Agahiyên şehîd:
Nav paşnav: Yûnûs Rênas
Nasnav: Aso Rênas
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Dayik-Bav: Sûltan-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Aso li gundê Xirabê Şeref ê Hezexa Şirnexê ji dayik bû. Di nava eşîra Harûnî de bi hestên welatparêziyê mezin bû. Vê eşîrê gelek zarokên xwe yên hêja dane Têkoşîna #Azadiya Kurdistanê#. Di temenekî ciwan de tevgera azadiyê û gerîla nas kir. Hevrêyê me Aso ku lêgerîna wî di ciwaniya xwe de xurtir bû, li rêyekê geriya ku ji bo welat û gelê xwe tiştekî bike. Hevrêyê me Aso ku bi taybetî zilm û qirkirina li ser gelê Kurd dît û ji qetilkirina zarokên Kurd û firotina jinên gelekî hêrs bû. Ew di wê baweriyê de bû ku divê heyfa van tiştan were stendin. Ji bo hesab ji faşîzma Tirk a ku DAIŞ bi xwe ye û tola gelê me yê bindest hilîne, biryar da ku tevlî gerîla bibe. Hevrêyê me Aso ku li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û ji vir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li herêma Avaşînê dest bi çalakiya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir û li wir dersên bingehîn ên jiyanê wergirt. Çawa ku rastiya Rêbertî û #PKK#’ê nas kir, xwe di vê de dît û xwe baştir nas kir. Jiyana gerîlatiyê bandoreke mezin li ser wî kir. Ji bo bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şer a ku diqewime û bersivdayîna bendewariyên gelê me bibe, xwe di warê leşkerî de pêş xist. Hevrêyê me Aso ku di vê yekê de serketî bû, bû namzetê fermandariyê yê bi hêvî. Hevrê Aso diyar kir ku erka hemû ciwanên Kurdistanê ye ku gelê me li hemberî êrîşên dijmin biparêzin û bang li hemû ciwanên Kurd kir ku tevlî jiyana azad a çiyayan û têkoşîna şoreşgerî bibin. Hevrêyê me Aso ku bi baweriya xwe ya bilind, vîn, helwest û beşdariya xwe ya Apoyî milîtanekî mînak e, dema li qada Avaşînê li ser erka xwe bû bi lehengî jiyana xwe ji dest da.[1]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 320 times
Write your comment about this item!