KOMA (BERBANBG) LI AZERBAYCANÊ.
Piştî hilweşîna Kurdistana Sor (1929) li Komara Azerbaycanê yekemîn koma folklorê ya bi navê ‘Berbang’ di sala 1990î de li ser bingeha Navenda Çanda Kurdî ya ‘Ronahî’ hat damezrandin. Serokê komê Teyfurê Mecîd Kaloyêv bû.
Koma folklorê, bi giranî ji kurdên ku di sala 1989an de ji Ermenîstanê koçî Azerbaycanê kiribûn pêk dihat û heta sala 1996an hebûna xwe ya aktîf domand. Di salên paşîn de komê hebûna xwe bi navber berdewam kir.
Kom di salên 1990î de gelek caran beşdarî rojên neteweyî yên kurdan, her wiha festîval û konserên li ser asta Azerbaycanê bû.
Siyabendê Xelîl, kurê sazbendê navdar Xelîlê Evdile, di avakirin û pêşdebirina komê de roleke mezin lêyist.
Xizmetên daholjen (defvan) Îsa Torin, sazbend Seîdê Usiv nayê jibîrkirin.
Reqasên yekem ên koma ‘Berbang’ wan kesan bûn:
Siyabendê Îsmêyîl Kaloyêv
Lalezera Semend Şemilova
Keremê Meçîd Kaloyêv
Sona Salêh Şemilov
Siyabendê Salêh Şemilov
Besê Mecît Kaloyêva
Knyazê Salêh Şemilov
Menafê Têmir Kaloyêv
Klambêja hezkirî a komê Têlliya Teyfûr 9 salî bû.
Ji pirtûka (Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê) – #Hejarê Şamil#
[1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 755 times
Write your comment about this item!