$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rojwan Rêdûr
Nav û paşnav: Abdulmenav Şengul
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dê û bav: Xezal - Reşît
Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me li dijî qirkirina fîzîkî û çandî ya dagirkeran, bi dîroka xwe ya bi hezaran salan a qedîm li ser vê xakê hebûna ziman û çanda xwe domandiye. Li dijî hoyratiya ku ti nasîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, timî çûye serê çiyê û xwe parastiye. Li dijî zilmkaran li ber xwe daye û zilm qebûl nekiriye. Gelê me bi bawerî, etnîsîte û çandên cuda re li ser erdnîgariya me ya qedîm bi rengekî azad û parastina mafê hevdû, jiyaye. Her çendî ku dagirkeran û hevkaran xwestibe lîstokan vê rastiyê xira bike jî, bi ser neketine. Dagirker û talanker di rûpelên reş ê dîrokê de cihê xwe girtin. Di du sedsalên dawî de, li ser xaka me li dijî gelek gelan komkujî hatine kirin. Xwestine ku gelê Kurd jî di vê qirkirina fîzîkî û çandî re derbas bikin û tune bikin. Li Bakurê Kurdistanê hetanî ji berxwedêrên Kurd Rêber Apo, ji emelên dagirkeran a dîrokî re pir kêm mabû. Kesayeta Kurd a berxwedêr, bi îdeolojiya Apoyî car din zindî bûye. Hevrêyê me Rojwan jî li gundeî Xinûsê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bûye. Li gorî çand û kevneşopiyên Kurdî mezin bûye. Parçekirina welatê me, mêtingerî û qedexeya li ser çand, ziman û dîroka me weke her zarokek Kurd hevrêyê me Rojwan jî bandor kiriye. Red kiriye ku biçe dibistanên Tirk ku navendên bişaftinê ne. Hevrêyê me Rojwan ji temenê xwe yê ciwantiyê ve, siyaset û komkujiyên li dijî gelê me qebûl nekiriye û lêgerînên wî dest pê kirine. Hevrêyê me Rojwan ji ber êrîş û zextên dijmin, neçar maye ku koçî Ewropayê bike û navenda sîstema modernîteya kapîtalîst dîtiye. Hevrêyê me şêwazê jiyana ku sîstema kapîtalîst li ser ferz dike qebûl nekiriye û zaniye ku ti wateya azadiya şexsî nîn e. Ji Ewropayê ku lîberalîzm lê serwer e, reviye û berê xwe daye çiyayên ku ayîdê wê ye. Hevrêyê me Rojwan ji bo bersiva komploya li dijî Rêber Apo di 15’ê Sibatê de hatî kirin bide, 16’ê Sibatê ji Fransayê tevlî nava refên gerîla bûye.
Hevrêyê me Rojwan bi tevlîbûna nava refên gerîla bersiv dît û ji êrîşên îdeolojîk ên sîstema dagirkeran rizgar bûye. Destpekek nû û bi wate kiriye. Hevrêyê me Rojwan bi cewherê xwe re hat ba hev û zivistana jiyana xwe paş hiştiye. Hevrêyê me Rojwan bêyî ku nêzî qirêjiya modernîteya kapîtalîst bibe, taybetmendiyên xwezayî, paqij û kedkar hilgirtiye û bi îdeoliya Rêber Apo xwe perwerde kir û bûye cevherek. Ji hevrêtiya PKK’ê û jiyana wê ya ku bi nirxên kolektîf û komunal hatine avakirin, bandor bûye. Ne ji bo ji şoreşê re bibe bar, ji bo barê şoreşê bigire ser milên xwe yanî ji bo di şerê hebûn û tunebûnê ya gelê xwe de bibe nefes, hewldanek bê hempa raber kiriye. Her çendî ku şehadeta wî ji bo me zûbe jî, di jiyana xwe de gelek bîranînên pir bi nirx û şop hiştine. Hevrêyê me Rojwan bûye xwedî tecrubeyên ku Partiya me bi salên dirêj bi dest xistiye. Ev yek kariye bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, fedakarî, biryardarî û îdîaya xwe pêk bîne. [1]