Navê pirtûkê: Kurdistan. Rojnama Kurdî Ya Pêşîn. (1898-1902)
Navê nivîskar: meqdad mîdxat badîrxan
Navê wergêr: M. Emîn Bozarslan
Wergera ji ziman: کرمانجیی سەروو
Cihê çapkirina pirtûkê: uppsala - sweden
Navê çapxaneyê: DENG
Sala çapê: 1991
Weşana pêşî di dîroka rojnamevaniya kurd de ya herî girîng e, him ji ber navê rojnameyê Kurdistan (3) û him jî ji ber armanca ku ji destpêka weşana xwe ve danî ber xwe ango peydakirina hişmendiyeke neteweyî li cem întellektuelên kurd ên ku gotarên xwe têde diweşandin. Şeş hejmarên destpêkê yên rojnameyê di bin birêvebiriya Mîqtad Mîthat de hatin weşandin. Ji destpêka weşanê û pêve rojnameyê bangek li gelê Kurdistanê dikir ku di bin logoya rojnameyê de hatibû bicîhkirin: “Gelê Kurdistanê …, ev rojnameyeke bi Kurdî ye”. Armanca Mîqtad Mîthat Bedirxan jî têra xwe zelal e, ew xîtabî kurdan dike û dibêje daxwaza wî ew e rojnameyeke ku bi tenê ji bo kurdan e, biweşîne: “Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye ‘Kurdistan’. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”[1]
Read the book: Kurdistan. Rojnama Kurdî Ya Pêşîn. (1898-1902)
Total download:
1,072 times
We kindly ask all writers, translators and publishers to inform us if they are not in agreement to have their books downloaded from Kurdipedia server.
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,484 times