=KTML_Bold=Hevsengiyên Navnetewî=KTML_End=
Elî Roj
Rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn di kûrbûna kaosa modernîteya kapitalîzm de her ku diçê eşkera dibê.
Ji ber hevnegirtina berjewendiya hêzên #navdewletî# û herêmî, zihniyeta dewlet desthilatdariya hegemon pirsgirêk û nakokiyên ku hene kûrtir dikê.
Dewleta Rûsiya ya ku piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyatê, bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûl dibû û nedixwest bandora wê li sê dewletên ku berê di bin sîwana wêde ne kêm bibe. Niha ne weke hêzeke bedîl, lê weke hêzeke hegemon, desthiledar bi DYE re ketiye nav pêşbirkê. Dewletên dagirker, faşîst û qirker jî weke Îran, Sûriyê û Tirkiyê jî, ji bona parastina statûk parêziya xwa, xwe dispêrin Rûsiya û dixwazin temenê xwa yê kêmbûyî dirêj bikin.
Ev dewletên ku mijara gotinê ne di nava xwe de bi nakokin, lê ji ber ku qedera wan yeke ji neçarî bi hev re tevdigerin.
Dewletên Yekbûyî Emerîka DYE ku serkêşiya hevpeymaniya navdewletî dike, ji bo parastina serweriya xwe û pêşîgirtina Li Rûsiya di nav hemleyê de ne.
Ji aliyekî ve dixwazin statûk parêziya heyî bi guherin, lê belê dema ku li gorî berjewendiyê wan be. Ji bo ku hêzên demokratîk,civakî û sosyalîst ji vê guhertina heyî sûd wernegirin siyasetek marjînalkirinê dimeşînin.
Dema ku em di vê çarçoveyê de rewşa heyî bigrin dest wê bi rengekî hîn baştir ji mere xuyabe.
Di serî de û li gorî ku tê xuyakirin wê rewşa Idlibê dirêj bikşînê, ji ber ku itîfaqên heyî ne saxlemin û nakokiyên heyî xurtir dibin. Tu hêzan di wateya stratejîk de lihevnekiriye.
Ji ber wê xerîteya siyasî zelal nebûye.
Hêzên hevpeymanî bi zanabûn çavên xwa ji Tirkiyê digrin, ji bo hîn bêtir bandorê li ser bikin. Xalên çavdêriyê jî yên ku hêzên hevpeymanî avadikin armanc ew e ku dixwazin xwe li wir bi cih bikin û serweriya xwe avabikin. Piştî bidawîbûna DAIŞê li Dêra zorê rewşa heyî wê ber û kû ve biçe û wê çi bibe nediyare !!
Her weha ji ber ku peymana di navbera Tirkiyê û Rûsiya li Idlibê bi ser neket, Tirkiyê kete nava gereke jêneveger de. Ji ber ku ew ne dikare rewşa heyî bigre bin serweriya xwe û ne jî dikare raste-rast dijberiya Rûsiya û Rêjîmê bike.
Ji ber van sedeman ew her di cihê xwe de dijmêre û dixwaze vê rewşa heyî heyanî buharê û hilbijartinan weke xwe bimîne. Lê li ser erdê her roj şer û pevçûn di navbera Rêjîm û çeteyan de rûdide û di vî warî de barê herî mezin dikeve ser milê Tirkiyê.
Di rojên dawiyê de Rûsiya jî êrîşên ezmanî birin ser Idlibê û weke ku tê xuyakirin ev cara yekemîne piştî peymana di navbera Rûsiyê û Tirkiyê de ku Rûsiya êrîşên ezmanî dibe ser herema Idlibê.
Armanca van êrîşan ew e ku Rûsiya dixwaze tawîzan ji Tirkiyê bigre û çeteyên li Idlibê hin bi hin bê bandor bike û wan di nava şerê xwe bi xweyî û şerê desthilatiyê de tunebike. Di encamê de hem Rûsiya û hem jî hêzên hevpeymanî her yekî ji van hêzan dixwaze ku şikandina DAIŞ’ê û tunekirina wê li Sûriyê bi destê wê pêk were. Ji ber vê yekê her hêzekî ji van hêzan dixwaze herêma ku hêza din li wir serwere têxîne nava çiravê û li pêşiya wê astengiyan çê bike.
Ji milekî din ve jî kiryarên dagirkerên tirk û çeteyên wê li Efrînê bi hemû dijwariya xwe tê kirin û di vî warî de mirov dikare bibêje rewşa heyî ketiye qonaxeke nû.
Dagirkerên tirk di bin navê şerê li hemberî gendeliyê û kurtêlxweriyê de, dixwazin çeteyên ne li gorî berjewendiyên xwe ji holê rake û bi vê yekê desthilatiya xwe li ser Izaz, Bab, Cerablus û bi taybet jî li ser Efrînê bi temamî çê bike. Her weha ji neha ve dest bi avakirina sasiyan kirine û dixwazin ji raya giştî re bidin xuyakirin ku hin bi hin aramî çêdibe û rewş berû başbûnê ve diçe.
Li gorî ku tê xuyakirin dengeyên siyasî zû têne guhertin û rewşa heyî ji hemû sînaryoyan re vekiriye.
Peyman û hevsengiyên ku di navbera hêzên di heremê de ne domdarin û li gorî berjewendiyan e.
Peymanên heyî jî li gorî dengeyên siyaseta navnetewî û heremî birêve diçin û her gav qabilê guhertin û veguhertinê ne.
[1]