#Amed#
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya endamtiya rêxistinê 16'ê pûşpera 2022'yan de 16 rojnamegerên kurd tewqîf kiribûn. Ew niha li Girtîgeha Amedê ne û ev 3 roj in mafên wan tê binpêkirin. Li gor agahiyên ku hatin ev 3 roj in bi îdîaya xira bûye yan jî embarê avê tê paqijkirin li menzelan ava wan tê birîn, tenê rojê 2-4 saetan avê ber didin, her wiha mafên wan ê xebatên civakî têne astengirin û li aliyê din nahêlin ew nameyan bişînin.
Li girtîgehan hefteyê carek bi sernavê xebatên civakî girtî têne ba hev, lê rêveberê mafê wan binpê dike û ev derxistiye mehê carek. Li ser îtîraza rojnamegerên girtî, rêveberî endamên FETO'ye wekî sedem nîşan dane û gotiye, sedem ewlehî ye.
[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,571 times