Navê pirtûkê: DENGÊ KAL Û BAVÊN ME
Navê nivîskar: #AHMEDÊ GOGÊ#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2020
Ahmedê Gogê di vê berhemê de wekî ku nav (Dengê Kal û Bavên Me) lê kiriye bahsa serpêhatîyên bav û kalên xwe dike. Bav û kalên Ehmedê Gogê û gelek Kurmancên li herêma Qersê û Îdirê û Wanê ku gelekî wan Êzdî bûn di salên dawîyê ên Şerê Hemdinyayê yî Yekê de bar dikin, diçin wî alîyê Çemê Erez(Aras) ku di bin destê Dewleta Ûris de bû. Bi bahskirina bav kalên xwe re bahsa herêma ku ew lê dijîyan, gund û bajar û bajarokên wê herêmê, gel û êl û olên li wê derê, têkilîyên di navbera êlan, gelan, olan û dewletan de, şîn û şayî û dawet û mêvantî û mazûvantîya gelên li wê derê û bûyerên girîng û balkêş ên wê demê jî dike. Nivîskar bi piranî bahsa bûyer û serpêhatîyên salên berî Şerê Hemdinya yî Yekê û piştî vî şerî dike. Berhem bi nasandina kesan û gundên wan î berê dest pê dike. Bûyerên di vê berhemê de bi awayekî kronolojîk nehatiye nivîsandin û nivîskar carinan di ser re bahsa hin dem û bûyer û serpêhatîyan kiriye, lê bi hûrgîlî bahsa dawet, şîn, xwestina jinan, mêvantî û mazûvantîyê kiriye. Nivîskar di vê berhema xwe de bi zimanekî wekî ê çîrokbêjan bahsa bûyer û serpêhatîyan kiriye.[1]
Note: The PDF file for this book is not available, please help Kurdipedia to get this file! Send book This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 113 times
Write your comment about this item!