Ji serê sibeha îro Sêşembê ve li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kir û xelkê wek nerazîbûnekê û nêşandana helwêstekê li beramber tundûtîjiyên hêzên hikûmeta Îranê li hemeber xwepêşanderan deriyên dikanên xwe venekirin.Li gor wan videoyên ku belav bûne, li parêzgeên mezin ên Îranê yên wek, Tehran, Meşhed, Îsfehan, Kerec û Tewrêz û bajarên din ên ser bi wan parêzeghan ve dikan û bazar girtî ne.Herweha li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kiriye û dikan û bazar girtî ne. Li bajarên Şino, Pîranşar, Mihabad, Bokan, Merîwan, Seqiz, Bane, Sine, Dêwlan, Dîwandere, Kamêran û Ciwanro dikan û bazar girtî ne.Ev grev bi helkefta salvegera xwepêşandanên sala 2019ê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Biryar e ev grev heta 3 rojan berdewam be.Di rojên bihorî de gelek bangewaz ji aliyê çalakvanên sivîl û mafên mirovan, hunermened û kesayetên navdar ve li ser torên civakî hatibûne belavkirin ku têde daxwaz ji xelkê hatibû kirin, îro 15ê Mijdara 2022an di salvegera nerazîbûnên sala 2019 de ku li Îranê wek xwepêşandanên Abanê tê naskirin, bo dema 3 rojan li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tevli greveke giştî bibin.Li aliyekî din ji roja Duşembê 14ê Mijdara 2022an Encûmena Hevahengiya Pîşeyî ya Mamosteyên Îranê ku yek ji mezintirîn seîndîkayên wî welatî ye, daxwaz ji hemû mamosteyan û xwendekaran kiriye ji Sêşembiyê ve heta Pêncşemê dest bi grevê bikin û neçin ser klasên xwe yên dersê.Heta niha li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kiriye û egera wê yekê heye ku ji nîvro û êvara îro ve xwepêşandana giştî dest pê bike.Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî canjidestdana Jîna Emînî destpê kirine, derbasî roja xwe ya 60an bû. Li gor rêxistina mafên mirovan a Îranê, heta niha nêzî 330 kes di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane û nêzî 15,000 kes jî hatine desteserkirin. Kaynak: Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kir[1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,886 times
Write your comment about this item!