Kurdino Hişyar Bin
#Ezîz Xemcivîn#
Miletê kurd ji dîroka hebûna xwe ve miletekî aştîxwaz e, eger şer neyête ber deriyê wî, ew ji şer hez nake, bi giştî dipeyivim, ji ber piraniya miletê me wisa ye. Hin jî ji me bi xwe hene, şer di xwîna wan de ye! Bila em xwe nexapînin, destê dijmin di nava me de sitûr û req û dirêj e, her çende em çavên xwe ji rastiyê bigirin, em nikarin veşêrin.
Şoreşên me jî heta kêlîka nivîsîna evan tîpan, yek jî bi ser neketiye, hemû jî yan bi destên me xwe bi xwe, yan jî bi destên dijminan, an bi destên dewletên mezin ên xwedan berjewendiyên stratecî û tektîkî li herêmê, têk çûne.
Hin ji me têdigihin û bi têkçûna xwe mikur tên û hin jî hene mîna zirelokan serê xwe dikin nava axê û paşiya wan li der e, jixwe her dem xwe serkeftî dibînin, ji sloganên bi qasî çiyayan dadikevin sloganên herî piçûk û her dibêjin: Em serkeftî ne.
Jixwe dema ku mirov li hin kenalên kurdî temaşe û guhdar dike, mirov ji nûçeyên wan vedirişe û li gora zirt û fort û pesnên wan, mirov ji xwe re dibêje ev Kurdistan bi xwe ne. Yên ku nizanibin, dê bibêjin wan deh Kurdistan çêkirine.
Di baweriya min de, ji ezmûnên gelek ên ku miletê me tê re bihûriye, zimanê çekan êdî nema sûdê dide, eger serdemên berê bûya rola çekan pir girîng bû. Lê mirov îro têdigihe ku miletê me -yê ku “dijminê serê xwe” ye- ji hemû aliyan ve şikestî ye. Dijminên me jî xurt in, eger em çend leşkeran ji wan dikujin ew bi dehan gundên me wêran dikin. Ev ne ji tirsekê wisa dinivîsim û ne ji dilsariyê ye, na berovajî; ya girîng em karibin eniya hundirîn bihêz bikin.
Bila em di siyasetê de ji neyaran bihêztir bin, em lingên wan bişemitînin; ne ku ew me têxin dehfikên xwe û bi wê nezaniya me, planên ku dixwazin bi cih bînin…
Kurd mêrxas in û dikarin beraberiya tang û firokr û topan bikin, lê li hember evê yekê, mixabin, di siyasetê de têkçûyî ne. Kurd û siyaset pir dûrî hev in. Em hêj bi wî mejiyê xwe yê berî hezar salî beraberiya teknolojyaya hemdem dikin.
Bi giştî, ez dibînim danûsitandina herî giring: Ya kurd û kurd e, di pey re ya bi dijmin re ye, lê nabe em dijminekî ji yê din baştir bibînin, mafir ku ew dijmin in. Wek nimûne; partiyek danûsitandina bi rêjîma Sûriyeyê re rewa bibîne, lê ya bi rêjîmên Îran, Iraq û Tirkiyê re tawankarî bibîne! Yan Partiyeke din danûsitandina bi rêjîma Sûriyeyê re ne rewa bibîne û ya bi rêjîmên din re rewa bibîne.
Mijara danûstandinê girîng e, eger bo kurdewariyê û bo berjewendiyên her du aliyan be. Bila em jî xwe piçûk nebînin, liberxwedana sedên salan ne bê encam bû, tev li ku me ew destkeftiyên dîrokî bi dest nexistine, lê miletê me nav û dengê kêşeya xwe li cîhanê belav kiriye. Rewşa me aloz e û em ne yek dest û ne yek dil in, dilê me ne li ser birayê me ye û ne dilê birayê me li ser me ye.
Kurdino… Partîno!
Rewşa miletê me pir aloz e, nakokiyên xwe bi xwe piştguh bikin, bila em serê xwe ji hev re biçemînin, çêtir e ji serçemandina li hember dijminên me. Eger me li hev kir û em deng û dil û helwestek bin, ewê hingê em ê li hember neyarên xwe jî danûstandinên bihêz bikin.
Danûstandin qezenckirina mafan e, eger ne wisa be, dibe ku bê wate û bê sûd be, lê bi giştî ji şer û Xwînrijandinê çêtir e.
[1]