=KTML_Bold=Dilawer Zeraq=KTML_End= edîtor, wergêr û nivîskarê kurd e.
Zeraq di sala 1965'an de li Farqînê/#Amed# hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985'an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1996'an de dest bi nivîsandinê kir. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen,Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004'an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13'an edîtoriya vê kovarê kir. Di Kursa Kurdî ya Amedê de mamostetiya zaravayê kurmancî kir.
Ew niha jî li Amedê dijî.
=KTML_Bold=Berhem:=KTML_End=
Kakil, kurteçîrok, Weşanên Sî, Stenbol, 2002.
Bişirîna Şermînî, kurteçîrok, Weşanên Aram, Stenbol, 2003.
Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Sêyîneya Winda, pitûka yekemîn) roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2005.
Ferhenga Biwêjan, Tirkî-Kurdî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005.
Çilkên Pênûsê, kurteçîrok, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2009.
Mirina Bêsî (Sêyîneya Winda, pirtûka duyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2011.
Nexşên Li Giyan (Sêyîneya Winda, pirtûka sêyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2014.
Ferhenga Termên Matematîkê (Bi Mem Wenda re), ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015.
=KTML_Bold=Wergerên wî:=KTML_End=
Ejdehayê Sêserî (ji Leyla Erbîl), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (ji Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Mirina Li Madrîdê (ji Oya Baydar), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Gelaciyên Bajarê Nû (ji Müge İplikçi), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007.
Şahiya Hêrsê (ji Jaklin Çelik), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2012.