Navê pirtûkê: STRANA ŞEV Û ROJEKE
Navê nivîskar: #Ciwanmerd Kulek#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2015
Strana Şev û Rojekê Ciwanmerd Kulek di vê berhema xwe de me dibe destpêka gotinê û qelema xwe di rengên dî ên edebiyatê dadike. Gotin vedigere deng û bi kilam, nihurandin û dûrikan durr û mirwariyên dengên edebiyata devkî û gelêrî cardî li ber çavên me radixîne. Dema ji tûrikê zargotinê bi temayeke wê ya herî takekesî û cawîdan, ango bi evînê, li ber guhê me dipistîne, ji wê yekê jî namîne ku hem silavekê bide şêweyê ezelî ê vegotinê, ango helbestê, hem jî xatireke derengmayî jê bixwaze ku weku di destpêka edebiyatê û kêm zêde a her nivîskarî de hebûye, di qonaxa wî ya yekem a nivîskariyê de jî ciyek girtiye. Vê berhevoka ku dengên Kurdî tê de wek ava kaniyan ji bin tebeqeyên kevnar ên mêjû û wêjeya me diherikin, dê bi muzîkalîteyeke resen û rengîn kitêbxaneya me bixemilîne.
[1]
Note: The PDF file for this book is not available, please help Kurdipedia to get this file! Send book This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 813 times
Write your comment about this item!