$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rêber Zana
Nav paşnav: Îlhan Tokdemîr
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Şukriye-Mehmet Can
Dem û cihê şehadetê: 11-06-2021 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rêber Zana li navçeya Hawêl a Sêrtê li gundê Girdika li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Rêber hîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, di dema komploya navneteweyî de ya li dijî Rêber Apo hate kirin, guh da wijdanê xwe û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 1999'an weke gerîlayekî dest bi meşa xwe ya şoreşê ya li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Li Qendîl, Kelareş û Xinêrê ma. Bi kesayetiya xwe ya ji dil, samîmî, kelecanî û bi coş zû bi pêş ket. Piştî pratîka xwe ya gerîla ya heft salan, li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlûm Dogan perwerde dît û derbasî herêma Behdînanê bû. Li herêmên Metîna, Garê û Heftanînê kar kir, bi tecrûbeyên wergirtî bû fermandarekî şareza. Li ser xeta fermandarê me yê nemir Egîd ji bo bibe fermandarekî serketinê li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît û sala 2010'an derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Piştî pratîka 4 salan a li Mêrdînê derbasî herêma Bestayê bû, li vê derê erka fermandariyê bi rengekî hêja bi cih anî. Sala 2015'an meha Tîrmehê dema ku dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişan kir, ji bo bersivê bide, derbasî herêma Cûdî bû û fermandarî ji gelek çalakiyan re kir ên ku derbên giran li dagirkeran xist. Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li Silopiyayê, derbên giran li hêzên dewleta Tirk a qirker xist. Piştî pratîka Bakur a şeş salan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Tecrûbeya şer a xurt a ji gerîlatiya Bakur wergirtî, li akademiya leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir, dersên pêwîst jê wergirt û weke fermandarekî ku ji pratîka gerîlatiya serdema nû re amade ye, mezûn bû. Hevrêyê me bi erkê perwerdekirina şervanên nû û amadekirina ji pratîkê re rabû û gelek hevalên me yên nû tevlî nava refên partiya me PKK'ê bû bi hevrêytiya xwe ya germ, bi tecrûbeya xwe ya mezin, bi fermandariya xwe ya şareza û sekna xwe ya îdeolojîk perwerde kir.
Di têkoşîna hebûn û azadiyê de li ku derê çi wezîfe jê re dihate dayin, her tim jê re amade bû û ji bilî serketinê ti pîvan qebûl nekir. Bi tecrûbe û danheviya salan li herêma Metînayê bi erka fermandariyê rabû, li vê derê jî meşa xwe ya şoreşgerî dewam kir û bû fermandarekî pêşeng. Hevrêyên xwe li hemberî êrişên dijmin parast, bersiv da hemû pêwîstiyên wan û bingeha encamgir a şer bi fedakarî û kedeke mezin amade kir. Piştî ku 23'ê Nîsana 2021'ê artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrişa berfireh a dagirkeriyê kir, hevrêyê me Rêber jî weke fermandarekî operasyonên şoreşger bersivên ehrî bi bandor da. Di berxwedana destanî ya 50 rojî de ku weke Berxwedana Zendûra cihê xwe di nava dîroka têkoşîna me de girt, ji rêbaza şerê tîm heta şerê li çeper û tunelan, her cûre rêbaz û taktîk bi rengekî şareza bi cih anî û bû fermandarekî mînak. Piştî ku hêzên PDK'ê li herêma Metînayê ji pişt ve dor li hêzên me yên gerîla girt, karê birêxistinkirin û koordînekirina vekişîna hevrêyên me ji herêma Zendûrayê meşand. Dema ku bi vê erka xwe radibû di şer de bi lehengî şer kir û şehîd bû.[1]