Nivîskara kurd Leyla Saraç a ku sala borî di 25’ê Cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê hatibû tehliyekirin, piştî 8 mehan careke din bi hinceta “9 cezayê wê yê hucreyê heye” biryara girtina wê hat dayîn. Saraç, li Balafirgeha Îzmîrê hat binçav kirin û dadgeh bi angaşta “înfaza wê hatiye şewitandin” ew girtin û birin Girtîgeha jinan a Şakranê.
Saraç bi angaşta “endamtiya rêxistinê ye” 7 sal û nîv ceza lê hatibû birîn û 5 sal û 8 meh an girtî mabû. Bi şewitandina înfaza wê salek û 7 mehê din jî wê li girtîgehê bimîne.[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 612 times
Write your comment about this item!