Mihemed Emîn Feyzîî an Emîn Fewzî Beg (z. 1862 , Silêmaniye - m. 1929 Stembol) zanistvanê kurd yê sedsala 19'an û 20'an e ku li ser felsefe, matematîk û fizîk xebitiye.
$Jiyan$
Dîroka ji dayîkbûna wî bi temamî ne kifş e. Bi xwe ji wîlayeta Mûsilê ji bajarê Silêmaniyê ye demek di Artêşa Osmaniyan de jî xebitiye. Zanistvanek pir mezin bû li ser matematîk, fizik, kimya, felsefe û wêjeyê gelek berhem nivîsand. Bi fikr û ramanên xwe yên li ser fen û wêjeyê gelek ateîstan kerr kiriye. Ji bo heca xwe çûye Mekeyê jî, û ji wêderê çûye Hindistanê jî geriyaye. Piştî wextan çûye Viyana û Parîsê jî geriyaye. Emîn Fewzî di sala 1928an de nexweş dikeve û li Stenbolê wefat dike.
Şêx Rizayê Talebanî di helbestek xwe de besna wî daye.
$Pirtûk$
1. Encumenî Edebiyatî Kurd
2. Îcmalû Ennea
3. Hawayî Nesîmî
4. Tefrîkatûn Riyaziye
5. Şecerat
[1]