava bûye û heta îro, bênavber berdewam kiriye. Keleha Amedê mînaka herî baş a kelehên Kurdistanê ye. Keleha Amedê li ser rojhilatê platoya bazalt ya ku ji Çiyayê Qerejdaxê heta Çemê Dîcleyê dirêj dibe, cî digire. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê tê texmînkirin ku di salên 3000î yên Beriya Îsa de cara yekem di serdema Hûrî-Mîtaniyan de hatiye avakirin.
Keleha Amedê ji jor de wekî masîkartûxkê xuya dike û li ser sûrên wê şopên li dora 30 şaristaniyan hene. Bi rolyef û kîtabeyan hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê ye ku Albert Gabrîel Keleha Amedê, wekî “Muzeya Kîtabeyan ya Servekirî” bi nav kiriye.
Keleha Amedê ji beşên keleha derve û keleha navîn pêk tê. Keleha navîn li rojhilata bakurê keleha derve cî digire. Piştî ku dema Romayiyan de sûrên niha hatin avakirin girîngiya keleha navîn zêde bûye û heta îro jî ev girîngiya xwe domandiye. Her dem wekî qada rêvebertiyê hatiye bikaranîn. Li vê qadê girê bi navê Amîda heye. Ev gir li Amedê cara yekem ji bo mirovan bûye warê jiyanê. Di lêkolînên arkeolojîk de, berhemên 8000 sal berê hatine dîtin. Dema avakirina sûran bi esehî nayê zanîn lê di dema Romayiyan de, di sala 349ê piştî mîladê ji hêla Constantînûsê IIyê ve hatine zexm û firehkirin. Bi vî awayî şiklê dawî yê Keleha Amedê derketiye holê. Piştî vê demê jî her şaristaniya ku li Amedê hukimdar bûye, beşên nû lê hatine zêdekirin û car caran jî, ji hêla van şaristaniyan ve kem û kortên wê hatine veçêkirin.
Her weh dirêjahiya sûran qasî 5.7 km ye. Bilindahiya wan jî 10 an 12 mîtro ye. Ber û pahniya wan jî 3 an jî 5 mîtro ye. Bi giştî 82 birc lê hene û ev birc xwedî planên cûr be cûr in. Hinekên wan gilover, hinekên wan çargoşe û hinek jî pirgoşe ne. Bircên herî bedew û girîng ev in:
Birca Xarpêtê
Birca Keçikê
Birca Şagirtê
Birca Hosta
Birca Nûrê
Li ser Keleha Derve (Amedê) çar deriyên Amedê hene. Ev derî di dîroka mîmariyê de xwediyê girîngiyekê ne û bi çar aliyan ve vedibin.
Li hêla bakur Deriyê Çiyê (Deriyê Xarpêtê)
Li hêla başûr Deriyê Mêrdînê
Li hêla rojava jî deriyê Rihayê
Li hêla rojhilat Deriyê Nû
Ji bilî van sûrên heyî sûreke din jî hebûye. Ev sûra duwemîn Sûrên Derve dorpêç dikirin. Ji çavkaniyên dîrokî tê zanîn ku di navbera her du sûran de valahiyek hebûye ku bi avê tijî bûye. Di serdema serwerê Eyûbiyan Melîk Kamîl de ev sûra duwemîn hatiye xirakirin û kevirên wê di zexmkirina sûra îro de hatine bikaranîn. Bermahiyên vê sûrê li hin ciyan têne dîtin…
ÇAVKANİ
https://www.yuksekovahaber.com.tr/yazi/2013-bila-bibe-sala-suren-amede-3035.htm
[1]