$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Ferman Mervan
Nav paşnav: Mervan Artiran
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Esma-Fesîh
Dem û cihê şehadetê: Zap 06-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Ferman li Edeneyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Pîvanên welatparêziyê ji malbata xwe wergirt û în di temenê ciwantiyê de li dijî faşîstma dewleta Tirk dest bi têkoşînê kir. Mîna her kêliya jiyana têkoşînê, di karên ciwanan de jî hewl da rol û mîsyona xwe bêkêmasî bi cih bîne. Di karên ciwanan de timî bi roleke çalak rabû û piştre ji bo têkoşîna xwe mezin bike, biryar da di asta herî bilind de têbikoşe û bi vê armancê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji kêliya ku tevlî nava gerîla bû û pê ve li çiyayên Kurdistanê tehma azadiyê kir û zû hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Ferman hîn ji destpêkê ve ji xwe re kir pîvan ku bibe şopdar û têkoşerê jiyana azad û di jiyana gerîla de jî ji van pîvanan tawîz neda. Bi sekna xwe ya tûj û bi biryar, di nava jiyanê û şer de ji bo hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Tiştên ji perwerdeyên îdeolojîk hîn bû, hewl da bixe meriyetê. Di nava jiyanê de jî ji parvekirina bi hevrêyên xwe re teredût nekir. Dema ku hîn dibû di heman demê de hîn dikir û bi vê taybetmendiya xwe bû hevrêyek ku cihê xwe diyar bû.[1]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 646 times
Write your comment about this item!