Şêniyên bajarê Kobanê bi çalakiyekê destnîşan kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê #dagirkeriya Tirk# ve nîşana lewazbûna wê dide ku dixwaze binketinên xwe yên li hember berxwedana #gerîla# li çiyayên #Kurdistan#ê veşêre û piştgiriya xwe ji gerîla re teqez kirin.
Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajêr ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîlayên çiyayên Kurdistanê, tev li çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn.
Endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, lewazbûna dewleta Tirk a dagirker nîşan dide, her wiha bang li kurdistaniyan kir ku têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.
Piştre, hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Mihemed Sidîq wiha axivî: “Civata navneteweyî û hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember sûcên dagirkeriya Tirk bêdeng in, rêya yekane ya têkbirina van êrişan berxwedana li dijî dagirkeriyê û piştgiriya gerîla ye.”
Çalakî bi siloganên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.[1]
ANHA
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,365 times
Write your comment about this item!