Navê pirtûkê: DEFTERA SOR
Navê nivîskar: #Hesenê Metê#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2022
Di wê tariyê de, di wê bêdengiyê de û di wê şevê de ez fêrî gelek tiştan bûm: ez fêr bûm ku hêviyeke xurt çawa dikane bişikê, ez hîn bûm ku baweriyeke xurt çawa dikane li meriv sist bibe, ez hîn bûm ku rastî û derew, başî û nebaşî, zanîn û nezanîn çawa li gel hev û di hemêza hev de ne, ez hîn bûm ku erd û asîman çawa cîh li xwe vediguhere, ez hîn bûm ku mîr û ker ji bo hinekan çiqasî nêzî hev in... û ez fêr bûm ku êdî ev ne tiyatro û ne jî henekek e.
Min dizanîbû êdî kesek bi kesekî baweriyê nake, sond dixwim wan êdî bawerî bi xwe jî nemabûn. Dema ku baweriya meriv bi xwe jî tunebe, tê ewê maneyê ku narihetiyên derûnî dest pê kirine û mirin ne dûr e.[1]