Navê pirtûkê: RENGÊ HEBÛNÊ
Navê nivîskar: #DILAWER ZERAQ#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
sala çapê: 2021
Heke em zimên bi tenê wekî navgîna ragihandin û jihevfamkirinê qebûl bikin, wê ji gelek alîyan ve kêmasî bimînin û em ê di warê kartêka wî ya li ser mirovan û tevkarîya wî ya bo teşegirtina jîyana mirov û neteweyan ji agahî û nirxandinan dûr bimînin. Ziman berî her tiştî bi kartêka xwe ya ku li ser jîyan û gîyanê mirovan û bi taybetî li ser neteweyan dike, bi mirovan re arîşeya hebûnê jî çêdike. Arîşeya ketî behsê, ji ber pircureyîbûna zimanan e ku mirov gava hay ji vê pircureyîyê dibin, bi jêcihêbûna xwe dihisin û jê û şûnde êdî hebûna mirovan li wan dibe gelemşe û êdî zimanê xwe û digel wê jî çanda xwe di ser vê arîşedarîyê re li xwe qebûl dikin. Û hest û xwazeke xwezayî bi wan re çêdibe bo xwedîtîlêkirina çand û zimanê xwe; û wekî refleks an jî hînbûyîneke hebûnê, hewla parastina cihêtîya çand û zimanê xwe jî bi mirovan re dide der.[1]
Note: The PDF file for this book is not available, please help Kurdipedia to get this file! Send book This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 542 times
Write your comment about this item!