Festîvala 7`an a Zarokan li kantona #Qamişlo# bi dirûşma “Parastina çanda civakê ji zarokatiyê dest pê dike” bi tevlêbûna 24 komên hunerî yên zarokan dest pê kir.
Festîvala 7`an a Zarokan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan dest pê kir. Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û bajarokê Rimêlan tev lê bûn.
Di festivalê de 24 komên hunerî yên zarokan ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo ku ji 250 zarokên temenê wan di navbera 6 û 18 saliyê de ne pêk tên, beşdar in.
Di destpêka festîvalê de, endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Civîn Xelîl axivî û got: “Em festîvalê bo giyanê zarokên şehîd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin û destnîşan dikin ku bi rêya çand û stranên xwe em girêdana xwe bi axa xwe rave dikin.”
Festîval bi pêşandana berhemên hunerî ji aliyê komên Hîlala Zêrîn, Dar Naûm, Şehîd Viyan Soran, Şehîd Bawer, Şehîd Serhed û Koma Deng Da ve berdewam kir.
Her wiha koma Ceza, Xirbet Bîr, Şehîd Dîlan berhemên xwe yên têkildarî govendê pêşandan.
Di dawiya roja yekemîn a festîvalê de, şanoyek bi navnîşan “Koçberî” ji aliyê koma Zarokên Aştiyê ve hate pêşandan.
Li gorî Komîteya Amadekar, festîval dê sibe bi pêşandana gelek berhemên din bi dawî bibe.
[1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,451 times
Write your comment about this item!