=KTML_Bold=Ên Darê=KTML_End=
Li #Efrîn# ê parezgeha girê gundê ên darê ya li başûrê bajarê Efrînê ye. Ev parezgeh şûnwarekî dîrokî ye. Şûnwarekî girîng ên li ser asta sûriyê ye. Ji aliyê rêxistina UNESCO ve wekî yek ji giringtirîn cihên dîrokî yên li sûriyê ye hatiye dest nîşankirin. Dîroka wê vedigere serdema Hisiyin (sala 1200 berî zayînê) li ser rêbazê Hûrî. Mîtanî yên di salên di navbera 700-1200 beriya zayînê li sûriyê belav bûne, hatiye lêkolînkirin.li derdora wê sê deşt hene û ji milê başûrê wê ji ava Efrînê diherike ji wê re jî dibêjin ava kaniya Ên Darê û ava wê jî weke goleke biçûk kom dibe û derdora wê golê ji seyrangeh û xwaringeh jî hene gel diçin serdana wê. Ev gir çar goşeya wê 7500 metire ye li cihekî bilind cih digire, wek ku tê zanîn di serdema kevirin de natiye avavakirin, şêr lingên mirovên destpêkê tê de hebûn û kevirek li ser xwedewanda Eştar hebû û xwedewenda çiya. Her tim gel diçûn ser lêdana vê cihî dikir ji ber ku cihekî dîrokî bû, ew lingên ku yên şûnê lingên însanan dihat xuyakirin ew ling pir mezin bûn, şêrên xwe gelekî gir bûn . Weke em dizanin piştî dagirkirina Efrînê me dît berî her tiştî tirkan êrîşî xwezaya Efrînê kirin, di nav xwezaya Efrînê de jî şînwarên dîrokî, şînwarên dîrokî jî jê yek girê Ên
Darê ye. Niha şûna girê Ên Darê jî ew şêr rakirin her tiştek xerab kirin ji bo dîroka Efrînê were winda kirin. ji ber hingî piştî êrîşa çeteyan ew her tiştê pîroz ên şûnwarî hatine xerabkirin.
[1][2]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 710 times
Write your comment about this item!