Kurtejiyana Cigerxwîn (1903-1984)
Ji malbateke gundî belengaz, helbestvanê Kurd ê nûjen Cegerxwîn sala 1903 z li gundê Hesarê yê ku dikeve Kurdistana Bakur hat dinê.
Navê wî Şêxmûse kurê Hesenê Mihemedê Mehmûdê Elî ye.
Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema dê û bavê wî mirin û sêwî ma.
Vêce ji naçarî bû şivan û paleyî jî dikir.
Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da zanistiyê, li cem şêx û melan li zanînê geriya, dest bi xwendina feqetiyê kir.
Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza) xwe li cem Mele Fethule stand, piştre hinekî meletiya gundan kir.[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 12,248 times
Write your comment about this item!